Tevgera Goran û perestroyka
Neberd Fûad
Mirov ji têkçûn û şikestinê ditirsin. Hinek caran bi dehan û bi sedan rave û xwendin li wan têkçûn û şikestinan tên kirin. Kî sedema şikestinê ye? Çima em tûşî têkçûn û şikestinê bûn? Destnîşankirina sedeman dibe bingeha wê yekê ku êdî mirov wê şikestinê dubare neke û rabe ser piyan.
Di dîroka tevgera azadîxwaz a Kurdistanê de, partî, deste û komele nebû ku tûşî şikestin û têkçûnê nebûbe. Ji çalkirin û veşartina çekên li ser şan û milên pêşmergeyan bigire heya derketina lîder û serkirdên me û penaberiya wan li dewletên din.
Tevgera Goran hêzeke cemawerî ya tekûz e û mîna dayika opozisyona Herêma Kurdistanê tê binavkirin. Di vê hilbijartinê de “niskoyekê” (têkçûneke kambax) pêsîra wê girt û dengên pêwîst bidest nexist û li bal piraniya xelkê wiha tê qalkirin ku Goran kuta bû û dawî lê hat!
Kutabûn û dawîlêhatin tên wateya miçiqîn û birîna kok û rehên wê tevgerê. Lê ti hêzeke siyasî ji bo heta hetayê heya ku tekane dengder û endamekî wê mabe kuta nabe û dawî lê nayê. Rast e, Tevgera Goran li ser hîm û bingeheke hizirî û teorî ya kûr nehatiye avakirin, lê dîsa jî her takekes û hêzeke siyasî bixwaze guherînê bike diçe ser xezîne û gencîneya Tevgera Goranê.
Guherîn li Kurdistanê qet kuta nabe. Çimkî Tevgera Goranê ji xelkê re got fêrî guherînxwaziyê bibin. Tevgera Goran bi xwe norm û edeta cezakirina partiyên siyasî afirand, lewra divê pêşwazî li her cezakirin û xelatkirineke Goranê were kirin.
Komîteya Navendî ya Partiya Komunist a Sovyetê, di Hezîrana sala 1987an de civiya. Mîxaîl Gorbaçov pêşniyar kir ku heykelê welêt ji nû ve darêjin (perestroyka) ji bo ku Yekîtiya Sovyetê aborî û konevaniya xwe sererast bike û di bin çav re derbas bike. Rast e, Yekîtiya Sovyetê çend salên hindik piştê vê (perestroyka) hilweşiya, lê bingeha ku darişt dû re bû maka wê yekê ku çend serkirdên Rûs û xasma serkirdekî bilind wek Vladimir Putin, welatê xwe ji şikestin û têkçûnê rake û dawiya dawî bû Rûsyaya niha ku dikare bi biryarekê, bi qedera bi milyonan însan bilîze.
Ne merc e her bîr û baweriyek di qonaxekê de raweste û were wateya ku nemaye yan ji nav çûye. Berevajî vê, hinek sekin û rawestan tên wateya bêhnvedan û sererastkirinê.
Li welatên pêşketî û nû pêşketî, bi dehan partî û aliyan di hilbijartinên çarenivîssaz de winda kirine û şikestinên mezin tomar kirine, lê dû re bi destnîşankirina şikestinên xwe ne tenê rabûne ser piyan, tew piştî çend salan dizgîna desthilatê jî girtine destê xwe. Ev jî di demekê de beşeke zêde ji wan serkirdan dema şikest anîne, demildest bi doza lêborînê re vekişiyane.
Lewra Goran bi dest ji kar kişandina serkirdên xwe, nimûneyeke bedew a demokratîk nîşanî xelkê dide ku di dîroka hilbijartinên Iraq û navçeyê de jî kêmpeyda ye.
Di vê qonaxa niha ya Tevgera Goranê de, derfet ji çend ciwanan re peyda bû ku xwe di berpirsiyariyeke ji xwe mezintir de bibînin, lê gava nikaribûn an li cem wan dijwar bû ku barê ser şan û milên xwe baş ragirin, nayên lomekirin; lê belê kesên tecrûbedar bêhtir dikevin ber neştera rexneyê ku çend salan mijûlî siyasetê bûn. Ev yek bi ezmûnê hate piştrastkirin.
Em li vir dikarin qala çend sedeman ji sedemên têkçûn û şikestina Tevgera Goranê di hilbijartinan de bikin:
1. Nebûna gotara siyasî ya hevgirtî.
2. Dûrketina ji henaseya opozisyonê.
3. Li Hewlêrê tifaqa bi PDKê re, li Silêmaniyê bi YNKê re û li Şarezûrê jî bi îslamiyan re.
4. Medyayeke tertûbelav.
5. Dûrketina kesên berê di nav tevgerê de kar dikirin ku ne amade bûn bangeşeyê ji tevgera xwe re bikin.
6. Dûrketina çend serkirdên karîzmatîk û bandorker ên tevgerê.
7. Baskê reformê û Tevgera Goranê hergav şerê dezgehvaniyê dikirin, lê belê heya niha Goran bi xwe di aliyê dezgehvanî de qels û lawaz e.
8. Rêjeyeke berbiçav a boykota dengderan, ku piraniya wan dengderên konkret ên Goranê ne û ji ber têkçûna rewşa awarte ya Goranê xwe mit kirin û kip ji wan nehat.
9. Piştî mirina rêveberê giştî yê Tevgera Goranê, bi alîkariya welatên deverê ji bo pişaftina Goranê, partî û hevpeymaniyên din hatin ragihandin.
Li vir, eyan dibe ku hemî kesên ku berbijêrên tevgerê bûn, qurbaniyên destê siyaseta nezelal a tevgerê ne.
Lewra, di vê rewşa niha ya Tevgera Goranê de, divê Goran:
1. Heykelekê nû ji tevgerê re darêje.
2. Kesên xwedî fikir û proje bîne pêş.
3. Plana bê destnîşan bike.
4. Guherînê di piraniya organên partiya xwe de bike.
5. Aşbûna seranserî ji bo kesên xwe ragihîne.
6. Konferansekê bi navê (Siberoja Goran ber bi ku?) lidar bixe û çend mirovên akademî lêkolînên xwe jê re bişînin.
7. Tekane hêviya vegerandina dengderên dilgiran ên Goranê ku dengê xwe dan aliyên din, guherîneke bingehîn e di tevgerê de û vegerandina wê ye ji bo wê pêgeha ku dengder dixwazin û hêviya wan pê heye.
8. Komîteyeke bilind were pêkanîn û desthilata tam pê were dan ji bo guherînan û sererastkirina hemî têkilî, rêkeftin û peymanan.
9. Medyaya Goran ji kok were guherandin û dezgeheke nû ya medyayî were pêkanîn ku hilgir û derbira gotara nû ya Goranê be.
10. Îmzekirina soznameyekê (mîsaqa rûmetê) û weşandina wê ji raya giştî re, ku tevger careke din ji bingehên xwe dernakeve û her kesek di her astekê de wan binpê bike dê were dûrxistin.
11. Hilweşandina demildest a tifaqa bi YNKê re.
Bi van rêyan û bi dehan rêyên din dikarin Goran danin ser rêçika wê ya berê. Ger hêj bîr û baweriya guherînxwaziyê di ruhê hemî kadro û rêveberan de maye, teslîmbûn na, lê gereke pêşveçûn mercê pêşwext be. Bila ji bîra me neçe ku divê Goran mîna hergav bi xelkê re rastbêj û rastgo be. Baştirîn siyaset bi cemawer re ji xwe siyaseta rastbêjiyê ye.