Referandûm derfeta dawîn a netewbûnê ye
Eger li Başûrê Kurdistanê kurd şkest bixwe dê kurdbûna hemû parçeyên din jî kawil bibe. Eger referandûm neyê kirin an jî sernekeve, ti baweriyek bi netewbûna me namîne û kurdbûn jî bê mifa û bê sûd dibe.
Hişmendiya hevbeş a kurd (kurdên her çar parçeyan) tenê di êşa bindestiyê de heye, ku ew jî di stran, helbest û lorikan de ye.
Ji ber em zêdetirî hezar salan e bê dewlet dijîn, wateya peyva “serxwebûnê” fêm nakin. Çimkî em herdem ser bi kesên din ve bûne.
Rizgarbûna ji zilma millî bûye xewneke hevbeş, ku kurdan bi hev ve girêdide. Gelo eger ew xewn jî nema, tişteke din heye me weke neteweyekê hesab bike?
Erê ma Ziman? 3 kurd li ser standartîzekirina vê diyalektê hemûyê li hev nakin ku em hemû pê ve girêdayî bin. Vêca çiyê me heye ku me li hev kom bike? Dîwana Ehmedê Xanî? Ji sedî yekê kurdan ew nexwendiye. Çend helbesteke Nalî? Dîsa ji sedî yekê kurdan nexwendiye. Heta astekê jî srûda Ey Reqîb û rengên Ala Kurdistanê kurdên Moskowê, yan ên Mendelî, Mihabad, Amedê li gel kurdên Hewlêr û Qamişloyê tîne ba hev. Niha derbarê wan de jî nêrînên cuda derketine.
Kurdistana bin desthilata Sûriyê bûye Rojava û niha jî bûye kantonên “bakûrê Sûriye. Partiya mezin a Bakûr jî ku armanca wî Kurdistaneke serbixwe, yekgirtî û sosyalîst bû, niha armanca wî bûye serhildana ji bo azadiya kesekî “Birêz Ocalan.” Civaka ekolojîk jî li ser zêde kirine da ku em wî guhertina 180 pileyî bipejirînin.
Ka ez pirsekî bikim; eger em serbixwe nebin û ser bi Bexdayê ve bin, dê çi qazanceke me hebe? Avakirin, geşedana zêdetir? An demokrasiya zêde, pereyê zêde? Pêşkeftin, zanist û me’rîfeta zêdetir? Erê ma aramî, aştî, kêf û jiyana xweş? Bê guman na!
Pêwîst nake ez ji kurdekî bipirsim ka Kurdistaneke blindestê Iraqê yan Kurdistana niha bi hemû kêmasiyên xwe ve baş e? Tenê vê dibêjim, dema kesekî xelkê Bexdayê tê Kurdistanê, bajarên Kurdistanê li gel bajarên Ewropayê berawird dike û xweziyan pê dike.
Ev sed sal e em li hêviya vê derfetê ne û bila pêngava dawî ya ji bo azadiyê û damezrandina dewleta xwe jî biavêjin. Ji bo serxwebûn û azadiyê di dawiya salên 1800î serhildana Şêx Ubeydullahê Nehrî dest bi serhildanê kirine. Paşî Şêx Seîd, Şêx Ebdulselam Barzanî, Simkoyê Şikak, Şêx Mehmûd, Qazî Mihemed û heta Mele Mistefa Barzanî ji bow ê xebat kirine da ku Kurdistan serbixwe be û kurd azad bin. Lewma, bila em nebin xwediyê Kurdistana Iraqê, bibin xwediyê Kurdistana kurdan.
Ev derfeta dawîn e ji bo me. Iraq bi hêz bibe, çav li ser herêmê dûr bikevin û pêwîstiya Amerîkayê jî bi kurdan nemîne dê rewşa me vegera ya salên 1960an û ne dûr e ku li ser me peymaneke din ê Cezayîrê çênekin.
Bi xweşî yan bi ne xweşî û zorê, dê Bexda dê leşkerên xwe yên ereb li “bakûrê Iraqê” bicîh bike, Heşda Şeibî, Artêşa Şeibî û mîlîsên mezhebî dê hemû demê, hemû bihostên Kurdistanê bixin bin destê Bexdayê. Ma kî dostê kurdan hene?
Li dunniyên Mûsilê binerin ka çi lê kirin. Herwiha li Sûriyê zêdetirî 350 hezar kes kuştin, zêdetirî 12 milyon kes penaber û koçberê welatên din bûn. Ma kesî Esed ragirt?
Eger em serbixwe nebin dê dîsa deriyên tarî û polayî bi ser Kurdistanê de bigrin. Ji bo vegera sifirê jî ka dê kî here çiya yan jî çek û kurên xwe bişîne?
Em milletekî westiyayî ne. Ev referandûm jî derfeta dawîn e da ku bikarin bi aramî, aştî û azadî bijîn, bi yekcarî ji zulma biyaniyan rizgar bibin, herwiha paşerojekî geş ji bo zarokên xwe misoger bikin.
Divê em di nava xwe de zû li hev bikin. Îlon nêzîk e û nabe em ev hinde dijîtiyê, bazirganiya bi qest an ne qest li ser referandûmê bikin. Çimkî eger wiha nebe, dengên “erê” serbikevin jî ew kesên ku bixwazin ji aloziya nav me sûdê werbigrin, li navçeyên destê wan digihe, dikarin sindoqên denganê bi dengên “na” tejî bikin û bêjin, ev xeletiya we ye.
Ev dema ku di destê me de maye, divê di oxira berjewendiyên nîştîmanî de, ji bo sererastkirina xeletiyên me be. Sekreter, serok, berpirs tên û diçin. Lê welat û dewlet dimîne. Dizanim em ketine lepê dagirkeran ku bi xweşî lê rizgar nabin. Lê nexweşiya bi dawî, ji nexweşiya bê dawî pir baştir e.