Taktîkên Rûsya li stratejya Îranê da

22-08-2016
Nîşan Îran Rûsya Sûriye Navenda Esmanî ya Nûje Hemedan
A+ A-

Li rex hemû  pêşhatên bi lezên  Rojhilata Navîn ku weke bahozeke bê serûber  dirijn ser esmanê vê navçê, nûçe ya firrîna  balefirên bombavêjên Rûsî ji Nûje ya Hemedan a Îranê berev Sûriyê, weke erdhejekê bû ku her kes û piranî jî xelkê  îranê bi xwe şok kir. Jiber ku bi vî karî , li Îrana Îslamî  taboyek şikiya. Şikestina wê taboyê girîngtir ji aloziya Sûriyê û rêkevtina etomî ya Îranê bû ku hîna jî dilê  mohafizekarên îranî diêşîne û stratejiya (Aboriya Berixwedêr) di metirsiyê de dibînin.

 

Helbet bandora bikargirtina navenda esmanî ya Nûje ji aliyê Rûsya ve li ser peywendî yên Îran û Rûsya , sîstema navdewletî û hevkêşeyên navçeyî dê çawan be, bi derbasbûna demê re dê zêdetir derkevin holê û derbarê bê agahiya  Parlamentoya Îranê û xelkê wî welatî ji vê kiryarê û aliyê wê yê yasayî jî, tiştekî nabêjm, ku pirsyarên micid bi xwe re anîn û Konseya  Bilinda Ewlehiya Nîştmanî ya Îranê maddeya 146ê ya Destûra Bingehîn a wî welatî binpê kir.

 

Ji roja  ku firokeyên Rûsya gihîştin navenda esmanî ya Hemedanê, êdî Îran, ji wê rojê ve ne Îrana  piştî şoreşa Komara Îslamî ye, belku Îrana piştî firrîna firokeyên Rûsî ji axa îranê ve bo Sûriyê ye.

 

Serxwebûnxwazî û parastna navbera xwe bi sembolên  dagîrkeran re, girîngitrîn  pênaseya Komara Îslamî ya  Îranê bû ke rijîma Komara Îslamî, li ser bingeha wê ava bû, ku bi hatina  Balafirên Rûsî bo Hemedanê, ev tabo êdî şikest. Her çend ku silogana "ne rojhelat û ne rojava "  ya rjîma Komara Îslamî  bermayiyê şerê sar jî bû , lê ya rast di naveroka xwe da behsa serxwebûna welatekî dikir ku dûrketina wê ji zilhêzan, bo wî welatî pênaseyeke bê mînak di sîstema navdewletî da çê kiribû ku ev jî şikest.

 

Herçend ku niha tê gotin ku Rûsya firrîna balafirên xwe ji Hemedanê ve berev Suriyê daye sekinandin, lê rêkevtineke  demkurt be yan demdirêj û yan jî bila sînordar be, tu cudahiyekê çê nake, ya rast ev e ku Rûs hatin û  axa Îranê bo firrînê bi kar girtin û  bi vê guhertinê êdî Îrana îro , Îrana doh nîne .

 

Taktîkên Rûsya û stratejiya qurbanîbuyî ya Îranê

 

Ya ku hevkariya welatan dighîne bi asteke stratejîk, hevkarî yên serbazî ne . Di peywendiyên Îran û Rûsya de, îranî behsa hinek kiryarên Rûsya li hember xwe dikin ku weke "birînên bihorî ,lê jibîrnekrî " tînin ziman û dibêjn ew birînan ji Tirkmançay, dagîrkirina Azerbaycanê û piştigrîkirina ji Pîşewerî, lêdana Hikûmeta Musedêq, alîkarîdana Seddam, pejirandina biryarnameyan li djî Îranê di dema aloziya atomî de, me jibîr nekirine, lê em datînin rexekî.

 

Eger em bi awayekî lojîkî bi mjaran binihêrin , divê  berisva vê pirsyarê ji xwe re peyda bikin ku çi sûd û nerîneke hevpar li cem Tehran û Moskowê heye, ku dikare  peywendiyên van her du welatan stratejîk bike.

 

Peywendiyên stratjîk encama dan û standinên du alî û hevseng in, li gor vê yekê peywendiyên Îran û Rûsya di hevkêşeyên cîhanî da xwedî vê potanisyelê nînin, jiber ku  ligor bawera îraniyan , çê nabe nirx û buhayên maddî û ma'newî yên stratejîk ên welat bikin qurbaniyê armancên taktîkî yên şirîkekî wek Rûsya ku   peywendiyên bi wî welatî re, herdem ne zelal dimînin.

 

Li gorî vê rastiyê, ku dibêjn (hezkrin û nefret di meydana siyasetê da bê wateye) ,  roja îro Îran dikare him Rojhelatî be û him Rojavayî be. lê rastî ev e ku her çend şerê sar bi awayê berê nemabe jî ,lê belê hevrikiyên  di sîstema navdewletî de bi dawî nehatine .

 

Îîstik di taxma mezinan da eger bi hurî nehatibe hesabkirin û li ser bingeha rastiyan nebe, dikare karesatbar be . Aloziya Sûriyê, şert u mercên heyî li Rojhilata Navîn û gelek pêşhatên din, perçek in ji vê lîstka mezin ku sererastkirina wê piranî di destê  lîstikvanên cîhanî de ye.

 

Rûs herdem bo Îranê metirsiyeke nêzîk bûye û dîroka Îranê eşkere dike ku nihênî ya berdewamiya Komara Îslamya Îranê , encama  ragirtina balansê di peywendiyên xwe bi Rojava û Rojhilat re bûye û slogana "ne Rojava û ne Rojhilat"  nîşana berdewamiya vê nerînê piştî şoreşê bûye .

 

Îranê bi anîna balafrên Rûsî û cîgirkirna wan di navenda esmaniya Nûje ya Hemedanê de , xetek kişande ser vê nerîna xwe ya stratejîk û dikare bibe zemîneya derketina aloziyên mezintir ji aloziya Sûriyê û di pêşhatên dahatî de , Ewlehiya Nîştmaniya Îranê  rastî xetereke micid bîne.

 

Niha di demekê da ku  metirsiya jidestdana Bendera Tertûsê li Derya Spî , xew ji  Rûsan girtye, xeyala bidestxistina Nûje ya Hemedanê li ser Kendavê, dikare destkevteke mezin bo Moskowê be. Wisa jî diyar e ku piştî mijara Nûje ya Hemedanê, girîngiya Încîrlîk a Tirkiyê jî, li cem Amrîka zêdetir be û divê li bendê bin ku di navçeya me da pêşhatên gelekî girîng û nû û bi lez derbikevin û lîstikên heyî wê asêtir jî bin .

 

Hesab kitêbên Rûsan derbarê kirîza Sûriyê de, wek yên Îranê nînin û Rûsya ketiye nav hesabên cîhanî û li hember her kiryareke taktîkî, ji Îranê nirxekî stratejîk wergirtye. Li gerîneka Rojhilata Navîn de ,rewş asêtir ji wê ye ,ku  em mijara firrîna Rûsan ji axa Îranê ve tenê girêdayî bi kirîza Sûriyê ve bizanbin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst