Sedir li aliyekî û hêzên din ên Şîe li aliyê din

Çar hevpeymaniyên Şiî yên sereke beşdarî hilbijartina pêşwext a 10ê Cotmeha 2021ê bûn. Sedir û Malikî, Hekîm – Ebadî û Amirî û Xezeelî, serokatiya van hevbendiyên cuda yên hilbijartinê dikirin ku her yek ji wan xwediyê gotareke cuda û hilgirê dirûşmeke taybet bû.

Lê bi ragihandina encaman re, 24 demijêran piştî proseyê, di meydana Şiî de Sedir bi tenê ket aliyekî û her sê cemserên din û hinek hêzên hûr li hêla din, li jêr navê "Çarçoveya Hevahengiyê" berhev bûn.

Vê destegeriya nû bi civaka Şiî, li mala Malikî dest bi çalakiyên li dijî encamên ragihandî kirin. Çimkî 73 kursî diyarî Sedir kir. Li hêla din jî, kursiyên wan bi rêjeyeke berbiçav paşve bir, ji bilî hevpeymaniya Nûrî Malikî.

Hevrikên Sedir qala wê yekê dikin ku çarçoveya wan ne derencama hilbijartinê ye, lê bingeha wê berê hatibû danîn û Sedirî bi xwe jê vekişiyabûn. Lê daxuyanî û çalakiyên wan diyar dikin ku xala komker a wê bereya Şiî di naverokê de nakok e. Tenê qeyd û bendkirina Sedir û valakirina yekembûna wî ye, heke na lîsta Malikî serkeftî ye û duyem bû (35 kursî). Wateya wê çi ye li şûna ahengê bi wan re bike, şîna kursiyan girê dide!

"Çarçoveya Hevahengiyê" dirûşma rastkirina encamên hilbijartinê hilgirtiye. Lê gelek caran qala wê yekê jî hatiye kirin ku wê bikin hevpeymaniyeke siyasî. Carinan jî gefa wê yekê pê xwarine, kursiyên komkirî yên aliyên wê zêdetir an wek an hinekî ji kursiyên Sedir kêmtir in; bi vê sedemê jî dikarin piraniyê çêbikin. Ev jî hilgira peyamekê ye ku li gor şiroveya Dadgeha Federal bo "lîsta herî mezin", dikarin heman senaryoya rakirina serkeftiyê yekem ê hilbijartina 2010 Elawî, li hember Sedir jî dubare bikin.

Lê bi dahûrbûna li ser rewşa rastîn û li ser erdê, Sedir ne Elawî ye. Ne wek wî pişt vala û dest û pî spî ye. Ji bilî ku xwediyê cemawerîtirîn tevgera siyasî û îmandar a Şiî ye, ebaya reş jî li ser wî ye û kurê Sedirê duyem e û ji van bibandortir û xofdartir jî ew e ku Muqteda Sedir xwediyê bi hezaran çekdar e. Çi çekdarên "Seraya el Selam" bin an çekdarên "Artêşa Mehdî" û lîwaya "El Yewm el Mewiûd".

Rave û belgeyên zêde jî hewce nakin ku rakirina Sedir bi piraniyeke çêkirî ya pirreng, wek lîstina bi agir e, herwisa vekirina derî ye li ber kaoseke mezin di kolana Şiî de ku ji bilî coş û kelecana cemawerî, egera rûbirûbûna çek û çekdarî jî di hundirê wê de heye.

Hevrikên Sedir nikarin serkeftiyê yekem dehf bidin ser kursiyê yedek û opozisyonê. Lê dikarin nehêlin qonaxa bê "xwerû Sedirî" be, wek ku Muqteda bangeşe jê re dikir. Piştî vê jî deriyê nakokiyên navxwe yên "Çarçoveya Hevahengiyê" li ser piştê vedibe, çimkî di vê mîksa ecêb de "Hêzên Dewletê" ku Hekîm û Ebadî ne bi "hêzên nedewletê" re ku Xezeelî, Hizbullah û Amirî ne bi awayekî demkî bi hev re ne.

Ji aliyekî din ve, Malikî tenê ji bo bihêzkirina pêgeha xwe li hember Sedir çû bereya ku dibêje hilbijartin sexte ne. Ti yek ji wan hêzên ku pê re ne jî wî (Malikî) wek serkird û rêberê bê rikeber qebûl nake, xasma Ebadî û Hekîm û pêwendiyên wî bi Xezeelî re jî ne pir baş in.

Neyarên Sedir hizirên sosret û ecêb bi dizî derxistine ji bo çêkirina mij û moranê li ser pêşengbûna lîsta wî, wek zêdekirina kursiyan ji aliyên windakirî re û qerebokirina wan ku ev pêngaveke bê pêşîne ye di dîroka demokrasiyê de. Yan pêşniyarkirina dabeşkirina postên hikûmî li gor hevkêşeya çekan û amadebûna wan di kolana Şîe û Iraqê de.

Herwisa, hejmartina hejmara dengên bidestxistî ne ku yên bûne kursiyên perlemanî. Li derveyî van her sê bijareyan jî têgeha tifaqê û hikûmeta yekîtiya niştimanî amadebûneke wan a xurt heye ku li dijî hikûmeta piraniya siyasî ye ku Sedir bi xwe du caran tekezî li ser kir, carekê jî bi rêya gotarbêjên limêja înê li mizgeftan bangeşe jê re kir.

Takbûna Sedir birîneke kûr vedike ku çîrok û serpêhatiya bavê wî ye. Ew jî heya dawiya jiyana wî, ji aliyê rêberên olî yên Şîeyên Iraq û Îranê ve hewldana piştguhxistin û îzolekirina wî dihate kirin. Dema lêvegera bilind a berê ya Şiî Ebû Qasimê Xûî koça dawî kir (1992), Sedirê bav pir daxwaz kir here dewsa wî, lê kesî bi gotina wî nekir.

Di demekê de cîgirên bihêz di meydanê de nebûn, bêgav bi cîgirên Xûî re ku Sebzewarî û Sîstanî bûn, vî jî bingeha lêvegera xwe ya cemawerî bi navê “El Hewze el Natîqe” danî û heta bi her du kurên xwe (Mistefa û Muemel) re hat terorkirin (1999) bi hewzeya klasîk a Necefê re û li hember rêberiya Xamineyî û malbata Hekîm û hemî binemalên olî yên naskirî û xwedî îtibar ên din re, di hevrikî, nakokî û hewldana xweîzbatkirinê de bû. Ev girêk û hêrs ji kurê xwe Muqteda re jî wek mîrat hişt.

Di mehek û çend rojên ku di ser hilbijartina 10ê Cotmehê re derbas bûne, Muqteda Sedir xwe girtiye, bi tund û zivirî caba komployên Şîeyan nedaye, serdana Hekîm kiriye ku ji kesên nerazî ye, berî du înan dema li Bexdayê bû, alîgirên Heşdê êrişî Navçeya Kesk kirin û xwîn hat rijandin. Lê Sedir bi hêrs vegeriya Necefê û pena xwe nebir ber çekên kolana xwe ku dikare ji hêzên rikeber çêtir wan araste bike.

Lê li gor hemî nîşan û agahiyan, piştî ragihandina encamên dawî û nemana ti metirsiyê li ser encamên hilbijartinê, êdî dora Sedir e ku hemî kartên xwe bavêje meydanê. Di vê çarçoveyê de jî, ji niha ve bi ragihandina vekirina derî li ber damezirandina şopgirên xwe, rikeberên xwe tûşî gupegupa dil û payîna ji pêngavên xwe yên bê kiriye.