Çarenivîsa Kurdistanê jî wê bibe nola ya Efxanistanê?
Amerîka û hevpeymanên xwe bi armanca avakirina sîstemeke federal a demokratîk hatin Îraqê. Sîstemek ku li navçeyê yekta be û bibe hêviya aramî û vejandina devera Rojhilata Navîn. Lê gava dîtin ku zehmet e ev hêvî pêşî li Îraqê pêk were, berî dan Herêma Kurdistanê û ew mîna hevkareke hêja ji bo avakirina modeleke demokrasiyê li deverê, her çend heta radeyekê kil û kêmasiyên vê modelê hene jî, dîtin.
Lê divê faktorên navxweyî û derveyî bi tevahî li ber çav bên girtin. Di demekê de ku ji ber nebûna Îraqeke federal û Kurdistaneke yekgirtî û demokratîk berpirsiyariyeke berbiçav di stûyê berpirsên Îraqî û Kurd de heye lê hem ji bo Rojava û hem ji bo Kurdistanê pir girîng e ku ew dînamîkên ketwara Îraq û Herêma Kurdistanê fêm bikin da ku ew hêviya ku di sala 2003yan de hat çandin, piştî 20 salan bi tevahî ji holê ranebe.
Di serdema şerê DAIŞê de û têkildarî wî şerî, berjewendiyên hevpar di navbera Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û hevpeymaniya navdewletî de hebûn. Loma Kurdistan careke din bû navenda girîngîpêdana Amerîka û Rojavayê.
Lê niha seba kûrtirbûna hevrikiyan li Rojhilata Navîn, derfetek heye ji bo ku berjewendî cardin bibin yek, xasma di derketina dijî êrîşên komên çekdar ên li ser baregehên Amerîkayê de ku bandora wan li ser aramiya Kurdistanê jî heye.
Her êrîşeke firokeyên bê firokevan (dron) lêdaneke aborî li hember Herêma Kurdistanê û ewlekariya gel û hikûmeta wê ye. Hevkariya çalak di vê çeperê de dikare bibe sedema bihêzkirina ewlehiyê, bi heman awayê wekî ku Pêşmerge yekem hêza cîhanê bû ku DAIŞ şikand û têk bir.
Divê Îraq û Herêma Kurdistanê girîngiyeke berfirehtir bidin guhertina berjewendiyên Amerîka û Rojavayê. Ev yek jî bêyî yekkirina hêzên Pêşmerge, jinûve çêkirin, bihêzkirin û niştimanîkirina dezgeh û saziyan sergihayî nabe.
Herwisa pêvajoya demokratîzekirina xurt a ku di destpêka sala 2003yan de dest pê kir, divê ji vê xitimandinê rizgar bibe. Ji bo Herêma Kurdistana Îraqê jî girîng û pêwîst e ku berjewendiyên sereke û yên niha û çarenivîsî yên wekî pergalên birêvebirina avê, guherîna avûhewayê, enerjî, enerjiya paqij, nehêlana bêkariyê û dadmendiya civakî bîne pêş da ku civak û siyaset li hev bikin.
Ev guhertin seba ku rewşeke nola ya Efxanistanê li Herêma Kurdistanê jî dubare nebe, girîng in. Divê hemû Rojava girîngiyê bidin van arîşeyan, hem jî hêzên siyasî yên Herêma Kurdistanê û serkirdayetiya hikûmetê jî girîngiyê bidin van mijaran.
Li hêlekê divê Herêma Kurdistanê cidiyetê nîşan bide, herwisa divê Ewropa û Amerîka jî zext û fişarên xwe li hember Bexda û Hewlêrê zêdetir bi kar bînin ji bo ku tişta hatiye avakirin nekeve destê hêzên dijdemokratîk ku xizmeta ajendaya berevajî Ewropa, Amerîka, gelên Îraq û Herêma Kurdistanê dikin û bi xurtî dijî vê destkeftê kar dikin.
Nûneratiyên dîplomatîk bêzariya xwe ji siyasetmedarên Kurd tînin ser zimên. Her çiqasî dilgiraniyên wan li cihê xwe ne jî, lê divê ew jî hîn çalaktir bi siyasetmedarên Kurd re bixebitin ji bo ku hemî bi hev re rewşê ber bi rêya rast a demokrasî, aramî û geşbûna aborî ve bibin. Herwiha divê têgihiştineke wan a baş ji rewşê û kelemên navxweyî û derveyî hebe.
Hestekî wisa li nik siyasetmedarên Kurdistanê çêbûye ku êdî Herêma Kurdistanê li ba Rojavayê ne girîng e. Ev ne rast e. Lê Rojava dixwaze berhema veberhênana 20 salan li ser Herêma Kurdistanê bibîne, ne ku tenê mijûlî hevrikiya hêzên siyasî be.
Di heyva borî de, balafirên bêfirokevan (dron) li ser armanckirina Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê û baregeha leşkerî ya Herîrê berdewam bûn. Dema ku balafirgeh tê armanckirin ango aramî, tevgera aborî û berjewendiyên Rojava û Herêma Kurdistanê bi hev re tên armanckirin.
Artêşa Amerîkayê di çend hefteya borî de li Îraq û Sûriyê gelek caran rastî êrîşên balafirên bêfirokevan (dron) hat. Ev yek jî wekî tolhildanekê ye li hember berdewamiya piştevaniya Washingtonê ji Îsraîlê re di şerê dijî çekdarên Hemasê de li navçeya Xezeyê. Ji nîveka meha 11an û heta vêga qet nebe 78 caran êrîş li ser hêzên Amerîkayê hatine kirin.
Li gor berpirsên Amerîkayî, 66 karmend birîndar bûne. Nêzî 2 hezar û 500 serbazên Amerîkayî li Îraqê û 900 leşker jî li Sûriyê serkirdayetiya Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê dikin.
Di demekê de tişta ku li Xezeyê diqewime, bi her pîvaneke mirovî ya rewa cihê dilgiraniyeke herî mezin e û divê bi awayekî hevbeş were şermezarkirin, lê ketwara Herêma Kurdistana Îraqê ew e ku wekî beşekê ji pergala lîberal a Rojavayê çêbûye, tew azadî û otonomiya wê ya ku niha heye jî, ti garantiyeke mana wê bêyî piştevaniya Rojavayê nîne.
Heta radeyekê, wer dixuye ku piştî pêkanîna referanduma serxwebûnê ya sala 2017an Kurdan piştevaniya xurt a berê ya civaka dîplomatîk ji dest da. Herwiha fikar û dilgiraniyên Rojavayê li hember mijarên mafên mirovan, azadiya axaftin û rojnamevaniyê li Herêma Kurdistanê û nekirina hilbijartinê di dema xwe de, birîna wan hîn kûrtir kir.
Daxwaza berdewam a Amerîka û hevpeymanan a yekkirina hêzên Pêşmerge, dîplomatkar û berpirsên ku li ser Herêma Kurdistanê kar dikin, li nik welatên wan tûşî şermezariyê kiriye. Loma nabe ev rewş bi vî rengî berdewam bike û her roj Rojava ji Herêma Kurdistanê dûrtir bikeve.
Dûrketina zêdetir a Rojava ji Herêma Kurdistanê di rewşa îro ya Îraqa bi komên çekdar û pevçûnên Rojhilata Navîn dagirtî, herwisa hevrikiyên herêmî û navdewletî yên li ser xaka Herêma Kurdistanê bi sedema cîrantiya Kurdistanê bi Îran û Tirkiyê re û xaka wê ya bi gaz û petrolê dewlemend, rewşeke pir xofdar derdixe holê ku çawa Efxanistan vegeriya xala sifirê, dibe ku Herêma Kurdistanê jî bi jidestdana piştevaniya tam a Rojavayê vegere xala sifirê.