Di sala 2020an de, dema ku ji ber encamên koronayê cîhan bi awayekî giştî rastî rewşeke aborî ya aloz û nearam hatibû, bi taybetî jî ji ber rawestana tevgera bazirganî û daketina bihayê petrolê, Herêma Kurdistanê di rewşeke aborî ya pir dijwar re derbas dibû. Di bernameya 'Guftûgoy Rojnamenûs' a Radyoya Rûdawê de, min û hevkarê xwe yê delal Ako Mihemed di xelekeke bernameyê de, bi hev re dabaşa bandora krîza darayî ya cîhanî li ser Herêma Kurdistanê dikir. Di yekê ji pêşniyarên çareseriyan de, min pêşniyar kir ku divê hikûmeta Herêma Kurdistanê lê bifikire ku bi rêya vekirina hesabên bankê ji bo karmendan li şûna pereyan, kar bi (baweriyê) bike.
Xweşbextane niha hikûmetê projeyek bi navê (Hesabê Min) ragihandiye, bi vî awayî jî dixwaze kêşeya derengmana mûçeyan û qerebalixiya bankan ji holê rake û destê karmendan bi hêsanî bi rêya amûra wergirtina pereyan bigihîje samanê wan. Di stratejiya xwe ya demdirêj de jî hikûmet dixwaze bi vî rengî şefafiya darayî misoger bike û pêşî li spîkirina pereyan bigire.
Her çend li gorî welatên cîhanê, Herêma Kurdistanê pir paşketî ye ku bi sîstema bankî û miameleya dijîtal kar bike lê ji bo karên baş, dem ti carî ne dereng e. Tişta ku niha jî wekî pêngaveke pêşîn daye destpêkirin û wekî ku di medyayê de tê behskirin çend dezgeh û sazî wekî ezmûn bi vê sîstemê dixebitin û ev gav serketî bûye, pêngaveke baş e û divê lez bê kirin ku hemû karmendên sektora giştî, piştre jî karmendên sektora taybet û hemû hemwelatiyan li xwe bigire, ji bo ku di qonaxa paşê de ev proje bibe bingeha derbasbûna ji pereyan ber bi (baweriyê) ve.
Her çend dibe ku pêşî hin karmend û hemwelatiyên Kurdistanê wekî her tiştekî nû miamelekirina bi vê pergalê re jî zehmet bibînin lê divê xelk û hikûmet jî tê bigihin ku cîhan ber bi wê yekê ve diçe ku dawî li miamelekirina bi pereyên kaş bîne û hemî cureyên kirîn û firotinê bibin miameleya hejmaran.
Ji ber ku şehreza û pisporên aborî yên cîhanê hevnêrîn in ku girêdana bi pereyên kaş ve aboriya welatan ber bi xitimînê ve dibe. Bi baweriya wan, bihêztirîn welatê cîhanê ji hêla aborî ve, aboriya wê nikare wekî aboriyeke aram were hesibandin, heke tenê pişta xwe bi pereyên kaş ve girê bide. Ew di wê baweriyê de ne ku eger ji pirsgirêk û krîzên din dûr bin jî her tim li pêşberî metirsiya hilweşandinê ne, heke hemwelatî bixwazin pereyên xwe yên kaş ji bankan bikişînin.
A rast, ger dijîtalkirina pergala aborî û bankî ji bo her welatekî cîhanê hewcedariyeke girîng be, divê em tê bigihin ku ji ber taybetmendiya pirsgirêkên darayî û aborî yên Kurdistanê, girîngiya vê projeyê ji bo Herêma Kurdistanê çend qatan zêdetir e.
Nemaze ji ber ku gelek mûçeyên karmendan û herwisa gelek pereyên xwediyên şirketan û sermayedaran wekî deyn û paşkeft li nik hikûmetê ne, loma pêkan e ku ew deyn û pereyên paşkeftkirî jî li ser qonaxan bibin sermaye û bawerî di hesabên bankê yên xwediyên xwe de û di hinek miameleyên darayî de kirîn û firotin jî bi wan bê kirin.
Bi taybetî jî dikarin di biyavên ku rasterast têkildarî sektorên hikûmetê ne wekî pere û fatûreyên av û elektrîkê, nexweşxane, bac û risûmatên dezgehan û tew kirîna sotemeniyê û herwiha di çend qadên din de jî bên bikaranîn.
Herwiha ji ber taybetmendiya pirsgirêka Kurd li Îraqê û stratejiya dewletê ku li hemberî Kurdistanê tê meşandin, îhtimaleke mezin heye ku kêşeyên mûçe û budceyê zûbizû neyên çareserkirin an jî zûtirkê derkevin holê. Loma ji bo derbaskirina vê qeyranê, girîng e ku Herêma Kurdistanê vê projeyê (Hesabê Min) bike bingeh ji bo dûrxistina her metirsiyekê ku pêkan e di paşerojê de, ji ber pirsgirêk û nakokiyên siyasî li navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê, dirust bibin.
Şertê sereke yê vê yekê jî pabendiya welatiyan bi sîstemê ye. Heke hemû xelk pabend be ku bi rêya hesabên bankê û ne bi pereyan lê bi kartên bankê tevbigere, wî çaxî di egera her arîşeyeke birîna budce û mûçeyan de jî hikûmet dikare pabendiya dayîna hesabên bawerpêkirî bi karmendan berdewam bike û ew jî bi wan hesabên bankê kar û barên xwe li bazarê bimeşînin. Di rewşeke bi vî rengî de jî hikûmet dikare ji heqê vê tibaba pêwîst a sermayeyê were der ku ji bo bihayê hawirdekirina kelûmelên ku ji derve tîne, jê re lazim e.
Girîng e ku ev destpêşxerî ji pirsgirêk û nakokiyên siyasî yên li hundirê Kurdistanê û herwiha ji hevrikî û nakokiyên di navbera hikûmet û opozîsyonê de, were dûrxistin. Ji ber ku di rastiyê de, girêdayî jiyan û debara hemî hemwelatiyên Kurdistanê ye û dikare di paşerojê de jî di warê aborî û dadmendiyê de, bibe çavkaniya hêzê ji bo Kurdistanê.
Divê hemû hêz û aliyên siyasî bi çavekî niştimanî li vê mijarê bimeyzînin. Di heman demê de jî divê bibe destpêkek ji bo tekûzkirina rêgezên şefafiya darayî li Kurdistanê. Hemî welatên ku mil bi milê saziyên çavdêriyê çavkanî û tedbîrên gendeliyê ji holê rakirin, bi rêya xurtiya pergalên darayî û bankî yên dijîtal ev yek sergihayî kirin.
Ev destpêka sîstema dijîtal û bankî ya Kurdistanê jî rê li ber vê yekê vedike ku pêşî li spîkirina pereyan were girtin, nezelaliya çavkaniyên dahatê û ji nişka ve zengînbûn û komîserhevbûna sermayeya ku jêdera wê nediyar e, dê bi qonaxan dawî li van hemûyan bîne ku îro roj bûne çavkaniya kambaxî û bextreşiyeke herî mezin li Kurdistanê. Loma divê hemî kesên ku şerê gendelî û neheqiyê dikin, nav di gel û hikûmetê bidin ku lezê bidin vê pêvajoyê û wê bikin proseyeke neteweyî.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse