Ez ne Charlie Hebdo me!
We kovara Charlie Hebdo qet dîtiye an jî xwendiye? Beriya wê bûyera Parîsê ku tê de 17 kes hatin kuştin, ji kurdan kî ev kovar nas dikir? Gellek kêm. Lê her mirovekî demokrat û mirovperwer vê erişê şermezar dike. Divê wiha be jî!
Herwiha ev eriş li dijî azadiya raman û azadiya rojnamegeriyê ye. Azadiya raman û rojnamegerî yek ji sitûnê civaka sivîl e. Çiqas ji hinek kesan zehmet be jî, mafên mirov heye ku Xwedê înkar bikin, henekê xwe bi pêxemberan bikin an jî wêneyên “qûn taziyan” biweşînin? Ma gelo sînorê azadiya ramanê tine?
Ev sînorê heqaret û ziyandayîn tenê di çarcova zagona tewanbariyê, zagonên demokrasiyê de heye. Ji xeynî vê, her kes dikare çi bixwaze bibêje an jî binivsîne. Di demokrasiya rast de ku dîtinê neyên pejirandin, mirov dikare li dijî derkeve, xwe jê dûr bike, li dijî wê binivsîne an jî wî mirovî ji dost û hevalên xwe îzole bike. Lê nayê kuştin!
Kî ji bo xwe azadiyê dixwaze, divê mafê azadiyê ji bo mirovê ku jê hez neke jî qebûl bike. Kî li dijî kuştina mirov be, divê li dijî kuştina wan hovên terorîst yên DAIŞê be jî. Ev hinekî zehmet e?
Dema ez azadiya fikir û ramana mirovekî bixwazim, divê çiqas ne bi dilê min be jî, ez azadiya fikir û ramanê ya hemû mirovan bixwazim. Mesele hevqas rihet e. Lewra, divê ez piştigirya Charlie Hebdo bikim, sersaxiya malbatê wan nivîskarên hatine kuştin bixwazim. Lê dîsa jî qet ji kovar û naveroka Charlie Hebdo hez nakim. Çima?
Gellek ji wêneyên Charlie Hebdo xirab bûn, tijî nefret û bêrêzî bûn. Mînak wêneyek him pîsîtî nîşan dide û behsa Qurranê dike, li ser rûpelekî din papayê xiristiyanan weke mişkê kor xêz kirine, Xwedê, Îsa û Giyan bi hev re sêks dikin, rûpel li ser rûpel gellek tiştên qirêj, xirab û tijî nakokî nîşan didin, ev jî ne li gorî raman û dilê min e. Lê nivîskar û wênekeşan “heq” kiriye ku werin kuştin? Bêguman na.
Ev qirêj in, çepel in, gemar in, Xwedênenas in, lê dîsa jî divê ez bikarim wan wêneyan, nivîsan û gotinan tehemul bikim. Ji ber ku ez jî dixwazim raman û dîtinên min nebin sedem ku ez, malbata min an jî civaka min zerarê bibînin, werin kuştin, wek îro li Tirkiyê, Iraqê, Sûriyê û Îranê. Wexta li welatekî bêje û raman qedexe bin, pênûs şikestî bin, mora vê bi xwîn be, ev welatekî tirsonek, tênegihiştî û gellekî rezîl e.
Nivîskarên Charlie Hebdo bêguman ne tirsonek bûn. Wan ne li ser kom û şexsên biçûk û nexedar nivîsandin an jî xêzên xwe li hev hûnandin. Na, wan li ser îslamê, xiristiyaniyê, serokên dewletan, general û dîktatoran xêz kirin wêne li ser wêne, kirin pêkenok, lotik li ser lotikan avêtin. Çaxê li dinyayê mirov behsa lehengiya nivîskaran bike, ev yê Charlie Hebdo ne, bêtirs, leheng, mirovên mezin bûn. Lê dîsa jî, min qet û qet ji wêne û xêzên wan hez nekir.
Charlie Hebdo ji dinyaya min gellek dûr e û dîsa jî ev nivîskar ji bo min jî mirin. Ez dizanim!
Ev çi dinya ye ku nîvîskar, karîkaturîst, wênekêş, rojnemavan divê xwe veşêrin? Ev çi dinya ye ku azadiya ramanê dikujin? Ev çi dinya ye ku henekvan, pêkenok, espîrîst ji jiyana xwe ditirsin?
Rast e, azadî qirêj û gemar e, yekcar raman û fikirê ku em qet naxwazin. Nexwe em destpê bikin û azadiyê sînordar bikin. Dê çi bibe? Kî desthilatdar be dê li gorî xwe azadiyê şirove bike. Ev destpê bikin hemû mirovên ne wek wan bihizirin, bikujin, yek bi yek. Hinekê mirovên ku ne bi zimanê wan diaxivin, an jî rengê wan cuda be dê werin kuştin, komên dîn, etnîk ku cuda ne, dê werin kuştin, dê werin … Heta kuderê? Di dîrokê de me ev gellek car nedîtiye? Beguman erê.
Gava her kom, ol, partî an rêxistinek li gorî xwe azadiya ramanê sînor bike, êdî ji azadiyê çi dimîne? Nexwe em mejiyê xwe tine bikin, zimanê xwe jêkin û dîsa wek bapîrên xwe yên kevn di nav şikeftan û çolan de bijîn. Wextê yek ne bi dilê min be ez rakim kevirêkî di serî de hûr bikim? Azadî ne wiha rihet e. Mejî, aqil, tehemula ramanên cuda, mirovatî hewce ye.
Lewma, divê em bikaribin wêneyên wek yên Charlie Hebdo tehemul bikin, lê em ne mecbûr in jê hez bikin. Ez nabêjim “Je suis Charlie” (Ez Charlie me), ez ne Charlie me!
Ez vê jî bêjim: Wexta Kurd tên qirrkirin li dinyayê kêm kes dibêjin “Je suis Kurd”, “Je suis Kobanê”, “Je suis Ezîdî”.
Dîsa jî Charlie Hebdo divê hebe, lê ez vê kovarê nastînim û qet jî jê hez nakim. Ez ne Charlie Hebdo me!