Mehmûd Necmedîn
"Dewletê nola çileyê zivistanê avêt ser bajêr"
Murat Ozyaşar yek ji nivîskarên nûjen e ku îro di navenda wêjeya Tirkiyeyê de hene. Murat jî wekî Yaşar Kemal Kurd e û derd û kulên miletê xwe yê Kurd bi her du zimanên Tirkî û Kurdî jî dinivîse. Murat çîrokên kuçe û kolanên Amedê bi şêwazeke nûjen vedibêje. Çîroka hejarî, bêwarî û tepisandina gelê Kurd ji me re dinivîse. Bi zimanekî helbestî yê bilind û bi hevokên kurt rûyê tarî û xofdar ê dewleta qerase (ya Tirkiyeyê) nîşan dide.
Murat di hin çîrokan de pir bi kurtî, bi hevokeke kurt wêneya trajediyekê yan jî birîneke kûr xêz dike. Çawa ku hunermendekî şêwekar wêneya çemekî xwînê bi hêleke sor li ser tabloya xwe diresimîne, Murat jî bi heman awayî û bi hevokeke kurt birîneke kûr disêwirîne û bi hevokeke tenê dilê hişk ê dewleteke qerase qul dike.
Ozyaşar li ser tîrbûna wateyê kar dike. Çîrokên berhevoka Hîqehîqê bi giştî ne dirêj in, hin ji wan pir kin in lê belê peyameke mezin li xwe digirin. Vegotin dabaşa cîhaneke tijî arîşe û nakokiyên siyasî dike û çîroka helandin û pişaftina gelê Kurd bi dirêjahiya sedan sal tîne ser zimên.
Di vê berhemê de ziman kurdiyeke rewan û spehî ye. Ev bi saya şiyan û zîrekiya wergêr e ku ev berhem bi kurdiyeke bedew ji Tirkî wergerandiye zimanê Kurdî (şêwezarê soranî). Li kêleka vê kurdiya rewan û spehî, zimanê helbestî li ser vegotinê serdest e. Di navnîşana pirtûkê de zimanê helbestî tê dîtin. Di naverokê de jî em rastî gelek hevokên helbestî tên.
Li vir, zimanê helbestî li berjewendiya hevokên dijwar e ku rasterast nayên nivîsandin û bilandin. Di gelek çîrokan de ev zimanê helbestî bi hevokeke kurt û lezgîn ji devê karakteran derdikeve û diçe nav cîhana siyaset û mijara gerîlayên serê çiyê. Di çîrokekê de li ser gerîlayan dibêje "Ew ne terorîst in." Dibe ku ev mijar hinekî sosret be. Gelo ev hevok çawa ji sansura hişk a dewletê filitîne! Dewleteke fena Tirkiyeyê ku hertim mijûlî terorîstkirina gerîlayan e, lê belê çîroknivîsek tê û dibêje "gerîla ne terorîst in."
Tirkiyeya ku çi ji destê wê tê dike da ku gerîla wekî terorîst bide nasîn, artêşa wê li Rojava û Başûrê Kurdistanê bi tank û çekên giran li dûv gerîlayan e. Peyama dewletê hertim li ser mijara nasandina gerîla wekî terorîst e lê belê nivîskarekî Kurd bi zimanê Tirkî dibêje gerîla ne terorîst in! Pirtûk jî ji hêla weşanên Dogan Kitabê ve ku yek ji weşanxaneyên navdar ên Tirkiyeyê ye, hatiye çap û belavkirin.
Bi nêrîna min, ev mijar têkildarî teknolojî û înternetê ye. Zanist gihiştiye asteke wer xurt ku êdî ti roleke sansurê nemaye. Ger em vegerin salên 1980yan li Tirkiye, Îran, Îraq û Sûriyê sansur zaf tûj bû û çend şaheserên edebî wekî romana Rêgayê ya Mihemed Mewlûd Mem ji ber tûjbûna kêra sansurê nehatin çapkirin. Lê belê di vê heyamê de çi li Îran û çi li Tirkiyeyê em hin pirtûkan dixwînin û em ecêb dimînin çawa ji meqesê sansurê bi saxlemî derbas bûne! Bê şik dijminên Kurdan naxwazin Kurd nefesê jî bistînin. Ne ku binivîsin, lê Kurd nefesê distînin û baş dinivîsin û berdewam dikin. Nexwe ev cure nivîsên ku ne bi dilê dagirkeran in, çawa ji diranên tûj ên sansurê bi saxlemî rizgar bûne?!
Ez wer dibînim ku ev mijar girêdayî cîhana nû û serdema pêşketina zanistê û peydabûna înternetê û torên civakî ye. Êdî ev serdem ne serdema sansurê ye, ji ber ku eger dewlet rê li ber weşandina berhemeke edebî bigire, nivîskarê wê berhemê dikare pir bi hêsanî teksta xwe weke ku heye di torên civakî de biweşîne. Yan jî hunermendek straneke niştimanî li dijî dewleta dagîrker berhem bîne, ji xwe ger dewlet rê li ber belavkirina wê bigire, YouTube rêya herî hêsan e ku bi yek klîkê berhema xwe tê de biweşîne û di nava çend demjimêran de hemû dinya bibîne.
Loma ez wisa dibînim ku dewletên dîktator neçar in rê bidin pirtûkên ku li dijî wan hatine nivîsandin, bi kêmanî wisa rûyên xwe pê spî bikin û wer nîşan bidin ku ew demokratxwaz in û deriyê azadiya gotinê û azadiya nivîsandinê li ser kesî negirtine.
Aliyekî din ê vê berhemê vegotina jiyana xelkê ye, xasma bajarekî fena Amedê, çîrok li kolan û bazarên bajêr çerx dibin û dîmenên jiyana Kurdan, kevneşopî û rewşa aborî ya xelkê nîşan didin. Çîroka yekem a vê pirtûkê 'Derabe' bi hevoka “Dema te got însan, ango çiyayekî ku serê wî di nav mijê de ye” dest pê dike. Ev hevok hişê xwîneran mijûl dike, divê ev çiyayê ku serî wî di nav mijê de ye were ravekirin, însan li nik vî çîroknûsî wekî di çîrokên din de jî xuya dibe, ruhekî tije sir û sembol e.
Çîrok bi rêveçûna Kamil û hevalên wî dest pê dike. Komek hevalên ku aciz û bêzar in li kolaneke bajêr dimeşin. Wextê xwe bi henekan derbas dikin, pêkenok jî derbasî cîhana siyasetê, jiyana rojane ya xelkê û nîqaşên li ser şerê di navbera leşker û gerîlayan de dibin, carinan kodekê ji me re dibêje û divê em li ser bisekinin û lêbifikirin. Di heman çîrokê de nivîskar dibêje: "Polîsan serê kolana wan girtiye û cardin nasnameya wî jê dixwazin." Nasname janek e ku tenê Kurd dizanin çiqas bi êş e. Tirsa nasnameyê satorek e û dilê Kurdan parçe kiriye. Polîs ne tenê berîkên te, dilê te jî kontrol dikin.
Nivîskar bi kurtî û rastî dîmena ketwareke sepandî li ber çavê xwîner radixe, lê wêneyan pir bi miqateyî nîşanî me dide. Wek di çîroka (Tenişt)ê de dibêje "Dewletê nola çileyê zivistanê avêt ser bajêr" an jî ji bo civaka xwe şîrove bike û asta wê nîşan bide pir bi lez bi hevokekê dibêje "Merivek piştî 40 salî dijminê xwe dikuje, paşê xwe şermezar dike û dibêje hey hawar, min çima lezand." An di heman çîrokê de dibêje "Provayên jiyanê bi qasî zivistan û dewletê dijwar in."
Binêrin, bi hevokeke kurt a tenê çi macerayek afirandiye, hem şîroveya dijwariya jiyanê ye û hem jî sêwirandina dewleteke mîna zivistanê tund e. Pirqînî hîqehîqeke tijî xemgînî ye, li pişt hîqehîqan dil dişewitin. Bişirîneke zer wekî payîzê, meriv hest bi xemgîniyeke kûr dike. Di çarçoveya zimanekî helbestî yê bilind de, pir bi başî kar li ser gotara siyasî û mijara milet hatiye kirin. Di çîroka (Tenişt)ê de, nivîskar ji devê kur û bavekî vegotinê tîne nav diyalogê, wek ku di çîrokê de tê gotin: Lawik pê de diçe û ji bavê xwe re dibêje hejarî çend rojan didome?" Bavê wî dibêje çil rojan kurê min. Lawik vê carê jî dibêje, îcar piştî çil rojan, em ê zengîn bibin bavo? Bav dibêje: Na kurê min, em ê hînî hejariyê bibin."
Kurt lê watedar
Çîroka Kamil pir kurt e, ji 37 peyvên tenê pêk tê lê bi wate û îfadeyan mişt e. Di eynî demê de, ji hêla hunerî ve, kariye xwe wekî çîrok tekez bike. Di vê kurteçîrokê de diyalog heye, sê karakter hene, Kamil, dêya wî û hevalê wî. Bi rêya telefonê, nivîskar kariye bi çend rêzikan çîrokeke ewqas balkêş binivîse ku hêjayî lêkolîn û li ber rawestanê ye. Çîroknûs çîroka xwe bi hevokeke pir bibandor girê dide "Ez ji derdê wan kesan bawer nakim ku berî dayika xwe radizin." Ev hevok bala xwîner dikişîne. Bi tevayî, ev berhevoka çîrokan hêjayî xwendinê ye, hêja ye ku meriv li ber wê bisekine.
Murat Ozyaşar kî ye?
Çîroknivîsê nifşa nû Murat Ozyaşar sala 1979an li Amedê ji dayik bû, xwendina xwe ya seretayî li dibistana Yehya Kemal qedand û ji qonaxa navendî û vir ve ji wêje û hunera vegotinê hez kir û dest bi nivîsandinê kir. Li Zanîngeha Dîcleyê beşa Ziman û Wêjeya Tirkî kuta kir. Sala 2008an xelata Haldun Taner wergirt. Sala 2009an jî xelata Yunus Nadiyê wergirt. Murat çîrokên xwe di weşanên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê de hem bi Tirkî hem jî bi Kurdî diweşîne.
Berhevoka çîrokan a bi navê Hîqehîqê ji hêla Murat Ozyaşar ve hatiye nivîsandin. Wergêrê jêhatî Selahedîn Bayezîd ew ji Tirkî wergerandiye Kurdî (kurmanciya jêrîn-soranî) û ji hêla weşanxaneya Madyarê ya li Rojhilatê Kurdistanê ve hatiye çap û belavkirin. Pirtûk 111 rûpel e û 10 kurteçîrokan li xwe digire.
(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse