Werin em Katalonyayê temaşe bikin

22-08-2017
Dilawer Ajgeyi
Nîşan Katalonya Kurdistan giştpirsî serxwebûn Barcelona
A+ A-

Piştî êrişa terorî ya ser Barcelonayê ku bû sedema mirina 14 kesan û birîndarbûna 100 kesên din, bi mebesta gihandina peyama sersaxiyê ya gelê Kurdistanê bo gelê Katalonyayê, me serdana Nûnerê Herêma Katalonya yê li Yekîtiya Ewropayê kir û em ji aliyê Nûnerê Herêma Katalonyayê Amadeu Altafaj û hevkarên wî ve hatin pêşwazîkirin.

 

Em weke Nûnerê Herêma Kurdistanê yê li Yekîtiya Ewropayê, me peyama sersaxiyê gihande Nûnerê Katalonyayê, Hikûmeta Katalonyayê û gelê wê. Me di serdanê de amaje bi wê yekê kir, ku gelê Kurdistanê, bû demeke dirêj e li dijî terorîstan şer dike û bi destê hêzên Asayişê, terorîstên DAIŞê hatin têkbirin. Me anî ziman ku gelê Herêma Kurdistanê li gel Katalonyayê di heman cebheyê de ne û Herêma Kurdistanê li şûna wan jî li dijî DAIŞê şer dike.

 

Di serdanê de li ser rewşa herêmê, pêşhatên dawîn û bi taybetî jî li ser pêvajoya serxwebûna Katalonya û Kurdistanê û herwiha li ser tecrubeyên her du aliyan û hebûna astengî û mekanîzmayan hate axavtin.

 

Weke din di civînê de em li ser pêvajoyên referandum û serxwebûna Katalonyayê sekinîn û dema ku em ji aliyê Herêma Kurdistanê ve binirxînin, hin xalên giring ên berbiçav hene:

 

1- Hikûmeta Îspanyayê bi her awayî li dijî pêkanîna referanduma Katalonyayê ye. Îspanya ku referandumê weke li dijî destûra wî welatî bi nav dike, ji bo referandum pêk neyê, hemû hêzên xwe yên siyasî, aborî, dîplomasî bi kar tîne. Îspanya welatekî bihêz e û ji endamên giring ên Yekîtiya Ewropayê û NATOyê ye.

 

2- Aliyên navdewletî, bi taybetî Yekîtiya Ewropayê li dijî referanduma Katalonyayê ye. Li gor rêkevtinê, eger welatekî yan jî herêmeke ji welatên Yekîtiya Ewropayê, ji yekîtiyê veqete, cardin nikare daxwaza endambûnê bike. Ev jî ji aliyê aboriyê ve dê Katalonyayê bixe nav tengasiyê. Li Katalonyayê zêdetirî 6 hezar şîrketên Ewropayê hene û bi hezaran derfetên kar dabîn dikin. Veqetîna Katalonyayê, dibe ku bibe sedema derketina wan şîrketan ji Herêma Katalonyayê û encamên neyênî yên aboriyê derxin holê.

 

3- Katalonya ji aliyê serbazî ve, ne xwediyê hêzeke serbixwe ye û tenê 17 hezar polîs û hêzên wê yên asayişê hene. Ji vî aliyê ve jî lawaz e.

 

4- Beşeke mezin a gelê Katalonyayê, ditirsin mûçeyên ku ji Madrîdê tên, werin qutkirin. Ev jî ji bo karmend û xanenişînan, dê bibe guvaşeke mezin.

 

5- Heta niha li ser mijara giştpirsiyê li Parlementoya Herêma Katalonyayê biryar nehatiye dayîn. Biryara pêkanîna giştpirsiyê, ji aliyê hikûmetê ve hatiye dayîn û şert nîne ku parlemento ji bo giştpirsiyê yasa derbixe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst