Sala 2000an bû, gelek nebû bi yekcarî ji Ewropayê vegeriyabû Kurdistanê, ku li gundê Welzê yê navçeya Çomanê dikeve ser bilindahiyan, min jê re got di wê serkeftina te de ti nîşaneya wê yekê tine ku gotina pizîşkê te rast be ku ji te re gotibû piştî şeş mehên din tu dê bimirî. Dema ku roja 18/10/2018an min li Firokexaneya Hewlêrê pêşwaziya wî kir, mixabin hêza wî gelek kêm bibû û diviyabû bi duçerxê ji cihekî biçe cihekî din, min got her wek bi telefonê min ji te re got, vê carê jî dibe ku rast nebe, lê belê got na, vê carê rast e, derket holê ku destnîşankirina pizîşkê Kurd ê li Swêdê rast nebû (jê re gotibû nexweşiya te ya dil heye, lê derket holê ku dilê wî baş e û penceşêrê xwînî heye), pizîşk piştî pênc salan mir, ez heta niha mame, lê ji ber çi ez ji mirinê bitirsim, qet natirsim, tiştê giring ew e ku niha pirtûka min çap bûye yan na, min got ez agahdarê pirtûkê nînim, divê em ji birayê te bipirsin.
Rast e, destnîşankirina berî nozdeh salan a nexweşiya Kak Hekîm Kakeweys rast nebû, lê ji ber evîna wî ya bêsînor a ji bo Kurdistanê û hatin û hezkirina wî ya bi jiyana Kurdistanê, gelek bandora wê hebû li ser tehemulkirina nexweşiyeke kujer bo demeke dirêj. Kak Hekîm ku li Hewlêrê bû li Daretû di nav hevbajarên xwe de dijiya, dema ku rejîma Sedam hat rûxandin mala xwe bire gundê xwe yê "Hesar" ê li nêzîkî bajarê Kerkûkê. Ji bo wî Hesar û Germiyan û Kerkûk navenda hemû cîhanê bûn.
Kak Hekîm ji hemû sembol û nîşaneyên Kurdî hez dikir. Li Kurdistanê gelek caran cilûbergên Kurdî li xwe dikir, dema nû vegeriyabû Kurdistanê, çend car di civata dostan de behs dikir: “Piştî vegera min a bo Kurdistanê, ez li Hewlêrê ji bo karekî fermî çûm dadgehê, di dawiya kar de dadger got Hekîm were mor bike, min jê re got dibe ez îmze bikim û tiliyê xwe murekeb nekim, got: Çima Hekîm ma xwendewariya te heye. Dadger ev gotin ji ber ku cilûbergên Kurdî li ser min bûn got.”

Kak Hekîm ku di nîvê salên heftêyan de li Bexdayê li ser komputerên wê demê kar dikir, ji ber wan salên ku li Bexdayê jiyabû û xwendibû, zêdetir şarezayê hizrkirina siyasetvan û elîtên Iraqê bibû, piştî çend salan ji ber karên siyasî, neçar bû ku bireve ser çiya. Lê piştî ku li Sûriye û Swêdê di wan civînan de ku bi nûnertiya Partiya Sosyalîst a Kurd (PASOK) li gel partiyên opozîsyona Iraqê rûdinê, ti siberojeke baş di Iraqa wan de jî nedidît.
Kak Hekîm Erebî, Îngilîzî û Swêdiyeke baş dizanî û bi Kurdiyeke gelek xweş jî dinivisîne. Dema ji herdu rojnameyên Mîdya û Rûdawê re gotar dişandin, gelek kes ji min re digotin gotarên wî gelek kûr in. Min hinek wergerên siyasî yên Kak Hekîm xwendine, mijarên gelek bihêz û guncaw hildibijartin. Wî bi xwe jî dixwest ku ez roman û wergerên wî yên edebî bixwînim, lê ez ji xwendina romanan dûr im. Tewnî Calcaloke (Tevna Pîrebokê) li gor gelek kesên ku xwendine, ji nav romanên ku li ser Enfalê hatine nivîsandin romana herî baş e.
Ew weke kesekî ji Germiyanê bi xwe di nav gelek êş û janên Enfalê de jiyabû. Carekê li komelgeha Şoriş a li Germiyanê, li çend malên rizgarbûyiyên Enfalê li gel min bû, li ber çîrokên wan pîrejin û pîremêrên ku ji biyabanên Iraqê bêyî kur û keçên xwe vegeriyabûn, rûniştibû bi bêdengî digiriya û hêsirên çavan rûyê wî ter ter kiribû.

Hekîm Kakeweys her dem bi karên xwe mirovekî netewî bû, ji ber vê jî her dem bi hêviyeke mezin a serkeftina netewa xwe û çêbûna dewleteke dadperwer a Kurdistanê dijiya. Hizrkirina xwe piştî têkçûna Şoreşa Îlonê, di nav bîr û baweriyên PASOKê de dîtibû, PASOK nema lê heta nefesa wî ya dawî jî her bîr û baweriyên wî yên PASOKê hebûn. Kak Hekîm dewleta Kurdistanê weke maf pênase dikir, neku xewn.
Kak Hekîm, serbilindî û şanazîkirina bi xebatkirina ji bo neteweya xwe bi ti tiştekî din nediguherand, ji ber vê jî mafê xwe jî wernedigirt daku ew serbilindî bi zêdehî jê re bimîne. Piştî destpêkirina êrişa Iraqê bo ser şoreşa Kurdistanê di sala 1974an de, tevlî rêzên Şoreşa Îlonê bibû, herwiha di salên heştêyan de jî bibû pêşmerge, ku piştî raperînê mûçe ji pêşmergeyên çiya re hat dayîn, wî tenê mûçeyek wergirt, lê wê mûçeyê dinya li Kak Hekîm teng kiribû, digote wisa dibînim ku min ji bo netewa xwe pêşmergetî bi beramber kiriye, lewma ti mûçeyeke din wernegirt û bi vî awayî hîs dikir ku ew gelek bexterwertir e. Her çiqas debara wî ti car baş nebû û ji aliyê darayî ve gelek destkurt bû, ew û malbata wî bi xanenişîniya wê xabata xwe dijiyaku li Swêdê kiribû.
Kak Hekîm koça dawî kir, lê baweriyên wî mane û daxwaza wî ya serxwebûna Kurdistanê dê di nav risteyên nivîsên wî de di nav xwendevanên îro û siberojê yên netewa wî de belav bibe.
Armanca Kak Hekîm di nav gulên bihara Kurdistanê de ye ku her sal di Newrozê de serê xwe derdixin. Bîranîna te her dem bi xêr û ruhê te şad be Kak Hekîm.



