Sûprîza Çînê ji bo Rojhilata Navîn

22-02-2022
RÛDAW
A+ A-

Mehdî Ferec

Di nava çend rojên borî de, endamê encûmena dewletê û Wezîrê Derve yê Çînê Wang Yi bi çend wezîr û serkirdeyên Rojhilata Navîn re civiya. Li bi Wezîrê Derve yê Erebistana Siûdî, Wezîrê Derve yê Kiwêtê, Wezîrê Derve yê Omanê, Wezîrê Derve yê Behreynê û Sekreterê Giştî yê "Encûmena Hevkariya Welatên Erebî - GCC" re rûnişt. Yên herî dawî jî Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mewlûd Çawişoglu û Wezîrê Derve yê Îranê Hisên Emîr Ebdullahiyan bûn.

Di ajendaya hemî wezîran de amadesaziya ji bo hevahengiya bi welatê Çînê re, pêşxistina pêwendiyan û sûda hevpar hatiye nîşandan.

Çîn welatên Encûmena Hevkariya Welatên Erebî GCC, Tirkiye û Îranê wek hevrêyên baş dide nasîn. Helbet di adara 2021ê de, Çîn û Îranê rêzek peyman û girêbendên stratejî ji bo dema 25 salan mohr kir.

Heta niha di civînan de hemî aliyan li ser rewşa deverê bîr û bawerî bi hev guhertine. Hemfikir bûn li ser hewldana ji bo dîtina çareseriyên siyasî ji bo pirsgirêkên niha yên navçeyê li her yek ji welatên Filistîn, Yemen, Iraq û Sûriyeyê. Pirsgirêka çekên atomî yên Îranê jî hate gotûbêjkirin.

Çîn hewl dide rêyeke Rojhilat Navînî bibîne ji bo çareserkirina nakokiyên xwe di meydana piralîtiyê de. Çîn dixwaze piştevaniya piralîtîyê bike û bi jîwar piştgiriya desthilata Neteweyên Yekbûyî bike, çunke Çîn ti caran rasterast destwerdanê di karûbarên navxweyî yên ti welatekî de nake.

Çîn xwediya duyem mezintirîn aboriya cihanê ye, bikarhênera mezin a petrolê ye û wek çavkaniya hilberîna biyanî tê naskirin, bi tevahî pişta xwe bi gaz û petrola Rojhilata Navîn girê dide.

Erebistana Siûdî wek yekem û mezintirîn hinardekara petrola Çînê tê hejmartin. Her roj bêhtirî 10 milyon bermîlên petrola xam hinardeyî wî welatî dike.

Tevî dorpêça Rojava û welatên ewropî li ser Komara Îslamî ya Îranê, lê Çînê pişta xwe neda Îranê û mezintirîn hevbeşa bazirganî ya Îranê ye. Tevî pirsgirêka veguhastinê (shipping)ê, her roj bêhtirî 650 hezar bermîlên petrolê dişîne Çînê. Sala borî qebareya pevguhertina navbera wan her du welatan bi salnameya Komara Îslamî ya Îranê, 18 milyar dolarên amerîkî bû.

Çîn gelek hewldanan ji bo xurtkirina cihê xwe li Rojhilata Navîn dike. Her roj wek dost û hevalên kevin, gazî welatên deverê dike û bala wan dikişîne ser siberoja hevpar. Dibe ku xerabîya ezmûnê, lawazîya Amerîka li deverê û êrişên dronan li ser navendên Amerîkayê hevkarîya Çînê bikin û derfeta hilberîneke zêdetir ji şirketên wê re berdest bikin, xasma di warê petrol û pîşeyên din.

Heke em hinekî hûrbîn bin û rewşa Çîn û Amerîka li Rojhilata navîn bidin ber hev, em dibînin ku heke welatên deverê ne dostên Komara Gel a Çînê bin jî, lê ne li dijî wî welatî ne. Hevbeşîya bazirganî û dostanîyeka wan a harmonî heye. Çîn her roj insyatîfan ji bo bihêzkirina têkilîyan pêşkêş dike.

Li milê din, ev hevkêşe ji Amerîkayê re lap berevajî ye. Ji bilî hevalbendên wê yên dudil û bêgav li deverê, hejmareke zêde ya welatên navçeyê li dijî Amerîka û hegemonîya wî welatî ne. Armanca sereke ya Çînê ji bihêzkirina pêwendîyên xwe bi welatên navçeyê re li berjewendîya projeya destpêşxer a kember û rêyê ye.

Di alîyê cografî û ceopolîtîk de jî, Herêma Kurdistanê ji bo mifawergirtina ji Rêya Hevrîşimê ya nû navçeyeke kêrhatî ye. Hewlêr dikare bi pêşxistina têkilîyên xwe bi Çînê re, wiha bike ku hemî hêkên wê di hunirê selikeke tenê de nemînin. Ji ber pirsgirêk û nakokîyên deverê û hegemonîya Amerîkayê, dê ev mijar hinek kêşeyan ji Hewlêrê re çêbike. Lê di eynî demê de jî nav di Amerîka bide ku bêhtir piştevanîya Hewlêrê bike.

Di hefteya hevdîtinên bênavber ên Çînê bi welatên deverê re, ne kesî Iraq dît û ne jî bîna! Bi sedema hegemonîya dîyar a Amerîka, di îlona 2019an de, Çînê rêzek girêbendên stratejî bi Iraqê re mohr kir. Piştî vegera serokwezîrê wê çaxê yê Iraqê Adil Ebdilmehdî, ne tenê ew hat cemidandin û rakirin, bi ser de jî ti yek ji projeyên Çînê jî neketin warê cîbicîkirinê.

Li vir hin pirs derdikevin holê: Gelo tiştekî hevpar ê wan civînan heye? Yan insyatîfeka ji nişka ya Çînê ji bo Rojhilata Navîn dibe? Karvedana Amerîka çi dibe? Gelo naveroka pirsgirêkên gotûbêj li ser wan hat kirin, çi ye?

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst