Hilbijartinên Parlamentoya Iraqê du guherînên neçaverêkirî bi dû xwe de anîn ku bê guman dû re rengvedana wan li ser tevahiya proseya hukmdariyê, hem li Iraqê û hem jî li Herêma Kurdistanê, dibe. Guherîna yekem ji guherîna pêgeha beşek ji aliyên siyasî pêk tê ku berê karakterên giring ên nav proseya siyasî li Iraqê bûn. Hejmara kursiyên hinekan ji wan ji %50 kêm bû û hinekan ji wan jî ti kursiyek neanî. Wek mînak her yek ji lîsta Usame Nucêfî li Iraqê û Tevgera Goran; li Herêma Kurdistanê.
Guherîna duyem ku dê bandoreke wê ya mezin li ser proseya hukmdariyê li Iraqê û heya radeyeke kêmtir jî li Herêma Kurdistanê hebe, kêmbûna rêjeya beşdariyê bû ku bêhtirî ji %60ê xelkê beşdarî hilbijartinê nebû. Ev ji bo welatekî lawaz û tijî pirsgirêk wek Iraqê ku gelek pirsgirêkên wê yên din hene, encameke metirsîdar e û bandora wê li ser rewatiya proseya siyasî û aramiya siyasî li Iraqê dibe. Xasma mîlîs û aliyên ku di vê hilbijartinê de şikestin, hewl didin wê derzê bikar bînin.
Têkildarî Herêma Kurdistanê, niha valahiyeke siyasî çêbûye, xasma li devera Silêmaniyê û derdora wê. Çimkî Tevgera Goranê ku serkarwana opozisyonê bû nikaribû vê carê tew kursiyekî tikîtenê jî bi dest bixe. Her çiqas demek e dilgiranî ji aliyên opozisyonê yên herêmê hest pê tê kirin, çimkî ne di asta wê hêviya siyasî de bûn ku ji cemawerê xwe re çêkiribûn.
Her çiqas dibe ku bibêjin ma partiyên îslamî nûnertiya opozisyonê nakin an jî Nifşê Nû ku serkeftineke baş di vê hilbijartinê de bi dest xist. Bi piştgirêdana bi ezmûna partiyên siyasî yên Herêma Kurdistanê, em dikarin bibêjin ku bi giştî xelk partiyên îslamî wek opozisyon nabîne. Bawer jî nakin ku bikarin wê rolê bilîzin, sedemên vê jî pir in ku cihê wan ne ev gotar e.
Derbarê “Nifşê Nû” jî, heya niha nêrîn û programa wan ne diyar e ka çawa bi mijarên siyasî û niştimanî re tevdigerin û çawa li navçeyên Kurdistanî yên li derveyî Herêma Kurdistanê dinerin. Ev mijar û çend mijarên din ku vêga ne diyar in; anîna kursiyan bi destxistina dengê kesên nerazî di vê qonaxa hêrs û bêhêvîtiyê de ku niha li Herêma Kurdistanê heye, ne tiştekî zehmet e. Beşeke zêde ya xelkê ku deng da Nifşê Nû ne ji ber dilsozî û baweriya wan a siyasî bi wê bizava siyasî ye, lê ji hêrsa wan ji vê rewşê ye û ti aliyekî din layiq nedîtin dengê xwe bidinê. Lewma ez bawer nakim ku pêgeheke Nifşê Nû ya siyasî ya aram di hilbijartinan de hebe, lê belê rewşa Nifşê Nû girêdayî wê valahiya siyasî ye ku piştî avabûna roja Tevgera Goranê li Kurdistanê çêbû.
Tomeriya van hokarên siyasî ku me qala wan kir, wiha kirin niha li avakirina hêzeke siyasî ya opozisyonê were fikirîn ku sûd ji dengên nerazî û valahiyên ku Tevgera Goranê li şûn xwe hiştin, were dîtin. Lewra ez pêşbînî dikim, ji niha ve fikirîn li avakirina hêzeke bi vî rengî were kirin, xasma ji aliyê çend serkirdên Tevgera Goranê ku bikarin sûdê ji vê rewşa nerazî ya niha ya xelkê werbigirin, xasma jî li devera Silêmaniyê ku valahiyek ji hilweşîna Tevgera Goranê çêbûye û herwisa rewşa ku niha YNKê tê re derbas dibe.
Li gor hinek zanyariyan, beşek ji wan serkirdan Îran jî ji avakirina hêzeke bi vî rengî haydar kirine. Diyar e ku divê ev hêz hêj zû ye xwe kom bikin û amadekariyê ji bo hilbijartinên Herêma Kurdistanê bikin. Hebûna rewşa lerzok a nav YNKê dîsa hander e ji bo çêbûna hêzeke wiha, eger heye Lahûr Şêx Cengî jî were bal wan, yan jî hewesdarên xwe raber bike ku piştgiriyê bidin wê hêza siyasî, çimkî ev hêz gişk fakterekî sereke wan kom dike ku ew jî dijayetiya PDK û YNKê ye (helbet niha), ev jî ji bo Lahûr Cengî armanceke sereke ye, ne tenê ev lê belê ne dûr e ku Dr. Berhem jî ji wan nêzîk bibe, xasma heke berbijêrekî din ê YNKê ji bo serokkomarê Iraqê hebe.
Diyar e tişta ku cihê pirsê ye, gelo di vê qonaxa bêhêvîtî û reşbîniya siyasî de ku li bal piraniya cemawerê Herêma Kurdistanê çêbûye derfeta serkeftina hêzeke bi vî rengî heye? Xasma ji bo çend karakterên siyasî ku berê beşek ji aliyên siyasî yên din bûn. Lê ya ji hemûyî giringtir ev e ku ew bereya ku tê pêşbînîkirin çêbibe serkirdekî siyasî yê karîzmatîk tê de nîne ku pir giring e di vê qonaxê de ji bo serketin û aramiya tevgereke bi vî awayî. Dr. Berhem hinekî ev karîzmatiya wî hebû, lê ligel vegera wî bo nav YNK û terkandina hevalên xwe ji bo posta serokkomar, vêga ew pêgeh û xisleta wî nemaye.
Tişta dibe ku cihê hêviyê be ji bo derketina bizaveke siyasî di vê demê de qada Silêmaniyê ye ku di bêhêvîtiyeke siyasî ya herî zêde ye. Partiya ku xwedî pêgeha siyasî ye jî li wê deverê bi dest çend kêşeyên sereke dinale. Lê divê em bibêjin ku niha li Silêmaniyê jî pêşwazîkirina li derketina bizaveke wiha ne bê kelem e, xasma ku pişkeke zêde ya şêniyên wê hest dikin Silêmanî piştî 2009 baceke zêde ya wê hevrikiya siyasî ya aliyên xwe yên siyasî daye, bêyî ku ti sûdeke wan ji Silêmaniyê re hebe.
Pirseke din ev e gelo reng û dengê vê bereya nerazî seranserî Kurdistanê li xwe digire yan tenê ji erdnîgariya siyasî ya Silêmaniyê derbas nabe. Rast e boykot û dengê nerazî li hemî Kurdistanê hebû, lê ne şert e ew bereya nerazî ku li Silêmaniyê dizê bikare hemî Kurdistanê li xwe bigire, ango ew kêşeya ku heya niha li bal piraniya aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê heye, PDKê jî di nav de.
Pirseke din a giring ew e gelo hêzeke bi vî rengî palpişta herêmî werdigire ku bêhtir merema min Îran e. Ez bawer nakim ku hebûna nearamiya bêhtir li devera Silêmaniyê di xizmeta Îranê de be jî. Çimkî niha berjewendiyên Îranê bi YNKê re parastî ne û Îranî naxwazin serêşiyên zêdetir ji YNKê re çêbibin. Tirk jî bi heman şêweyê bawer nakim çêbûna bereyeke bi vî awayî li berjewendiya xwe bibînin, çimkî niha corek ji pêwendiya aram di navbera YNK û Tirkiyê de heye.
Ev gişk dê bibin fakterên bandorker li ser vê bizava siyasî heke ji dayik bibe. Lê tevî vê yekî jî piştgiriya navxweyî û herwisa valahiya siyasî ku heye ezmûna sereke ya çêbûna wan bizavên siyasî ne ku em dikarin di vê qonaxê de wan wek bereya neraziyan bi nav bikin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse