Îslamî û sirûda niştimanî

21-11-2013
WLADİMİR VAN WİLGENBUR
A+ A-

 

Li Kurdistanê qerebalixek dirust bû, piştî ku du parlementerên îslamî yên ser bi Komeleya Îslamî red kirin ku ji bo sirûda “Ey Reqîb” rabin ser piyan. Ev jî hêsan e ku mirov jê fêm bike, ji ber ku ew didin ser şopa serkirdeyê xwe Elî Bapîr, ku berê red kiribû ji bo sirûdê rabe ser piyan. Herwiha bi dîtina wan hevokek di wê sirûdê de heye ku kufir e. Ev jî hêmayeke din e ji bo nîşandana wê rolê ku Îslam di civaka kurdî de dilîze.

Gellek ji wan kesên ku ji welatên rojava tên Herêma Kurdistanê, wiha bawer dikin ku sîstemeke sekûlar heye, ji ber ku dikarin bi azadî meyê vexwin. Lêkolînvanên rojavayî jî hertim serkirdeyên kurd weke serkirdeyên sekûlar didin nasîn. Bi rastî ew qet ne sêkûlar in. Li Kurdistanê partiyên îslamî û ne îslamî jî hene. Her çiqasî rojavayî jî li Kurdistanê kar dikin, lê ew bi tevahî ji civaka kurdî hatine veqetandin, tenê wê demê ne veqetandî ne, eger ligel kesekî kurd dizewicin.

Partiyên ne îslamî yên weke YNKê bi serokayetiya Talebanî û PDKê bi serokayetiya Barzanî û Tevgera Goran bi serokayetiya Newşîrwan Mistefa qet ne sêkûlar in. Parlementerên Goran dibêjin ku ew piştgiriya ti karekî nakin ku ne kok be ligel şerîeta Îslamê. Di dema nerazîbûnên sala 2011ê de li Silêmaniyê jî, Goran mela û nimêjên bi kom bikardianîn. PDKê û YNKê jî gotinên xweş ji Îslamiyan re digotin ku şerîeta îslamî di destûrê de guncandin û heta niha jî melayan ji bo armancên xwe yên siyasî bikartînin. Wezareteke wan a taybet bi karûbarên olî jî heye.

Lewra kesekî weke Adil Baxewan dibêje li Kurdistanê ti partiyeke sekûlar tine. Her ji ber wê îslamîkirinê ye jî ku heta axaftina li ser sêksê jî heram dibe û maçek jî li cihekî giştî dibe kêşeyeke mezin. Bi dû de jî peykerê helbestvanekî Xwedênenas tê şewitandin.

Ji bo rojnameyekê li Kurdistanê hêsantirîn tişt ew e ku tu tiştekî neyênî li ser Îslamê belav bikî û dûre jî rojnameya te bê girtin yan qedexekirin. Her çiqasî gellek hotêlên rojavayî hatine vekirin, gellek stranbêjên “modern” ên weke Deşnê Murad û Loke Zahir peyda bûne, lê civaka kurdî roj bi roj ber bi paş vedigerê. Vêga partiyên kurdî pêşbirkê dikin ka kî ji wan ji ya din îslamîtir e.

Her çiqasî lojîkî ye ku Misilman sirûda Ey Reqîb red bikin, ji ber ku tê de tê gotin “ola me Kurdistan e”, neku Îslam. Eger tu ji gellek Kurdên misilman ên Kurdistana Iraqê bipirsî gelo ew Misilman in, ew yekser bersiva te didin ku ew pêşî Misilman in, dûre Kurd in.

Her çiqasî Elî Bapîr ji min re got ku ew dibînin ku sirûda Ey Reqîb rêza hindikahiyên etnîkî û olî yên Kurdistanê jî nagire, lê her kes dizane ku tekane faktora ku dihêle Îslamî wê sirûdê red bikin ew e ku bi dîtina wan kufir tê de heye. Her çiqasî partiyên îslamî dibêjin ew piştevaniya dewleteke kurdî dikin, lê ji wan re girîngtir e ku civaka Kurdistanê îslamîtir bikin.

Ango du rê li ber partiyên ne îslamî hene, yan rê bidin îslamîzekirina civakê, yan siyaseteke sekûlar pêrew bikin.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst