Çima hilbijartin ji bo demokrasiyê girîng in?

Hilbijartin bingeha demokrasiyê ye. Hilbijartinên azad û dadmend canê hilbijartinên demokratîk in. Hilbijartin ji şêniyan re wekî mekanîzmayekê ye ku xwestekên xwe yên siyasî bi rêya wê der bibirin û lêpirsînê li serkirdeyên xwe bikin.

Ew ji bo karkirina saxlem a her pergaleke demokratîk pêwîst in lê belê bandorên hilbijartinan li ser pêkanîna guhertinên siyasî û aborî pir caran ne wekî pêwîst in. Carinan jî partî û serkirdeyên siyasî hilbijartinan tenê fena mekanîzmayekê ji bo rewakirina desthilata xwe bi kar tînin.

Herçend heta niha hilbijartinên Herêma Kurdistanê ne bi temamî azad û dadperwer bûn lê dîsa jî hilbijartin mekanîzmayeke baş bûn ji bo çêkirina baweriya xelkê bi hebûna berdewamiya proseya demokrasiyê û siyasetê li Herêma Kurdistanê.

Hilbijartin bandoreke darîçav li ser siyaseta navxweyî dikin. Hilbijartin platformek in ji bo derbirîna raya giştî, rê didin dengderan ku piştgiriya siyaset û siyasetmedaran bikin an jî wan red bikin.

Li Kurdistanê, saziyên me yên rapirsiyê nînin ku em bizanin xelk çawa li partiyên siyasî û siyasetmedaran dinêre lê hilbijartin heta radeyekê nîşan didin ka xelk çawa li ser siyasetmedar, partî û hikûmetê difikirin.

Wekî mînak, pêkan e ku têkçûna hikûmetekê di birêvebirina aboriyê yan siyaseta derve de di dema dengdanê de bi cezakirina wan ango dengnedana wan were nîşandan û bibe sedema guhertina serkirdayetî yan rêgezên siyasetê. Berevajî vê, hilbijartin dikare erkê bide hikûmetekê û rewatiyê ji polîtîkayên wê yên berdewam re misoger bike.

Li welatên fena Hindistan, Amerîka û Rûsyayê ku biryar e hilbijartinên wan di sala 2024an de bên kirin, ev pêvajo bi rewş û awayên cuda cuda nêrîna gelên wan derbarê partî û siyasetmedarên wan de nîşan didin. Em dizanin ku Putîn dê di hilbijartinan de li Rûsyayê careke din bi ser bikeve lê li Amerîkayê dê hevrikî tund bibe û dibe ku li Hindistanê Narendra Modi careke din bibe serokwezîr.

Agahiyên me yên pêşwext, razîbûn an jî nerazîbûna rast a xelkê ji serweriya her sê welatan wekî hev nîşan nadin, ji ber ku li gor nêrîna beşekê ji cîhan û mixalefeta Rûsyayê, hilbijartinên Rûsyayê bi awayekî wekhev û azad nayên kirin.

Girîngiya hilbijartinê ji bo aramî û demokrasiyê

Hilbijartin ji bo parastina aramiyê û xurtkirina demokrasiyê pir girîng e. Em li Herêma Kurdistanê vê rastiyê baş dizanin. Hilbijartin ji bo çareserkirina nakokiyên siyasî rêyeke aştiyane ye. Heger ne pêvajoyeke demokratîk be, dibe ku bibe sedema alozî yan jî pevçûnên bixwîn.

Me sala 2023yan bi hevrikiyeke tund oxir kir. Bi baweriya min, hinek jê bi sedema derengketina hilbijartinan bû. Çawa ku Stuart Mill (1806 – 1873) dibêje: “Qîmeta dewletekê, di demeke dirêj de, qîmeta takekesên ku pêkhateyên wê dewletê ne.”

Ger demokrasî ji gel bo gel û bi rêya gel be, divê pêkhateyên di nav her yekîneyeke birêveberiyê de beşdarî birêveberiya dewletê bibin. Hilbijartin takekesan xurt dike, bi vî awayî jî nirx û aramiya dewletê xurt û têrbawerî dike.

Di demekê de ku gumana ji demokrasiyê saxlem e lê gumana zêde ji hilbijartinan dikare rewatî û pêvajoya demokratîk bi xwe têk bibe. Mixabin li Herêma Kurdistanê gelek caran guman xwedî bingeheke rast in, çi bikaranîna dezgehên niştimanî ji bo xizmeta partiyekê yan siyasetmedarekî be, yan jî sextekariyên zêde di hilbijartinan de bin. Ger em bixwazin demokrasiyê xurt bikin, divê em rê nedin ku guman li ser hilbijartinê çêbibe. Çênebûna gumanê bi vê yekê pêk tê ku em bikarin hilbijartinên azad û dadmend bikin.

Sextekarî û destwerdana hilbijartinan dilgiraniyên pir mezin û jidil li pey xwe tîne lê çareserî ne hilweşandina hilbijartinan bi tevahî ye, li şûnê baştirkirina şefafiyet û lêpirsîna hilbijartinan e.

Di rastiyê de, hilbijartin dikare guhertinê çêbike lê rade û xwezaya vê guhertinê girêdayî sedemên cuda cuda ye wekî atmosfera siyasî, pergala hilbijartinan û reftara dengderan. Ji bo guherînê, pêwîst e hilbijartin azad û dadmend bin û hevrikî di wan de hebin, herwiha piştrast bikin ku derfeta rastîn a derketina hizr û serkirdeyên nû heye ne ku dijberî di çarçoveyekê de bê asêkirin ku nikaribe bi azadî kar bike û tevbigere.

Zanyariyên demokrasiyên cîhanê yên cuda cuda nîşan didin ku hilbijartin dikare bandoreke kûr pêk bîne. Bo mînak, Bihara Erebî nîşan da çawa hilbijartinên piştî serhildanan bûn sedema guhertinên siyasî yên darîçav li çend welatên Rojhilata Navîn.

Bi heman awayî, hilbijartinên vê dawiyê li welatên cihêreng ên Ewropayê guhertin li pey xwe anîn û tekeziya wan a zêdetir li ser jîngehê bû ku ev jî nîgeraniya gelemperî ya li ser guherîna avûhewayê nîşan dide.

Lê divê em ji bîr nekin ku hilbijartin carinan derfetan dide hêzên rastgir, dijdemokratîk, hêzên dijî jîngehê û dijî jinan dema ku populîst nîgeraniyên kûr ên gel bi kar tînin û bi polîtîkayên xwe yên populîst gel dixapînin da ku dengê xwe bidin wan.

Herêma Kurdistanê: Gelo dikare bêyî hilbijartinan bijî?

Ji bo Herêma Kurdistanê li Îraqê, hilbijartin seba parastina statûya wê ya nîvserbixwe û piştrastbûna ji nûnertiya şêniyên wê yên cihêreng pir girîng e. Bêyî hilbijartin metirsiya zêdebûna parçebûn û bêaramiya navxweyî heye, wekî ku me di sala 2023yan de dît, ev jî dikare serxwebûna herêmê têxe metirsiyê.

Amerîka û Yekîtiya Ewropayê girîngiyeke mezin didin hilbijartinên Kurdistanê û pir hewl daye ku pirsgirêkên navbera PDK û YNKyê çareser bikin. Dîplomatkarên Ewropî û Amerîkî û herwisa Neteweyên Yekgirtî heta niha çend caran li gel Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) civiyane, bêyî ku bigihin encameke erênî.

Dilgiraniya wan ji girîngiya stratejîk a deverê di siyaseta Rojhilata Navîn de û kartêkirinên wê li ser aramiya jeopolîtîk a berfirehtir tê. Hilbijartina şefaf û dadperwer li Herêma Kurdistanê dikare aramiyê ber bi pêş ve bibe, nav di bicihanîna demokrasiyê bide û nûneratiyên cihêreng ên neteweyî û siyasî misoger bike, paralel be li gel berjewendiyên berfirehtir ên Herêma Kurdistanê ku em hemû jê hez dikin.

Di demekê de ku hilbijartin ne dermanê çareserkirina hemû nexweşiyên siyasî ye lê pêkhateyeke bingehîn a desthilatdariya demokratîk e. Ramanwerên mezin ên wekî Alexis de Tocqueville balê dikişînin ser girîngiya demokrasiyê û dibêjin ku "Dibe ku tenduristiya civakeke demokratîk bi awayê kar û kirinên welatiyên wê were pîvandin."

Ji bo bicihanîna van erkên girîng, hilbijartin desthilatê dide welatiyan. Ango hemwelatî siyasetê û siyasetvanan neçar dikin ku guhdariya daxwazên wan bikin, bi misogerkirina bersivdana daxwazên wan ji bo xizmet, dadmendî, jiyana hevbeş û desthilatdariya baş. Loma li şûna ku gelek guman li hilbijartinan bên kirin û astengî ji wan re bên çêkirin, divê hewldan ji bo xurtkirina proseyên hilbijartinê, bilindkirina şefafiyetê û misogerkirina beşdariya herî berfireh bên kirin. Divê beşdariyeke xelkê ya berbiçavtir hebe, ji ber ku beşdariya zêdetir encamên paqijtir û demokratîktir garantî dike.