Tevî serdestiya Îsraîlê ya li hemberî Eniya Berxwedanê xasma Hemas, Hizbula û Îran jî vî şerî nîşan da ku Îsraîl li herêmê bi tenê ye. Helbet ev yek tevî hebûna Peymanên Îbrahîm û asayîkirina pêwendiyên Îsraîlê li gel çend welatên Erebî li ser destên Donald Trump.
Vî şerî derxist holê ku Îsraîl nikare heta dawî, demeke dirêj şerê van çend welatan bike. Loma wer dixuye ku hem Îsraîl û hem jî hin biryarderên Amerîkayê gihîştibin wê baweriyê ku ger nexşeya siyasî ya wê herêmê neyê sererastkirin, wê demê zehmet e Îsraîl karibe hebûna xwe bêyî metirsî bidomîne.
Ya rasttir, bi zimanê zanistên siyasî, pêdiviya wê rewşa nû bi çêbûna sîstemeke herêmî ya nû li herêmê heye (new regional system) nexasim li cihê ku jê re dibêjin Welatê Şamê (Levant).
Ger em bi baldarî lê bifikirin, çêkirina vê sîstema herêmî ya nû dikare bi du rêyan were kirin. Rêya yekem berdewamkirina Peymanên Îbrahîm e, nemaze derbarê Erebistana Siûdî û Misirê de ku bi Îsraîlê û çend welatên din ên herêmê re hevpeymaniyekê pêk bînin.
Li ser vê bingehê, dibe ku rêveberiya nû ya Trump veberhênanên mezin di avakirina wê hevpeymaniya nû de bike lê di rastiyê de pêdiviya vê yekê bi çareserkirina pirsgirêka Filistînê heye. Erebistana Siûdî û Misirê veneşartiye ku heta çareseriya du dewletan ji bo pirsgirêka Filistîn û Îsraîlê neyê kirin, ew nikarin têkiliyên xwe bi Îsraîlê re asayî bikin.
Divê em ji bîr nekin jî ku li ser asta girseyên welatên Erebî ti palpiştiyek ji bo normalkirina têkiliyên bi Îsraîlê re nîne. Ango ev normalîzekirin bi giranî girêdayî elîtên desthilatdar e.
Rêya duyem a çêkirina sîstema herêmî ya nû, wer dixuye bi rêya çêkirina dewlet an qewareyeke siyasî ji bo Kurdan be, bi taybetî ku vêga ew derfet ji bo Kurdên Sûriye û Îraqê heye. Xuya ye ku Îsraîl û rêveberiya nû ya Trump jî wer difikirin ku ev rêya tikîtenê ya qelskirina neyarên Îsraîl û Amerîkayê li herêmê ye, ango Îran, Îraq û Sûriyê ku dawiya dawî dê bibe karteke xurt li dijî siyasetên otorîter ên Tirkiyeyê jî.
Hebûna qewareyekê ji bo Kurdan faktoreke bihêz e ji bo hevsengkirina hêza herêmî li deverê (Regional balance of power). Ev raman, ger ne bi bername be jî di dema kampanyayên Trump de, di çend rewşan de hat dîtin. Trump di dema kampanyaya hilbijartinan de li eyaleta New Jerseyê got, "Ger tu li qada Îsraîlê meyzînî, pir biçûk e. Gelo rêyek ji bo berfirehkirina wê heye?"
Li ser heman awaz û dîtinê, Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê çend rojan piştî serkeftina Donald Trump got, "Divê em hevpeymaniyeke xurt li gel Erebistana Siûdî û çend welatên din ên derdorê çêbikin, bi heman awayî li gel hindikahiyên din ên wekî Kurd û Durziyan ku ji bo me gelekî girîng in û têkiliyên me yên baş bi wan re hene."
Helbet ev her du mînakên ku min behsa wan kir ne bê bingeh û devkî xuya dikin lê raman û nêrîneke siyasî li pişt wan heye. Ew jî ew e ku Îsraîl piştî hatina Trump wekî derfetekê dibîne, nemaze ku piraniya kesayetên di rêveberiyê de dostên Îsraîlê û dijminên Eniya Berxwedanê ne, li ser wan her du xalan kar bikin, ango çêkirina hevpeymaniyekê li gel Erebistana Siûdî, Îmarat, Urdin, Misir û çend welatên din, li gel guhertina nexşeya çend welatên Eniya Berxwedanê xasma li Îraq û Sûriyeyê ku du ketwarên siyasî yên nîvserbixwe li wan hene. Ev ji bilî ku serkeftina vê ramanê wer dike ku Tirkiye û Îran jî hest bi metirsiyê ji Îsraîlê bikin.
Ev pêvajoya vekirina aştiyê ku careke din li Tirkiyeyê derketiye holê û tê gengeşekirin û çend caran ji aliyê Erdogan û Devlet Bahçelî ve hatiye behskirin, dikare rasterast bi wê mijarê ve girêdayî be. Gava Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê jî dibêje: Îsraîl bi niyet e êrişî Tirkiyeyê bike, dîsa îşareteke di vê çarçoveyê de ye.
Helbet ez nabêjim ku kar li ser vê senaryoyê tê kirin û dê bi cih were lê ne dûr e jî wekî karteke zextê be ku Îsraîl û Amerîka li dijî neyarên xwe bi kar bînin.
Faktora ku çalakkirina vê nêrînê bileztir dike ew e ku Îsraîl dikare bandoreke mezin li ser siyaseta rêveberiya nû ya Trump li herêmê bike, nemaze ku pêwîstiya Îsraîlê bi hevkarekî siyasî yê din li herêmê heye.
Ne zêdegavî ye ger bibêjim kes wekî Kurdan, ji ber çend sedemên ku em nikarin di vê gotarê de behsa wan bikin, berendamên wê hevkariya Îsraîlê ne.
Ji aliyekî din ve, piraniya welatên Erebî û Îslamî daxwaza çareseriya du dewletan ji bo pirsgirêka navbera Filistîn û Îsraîlê dikin. Ne dûr e dawiya dawî Îsraîl hebûna dewlet an qewareyeke Kurdî di navbera Sûriye û Îraqê de mîna kart an tewra ramanekê jî li hember çareseriya du dewletan ragihîne.
Bi wateyeke din, ger hebûna du dewletan pirsgirêka Filistîniyan çareser bike, naxwe çima dê li Rojhilata Navîn ji bo Doza Kurdan jî nebe çareserî! Ango bikaranîna Doza Kurdan li hemberî pirsgirêka Filistînê li herêmê ku dikare wekî ramanekê di wan çar salan de were gengeşekirin.
Em dikarin bibêjin ku ev çar salên desthilata Trump hem derfet û hem jî gefên xwe hene. Gelek jê ne girêdayî wêrekî û rêveberiya baş a Kurdan e lê girêdayî rewşa deverê ye. Ango, gelo Îsraîl çawa dikare sîstemeke herêmî ya nû li herêmê çêbike ku Îran û komikên çekdar tê de qels bin.
Ya ku derfetên li pêşberî Doza Kurdan li herêmê herî zêde asteng dike Tirkiye ye. Ji ber jeopolîtîk û statûya wê ya siyasî ji perspektîva Amerîka û Rojavayê ve, her tim di hevkêşeyên siyasî de hesabekî mezin ji Tirkiyeyê re tê girtin.
Di wan çar salan de tiştê ku Herêma Kurdistanê dikare bike, hevahengiya leşkerî û dîplomatîk li gel Amerîkiyan e, xasma li ser asta hêzên Pêşmergeyan.
Derketina hêzên Amerîkiyê jî dikare bibe derfetek ku di dawiyê de baregeheke leşkerî ya Amerîkayê li Herêma Kurdistanê bi cih bibe. Hem ji bo çavdêriya sînorên Îraq û Sûriyeyê hem jî ji bo çavdêriya Îranê ku nikaribe seba çêkirina gefan li ser Îsraîlê, Îraq û Sûriyeyê wekî pireke leşkerî bi kar bîne.
(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse