Çareserî dîsa federalîzm e

21-06-2016
HÊMİN EBDULLAH
Nîşan Kerkûk Goran YNK PDK Başûrê Kurdistanê Federasyon
A+ A-

Her biçiqasî fikra ku Kerkûk bibe herêmeke cuda, bi awayekî siyasî û civakî li Başûrê Kurdistanê û Kerkûkê bi şêweyekî dijwar were redkirin jî, ez dîsa dibêjim tekane çareseriya ji bo metirsiyên paşerojê Kerkûk rûbirû bimînin ev e.

 

Weke hefteya borî jî min di gotara xwe de gotiye, ew dewleta ku em pê bawer dikin dema hat demezrandin pirsgirêkên siyasî û civakî dê bidawî werin, dibe ku bibe dewleteke federalî ya ji 3 herêman pêk tê.

 

Hefteya borî Tevgere Goran û Partiya Demokrata Herêma Kurdistanê (PDK) gihîştin radeya herî dawî. Vê carê tinaze xwe bi sembolên hevdû kirin û xwe ew qasî nizm kirin ku tabloyeke modern a rûdanên di navbera Melayî û Celaliyan salên 60î derxistin holê. Tenê yek ferq hebû; vê carê navê aliyekî Mesûdî û yê aliyê din jî Newşirwanî bû.

 

Ev ferq dîrokî ne û li ser xebatên dûr û dirêj hatine kirin. Rasteyeke nû jî ew e ku li Hêrema Kesk-Nîlî (Silêmanî) birêz Newşîrwan piştevaniya piraniya gel standiye. Li Herêma Zer (Hewlêr-Dihok) birêz Mesûd bêqeyd û merc tê qebûlkirin.

 

Elbet ev yek ne fêkiyê nakokiyên 2 salên di navbera herdû partiyan de ne. Ev encama 50 salan e ku gelê vê herêmê nehatine mobilizêkirin. Ji ber vê yekê divê çareseriyek were dîtin ku hem ev berberî bê bidawkirin û hem jî  ew yekîtiya ku em dixwazin pêk were.

 

Kerkûk weke perçeyeke seyemîn a Başûrê Kurdistanê, li benda çareseriyeke taybet e. Ereb û Tirkmên ditirsin ku herêma wan bi Kurdistanê ve were girêdan. Li herêma dijîn mafê wan heye ku di qada îdarî û rêvberiyê de beşdarbin. Ji ber vê sedemê jî di nav sînorên Kurdistana serbixwe de avakirina herêma Kerkûkê çareseriya herî guncaw e.

 

Dibe ku hinek kes bibêjin “Heger feydeyeke federalîzmê ji bo Kurdan hebe di serî de dê li Iraqê hebe” lê ev nêrîneke şaş e. Çimkî hêj di serî de diyar bû ku sistema federalîzmê bikêrî Iraqê nayê. Sedema wê jî ew e ku sînorên Îraqê ne xwezayî hatine xêzkirin û ev jî nabe çareseriya pirsa wê. Ne Ereban, Kurd şirik dît, ne jî şie û sunne di bin nasmeyeke hevgirtî de bûn yek.

 

Sistema federalîzmê dê li Kurdistanê serkeftî be çimkî gelê ku li sê herêman dijîn, sed sal e xeyal dike, bi hev re bijîn. Aliyê ku ditirsin bi vê sistemê dewleta nû dê mafên wan were binpêkirin, dê bibînin ku li herêma wan mafê wan dê were parastin.

 

Siyaseta herî baş ew e ku ne bist bişewite ne jî goşt.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst