Beriya demekê min li şêxekî oldar temaşe dikir. Qey gundiyan jê xwestibûn, piştî temenekî dirêj, piştî mirina wî, wek mezarekî li ser gora wî jêre çêbikin û mizgeftekê jî li gund bi navê wî ava bikin.
Camêr got: “Na ez di bextê we de bim, vî barê giran neavêjin ser milê min, gunehê min ewqasî giran nekin, ez qet ji van awayan hez nakim, ji ber ku çi cara hûn bêne ser gora min wek mirîd û hogiran hûn ji min re li defê bixin, gurmîniyê bikin, qîr û qiyametê rakin ewqasî wê firişte jî li binî cezayê min mezin û gewre bikin!”
Bi rastî ez dixwazim bêjim ku hin caran em jî bi rengekî ji rengan gunehê hevalên xwe giran dikin, barekî zêde datînin ser milê wan, nemaze piştî ku ji nav me koç dikin. Em wan bi paşnavên berçav yan jî siloganên bêhempa bi nav û nîşan dikin. Ez ditirsim ku mîna şêx em cezayê wan di gorê de mezin bikin vêce em wisa keda wan li herdu dinyayan bertelef û boş bikin!
Lewra jî ez naxwazim Fehadê xwedê jê xweş têxim nav vê rêzê, ji xwe em dizanin ku helbestvanê me bi zimanê Kurdî dinivîsand, camêr kesekî pir normal bû rêz û sînor nas dikirin, xwe dûrî bablîsokan dikir, her sibeh min ew didît diçû karê xwe hêdî hêdî dimeşiya, dixuya ku kul û derdên wî qederekî ji yên me girantir bûn.
Heyf û zoraş ti kesî wisa bi hêz destê wî negirt di qonaxa nexweşiya wî ya giran de, tenê çend hevalan ew derbasî hêla sînor kirin bê ku piştre wî rêkin devereke din ta ku îlaca xwe serrast bike, vêce ne kesî destê wî girt û ne jî çiya liviyan û ne jî gulên li ser şaxan vebûn.
Ferhadê Içmo (1960-2017) 60 helbestên wî hatine awazkirin wisa jî ji rexê hunermendên hêja ve hatine belavkirin û bûne stran. Bêguman dora 7 dîwanên helbestvanê qedirgiran hene:
1-Lêmişta Zozan. 2-Piştî Çi. 3-Evîna Te. 4-Pelên Spî. 5-Qêrîna Yekemîn. 6-Landika 1 û 2. 7-Rû, dîwana hevbeş bi helbestvan Selah Mihemed re 2016.
Hêjayî gotinê ye ku Selah Berwarî, siyasetmedar û nivîskarê Kurd ê ji Başûrê Kurdistanê baqek hilbijartî ji helbestên Ferhadê Içmo wergirandin ser zimanê Erebî û wek dîwanekê bi nave (Demsalên Evînê) li weşanxaneya Dar el Yenabîh li Şama paytexta Sûriyê di sala2008an de da çapkirin.
Divim bêjim ku Ferhad timî hestên miletê xwe di peyva xwe de dihûnand û bi qada xwe ve jî hatibû girêdan, nemaze bi bajarê xwe Qamişlo ve, digot eger carekê hûn min li kuçe û cadeyên Qamişlokê nebînin, hûn dikarin vêce bi rehetî serdana gora min bikin.
Erê Ferhad mir lê hîn peyva Kurdistanê li ser lêvên wî mîna sosinekê şil û terr bû, mir û li Hilêlîkê serî danî. Cîhan bi zeheyî didît, digot hêja ye ku mirov têde bijî lê zoraş bû ku mirov wê xweşî, şox û şenga wê reş û xirab dikin çi bi şer çi bi cengê çi bi kuştinê.
Di helbesta xwe “Xwezî Dinya” de, Ferhad aciz dibe ku piştî temen zer dibe, mirov nû tam û xweşbûna jiyanê nas dike.
Ferhad digot helbestên min hêsanbûna jiyanê û rojên wê yên normal ber bi çav dikin wisa jî wan pirsên jiyanê yên mezin av didin mîna evînê mîna jînkirinê.
Ferhad ji ber ku hunermend bû dikarîbû peyvan biafirîne, dikarîbû rîtma helbestê bi tembûra xwe re bi dîlan bike, dikarîbû êşa dilê xwîner li ber bayê sibê hêdîka birêse, dikarîbû û ji ber evîndarê hozanê bû bi rengê hostakî şareza keziyên helbestê bihûne wilo jî çitûpitên wê veke.
Ferhad çûko çûko sefarî dilîland, herdu landikên wî di landikên zarokên me de şax dane û ta niha jî di ezmanê mezintirîn hozanvanên me de reqs û semayê dikin.
Çûna helbestvanê me bi vî rengê bilez ziyan û zirareke mezin gihand torevanî û wêjeya Kurdî bi giştî û edebiyata Kurdî li Binxetê bi taybetî.
Ji mir gotin li Qamişlo
Dilbera te mest û gêj e
Li ser êşa vê dilberê
Yek şîretê, kes nabêje.
Erê Ferhadê Içmo xwediyê şîreta xweş, hoben û ala herî baş,
jiyana sermedî behsûd û vîjah bê li te, xodha bi gul û çîçekan Çîkistana te bixemilîne, çîkên çîk jê dûr bikê!
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse