Di nûtirîn biryara Dadgeha Federal a Iraqê (121/2022) ku di roja (15ê gulanê) de derket, erk û karên "hikûmeta karbirêker" a Mistefa Kazimî bi temamî hatin bertengkirin. Biryara ku di şêweyê şiroveya destûrê de ye û bersiva daxwazeke serokkomar têkildarî şiroveya Madeya (64/duyem) a destûrê ye, dest û lingên hikûmeta Kazimî girê dide û erkên wê ji bo wan tedbîrên ku tenê meşandina karên rojane garantî dikin, kurt dike.
Wisa jî, bi tekst hatiye ku ev hikûmet nikare tu pêngavekê bavêje ku bandora wê li ser siberoja siyasî, aborî û civakî ya Iraqê hebe; wek pêşniyarkirina proje-yasa, qerzkirin, damezrandina xelkê di pileyên bilind ên dewletê de yan efûkirina wan ji erkên wan yan jî hilweşandina heykelê wezaret û fermangehan û her wiha ji nû ve dariştina wan.
Bi zahirî, biryara dadgehê pevketina herî beloq û eşkere ya serokkomar û serokwezîr e. Çunke bi sedema daxwaza serokkomar (di 12ê gulana 2022yan) de bû ku hikûmet ji derb hate xistin. Lê bi vegera li hûrgiliyan diyar dibe ku daxwaz bilindkirina daxwaza 44 parlamenterên şîî yên bereya "Çarçoveya Hevahengiyê" ye ku Mihemed Şîa Sûdanî yê nêzîkî Malikî serokatiya wan kiribû.
Her di naveroka biryarê de jî, hindek bendên din derbas dibin ku heye bikevin berjewendiya serokwezîr Mistefa Kazimî de, wek parêzbendîkirina "hikûmeta karbirêker" ji egera standina baweriyê ji bo ku hikûmeteke nû bi serokatiya Cafer Sedir cihê wê bigire, xasma çend roj in galegaleke wiha germ heye ku hevpeymaniya sêalî (Sedir, PDK û Siyadeya suniyan) bi mifawergirtina ji naveroka madeyeke din a destûrê (Madeya 61ê) li ser vê senaryoyê dixebitin.
Piştî vê biryara Dadgeha Federal, mezintirîn proje-yasaya berdestê hevpeymaniya sêalî "ewlekariya xwarinê" ku hikûmetê ji 19ê adarê ve şandiye parlamentoyê, ji derb dikeve û budceya pêşbînîkirî ya yasayê jî di navbera 25-35 tirîlyon dînaran de ye.
Di heman demê de, her li gor vê biryarê, hikûmet nikare budceya 2022yan bişîne parlamentoyê. Li vê gorê jî, piştî 2003yan ev cara sêyem e (2014, 2020, 2022) ku Iraqê budceya salane pêşkêş nekiriye. Di demekê de ku bi sedema bilindbûna nirxê petrolê û şerê Ukraynayê tê pêşbînîkirin ku dahata wê ya îsal bigihe 150 milyar dolaran!
Nebûna budceyê bandoreke xerab li ser bazar, proje û rewşa aborî pêk tîne. Çunke li gor yasayên berkar (kageriya darayî ya federal 6ê 2019) hikûmet dikare tenê 1/12ê xerciyên sala 2021ê di sala nû de (2022) xerc bike.
Lê li hêleke din, hinek destvekirîbûnê bi silfeyê dike, xerciya pêdiviyên rojane dabîn dike û qeyrana giraniyê çareser dike. Bi Herêma Kurdistanê re jî stûxwarî tu teksteke yasayî ya budceyê nabe, li vê gorê jî lihevkirin, ji hev fêmkirin û atmosfera siyasî û guvaş biryar didin ku çawa tev digere.
Li ser asta siyasî, biryar beloqtirîn zelalkirina hûr a dadgehê ye, li ser çarçoveya qanûnî ya qonaxa piştî hilbijartinê ku "xetimîna siyasî" û "valahiya hikûmî" bi ser de zal û serdest e.
Tenê du rêyan li pêşber aliyên siyasî yên hevrik dihêle ku ew jî; yekem, lihevkirina ji bo pêkanîna hikûmeta nû heke bixwazin Iraqê ji qonaxa karbirêker" derbas bikin.
Duyem, hilweşandina parlamentoyê û sazkirina hilbijartineke nû heke hewldanên tifaqê bi temamî gihiştin xetimînê. Çunke tu derfeteke din ji bo çareseriya navîn di biryarê da nîne, wek rakirina hindek wezîran û guherandina wan li jêr serokatiya Kazimî yan rakirina temamiya kabîneyê û xweşkirina rê ji bo kabîneyeke nû bi dengê piraniya parlamentoyê (hevpeymaniya sêalî).
Di 26ê adarê de ku hevpeymaniya sêalî (Rizgariya Niştiman) bi rêberiya Sedir gihişte 202 parlamenteran ji tomeriya 220ên pêwîst ji bo hilbijartina serokkomar, bereya "Çarçoveya Hevahengiyê" ya şîî bi "gef û offer"an nehîşt bereya piraniyê bigihe armanca xwe, wiha jî parlamento di cihê xwe de teqinî.
Di 15ê vê mehê de jî dadgehê desthilatên hikûmetê sînordar kir û derî li pêşber egera guhertina hevkêşeyê girt.
Di demekê de ku berê û di meha sibatê de dadgehê di bersiva dozeke serokkomar de pêşmercê amadebûna 2/3ê parlamenteran ji bo hilbijartina serokkomar çesipand, bi vê jî tu wateya piraniya Sedir, PDK û siyadeya suniyan û hindek ji "serbixweyan" bi 202 parlamenteran ve nema, di demekê de ku li gor destûrê ji bo pêkanîna hikûmetê 5+1 ango 165 parlamenter bes in.
Bi baweriya hindekan, biryara dadgehê ji bo şiroveya desthilatên "hikûmeta karbirêker" lojîkî û di feleka yasa û destûrê de ye û bêyî merem avê dixin aşê bereya "Çarçoveya Hevahengiyê" de.
Hindek kesên din vedigerin paş û dabaşa wê yekê dikin ku di sala 2010an de Nûrî Malikî nêzîkî 10 mehan serokwezîrê karbirêker bû, hemû desthilatên xwe jî bi kar dianî, gelo çima vê dadgehê sînor jê re nedanî?
Rast e Dadgeha Federal a Iraqê rêyên çareseriyê ji bo tifaq yan dubarekirina hilbijartinê kurt kir. Lê heta niha tu ceza û tedbîrek ji bo binpêkirina wadeyên destûrî yên hilbijartina serokkomar û dengdana bi hikûmetê pêşniyar nekiriye.
Ji ber giranî û astengiyên pêşber her du bijardeyan jî, dibe ku aliyên siyasî yên her du aliyan mifayê ji çavjêgirtin û "xemsariya" dadgeh û destûrê werbigirin, ji bo binpêkirina wadeya destûrê.
Her bi vê sedemê jî dê xêleke din jî ev qonaxa "ne şer ne aştî" di navbera her du bereyên şîî û hevpeymanên wan de berdewam bibe, xasma ku kartêkerên wê yên bibandor û sereke gihîştin tifaqê (Washington, Tehran, Necef û kolan) her yek bi sedemekê li derveyî xeleka guvaş û çêkirina metirsiyên cidî li hember aliyên hevrik e.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse