Plana Bexda ya nehiştina statuya Herêma Kurdistanê

21-01-2021
RÛDAW
Nîşan Iraq Bexda Herêma Kurdistanê
A+ A-

Bexda bi rêya sê xalan ji bo pûçkirin û jinavbirina statuya Herêma Kurdistanê dixebite, ku pêngav bi pêngav wan her sê xalan cîbicî dike.

Nûtirîn helwest û gotina li ser metirsiyên statuya Herêma Kurdistanê, cîgirê serokwezîrê Herêma Kurdistanê rêzdar Qubad Talebanî di 28.12.2020an de li pêşber Perlemana Kurdistanê kir.

Di wê civînê de Talebanî pir bi zelalî û eşkereyî li pêşber hilbijartiyên gelê Herêma Kurdistanê got "Em mala Kurdistanî çênekin, tiştek bi navê statuya Herêma Kurdistanê namîne"!

Sê xal ji bo jinavbirina Herêma Kurdistanê

Iraq bi plan pêngav bi pêngav li ser jinavbirina statuya Herêma Kurdistanê kar dike. Li gor plana ku daniye, tenê pêngavek û nîv maye plana wê bi temamî bi ser bikeve. Plana Bexdayê bi navê "Ziwakirina çavkaniyên hêzê li Herêma Kurdistan-Iraqê" ye.

Ev plana Iraqê sê xalên sereke li xwe digire. Yekem: Nehiştina piştevaniya navneteweyî ji Herêma Kurdistanê re. Duyem: Çêkirina pirsgirêkên darayî ji Herêma Kurdistanê re. Sêyem: Dabeşkirin û lawazkirina hêzên Pêşmerge.

Ka em bêtir li ser van hersê xalan dahûr bibin. Xala yekem: Piştî bûyerên 16ê cotmehê, piştgiriya navneteweyî ji Herêma Kurdistanê re gihişt nizmtirîn ast. Di wê demê de Fransa bi hewl û şiyana dîplomatîk a Nêçîrvan Barzanî, dîreksiyona keştiya Herêma Kurdistanê girte dest û ji noqbûnê rizgar kir.

Niha jî ew hemû dijayetiya ku Bexda li hember Herêma Kurdistanê dike, aliyê navneteweyî roleke wisa nelîstiye ji bo nehiştina neheqiya ku Bexda dike.

Berê, Hewlêr bûbû trafîka dîplomasiya navneteweyî. Şandên dîplomatîk ên navneteweyî çend demjimêran li Bexdayê diman, lê ji bo şevê û raketina xwe dihatin Hewlêrê.

Xala duyem: Çêkirina pirsgirêkên darayî ji Herêma Kurdistanê re. Hikûmeta federal a Iraqê bêyî ti bingeheke yasayî û destûrî ji 2014an ve şêniyên Herêma Kurdistanê ceza dike û mûçe û budceyê naşîne. Di 2018an de, ji meha nîsanê ve mehane 317 milyar dînar şand. Di 2019an de mehane 453 milyar şand. Lê di 2020an de, bilindî û nizmî ket wê hejmarê û tenê 5 mehan mûçe şand.

Niha li ser wê yekê dixebite nîvê dahata Herêma Kurdistanê bibe, bi rêya proje-yasaya budceya 2021ê, ji dosyeya petrolê ji sedî 58.13 dibe û nîvê dahatên sînorî yên Herêma Kurdistanê dibe, li hember dayîna 750 milyar dînarên mehane ji bo mûçeyan li Herêma Kurdistanê. Ev jî bi wê tibaba pereyên mûçeyên mûçexwerên Herêma Kurdistanê bi jêbirîna ji sedî 18an tê dayîn.

Rêzdar Qubad Talebanî, di civîna xwe bi Perlemana Kurdistanê re got "Li Bexdayê hinekan digot divê em hemû dosyeya petrola Herêma Kurdistanê tevî deynan werbigirin, tenê ji bo ku ji niha bi şûn de ti çavkaniyeke dahatê li ber destê Herêma Kurdistanê nemîne".

Ev niyetên Iraqê derdixe ku karê ciddî dike ji bo cîbicîkirina xala duyem a plana xwe li dijî Herêma Kurdistanê.

Herwisa demeke li Iraqê dahola wê yekê dikutin ku divê Bexda bi xwe mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê bide. Vê carê bi rêya hin parlemantarên Kurd li Bexdayê ev hewla xwe da. Ev ji bilî ku armanca wan lawazkirina Herêma Kurdistanê ye, hevdem pirsgirêka mûçeyê jî çareser nake, çunkî Bexda li vê hejmara mûçexwerên Herêma Kurdistanê mikur nayê, ev jî wisa dike pirsgirêk her berdewam be.

Lewma heya vêga hikûmeta Herêma Kurdistanê bergiriyeke pir dijwar kiriye da ku ev plan neçe serî.

Hêncetên Bexdayê yên nedana budceyê

Hêncetên ku di destê Bexdayê de ne ji bo cezakirin û lawazkirina Herêma Kurdistanê di aliyê darayî û aborî de ne destûrî û ne jî yasayî ne.

Aliyê Iraqî eşkere ji Herêma Kurdistanê re gotiye ku ti arîşe û pirsgirêkeke destûrî û yasayî ji bo wergirtina budce û mûçeyan nîne, lê belê çunkî Herêma Kurdistanê bi fermî beşdarî behiya (Ebû Mehdî Muhendis) nebûye, em mûçeyan nadin. Çunkî frakisyonên Kurdistanî li Parlemana Iraqê beşdarî biryara derxistina artêşa Amerîka ji Iraqê nebûn, em mûçeyên we nadin, bila Amerîka mûçeyan ji we re dabîn bike!

Amerîka û hevalbendên wê jî di pratîkê de li hember zulm û neheqiya ku Bexda li dijî Herêma Kurdistanê dike tiştek nekirin. Ev dikeve çarçoveya xala yekem ku Iraq hewl dide piştevaniya navneteweyî ji ser Herêma Kurdistanê kêm bike.

Dibe ku sibe bêjin çunkî (Huseynî) li Dihok û Hewlêrê nînin, em mûçeyan nadin. Çunkî Herêma Kurdistanê beşdarî çilrojiya Îmamê Huseyn li Necef û Kerbaleyê nabe, em budceyê nadin û …hwd.

Xala sêyem: Hemû hewldanên Iraqê li ser lawazkirina hêzên Pêşmerge yên Herêma Kurdistanê ne.

Em dikarin bêjin ku ji sedî 43ê hêza ewlekarî ya Herêma Kurdistanê ne li jêr fermana serokwezîr û serokê Herêma Kurdistanê ye, ew pabendî fermanekê ne ku ji Silêmaniyê bi wan bê dayîn. Di hin bûyeran de ev di pratîkê de derket. Ev ji bo Bexdayê rê xweş dike bêtir li ser lawazkirina hêzên Pêşmerge kar bike.

Di encamê de ez gihiştim sê xalên sereke:

Sê hokarên xurt ên Herêma Kurdistanê hene. Her sê hokar bûne nîvî bi nîvî, an ku ji Bexdayê re pir hêsan bûye Herêma Kurdistanê qels û lawaz bike.

Her sê hokar aliyên siyasî, eskerî û darayî ne. Vêga di aliyê hêzên siyasî de, Herêma Kurdistanê li ser du bereyên sereke dabeş bûye: Bereya YNK û aliyên nêzîkî wê û bereya PDK û aliyên nêzîkî wê.

Di aliyê darayî de, heke proje-yasaya budceya 2021ê bê derbaskirin, dê îsal nîvê dahata Herêma Kurdistanê bibin û sala bê li ser wê yekê bixebitin ku hemû dahata Herêma Kurdistanê bibin.

Dibe ku were gotin destûr maf nade Iraqê ku bi vî rengî bi Herêma Kurdistanê re tev bigere. Lê ya ku mijarên destûrî di navbera navend û herêman de yekalî û çareser dike dadgeha federal e. Lê Iraqê ev dadgeh astendgar kir û kar nake.

Herwisa wek cîgirê serokwezîrê Herêma Kurdistanê li pêşber Perlemana Kurdistanê got "Li Bexdayê pir rohn û eşkere gotin me, divê destûra Iraqê bê sererastkirin û hemwarkirin. Gotin em li dijî wê yekê ne ku ew hemû desthilat bi Herêma Kurdistanê hatiye dayîn"!

Êdî gava aliyên siyasî dabeş dibin, darayî bi nîvî dibe, hêzên eskerî jî bi nîvî dibin û lawaz dibin. Iraqê di plana xwe de daniye ku di meha 6an a sala 2023an de Herêma Kurdistanê "ne-akîtv" bike.

Çareserî çi ne?

Yekem: Pêwîstiya Herêma Kurdistanê bi tîmeke siyasî ya hevgirtî ya şêwirmendî heye ji bo qonaxeke veguhêz da ku ligel qonaxên siyasî ku Iraq di wan de dibihure, şêwirê bidin serokatiya Herêma Kurdistanê.

Duyem: Ev tîma şêwirmendî ku bê çêkirin, hewcedarî kesên stratejîst e, da ku ji bo her pêngavekê çend bijardeyan bidin desthilata siyasî ji bo ku biryarên rast bide. Bi taybetî di mijara (şeraket û mijara darayî di navbera Iraq û Herêma Kurdistanê) de.

Sêyem: Herdu pêngavên jor li Herêma Kurdistanê pêk nayên, heke "aştiyeke niştimanî" ya rasteqîn bi taybetî di navbera PDK û YNKê de neyê kirin.

Çarem: Vegera baweriya xelkê bi desthilata siyasî, bi rêya encamdana reformên rasteqîn.

Pêncem: Li ser asta Herêma Kurdistanê hikûmet were "terşîq" kirin, wisa jî xercî hîn bêtir kêm dibin.

Ev ramanên nivîskar bixwe ne û berpirsyariya nêrînên di nivîsê de nakeve ser Tora Medyayî ya Rûdawê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst