Dema serkeftin-xwestinê ye

Şerê Misûlê bi derhêneriya DYAyê dest pê kir. Hêzên bingehîn, Ereb û Kurd in.

 

Kurd ji Xaneqînê heya Şingalê, ji her herêm, ol, kom û partiyê, ji hemû Kurdistanê ne. Xwebexş ji her derê berê xwe didin Başûr.

 

Şer ne tiştekî xweş e. Êşên wê mezin in. Malbatan perîşan, welatan wêran dike. Civak bi xelata Nobelê, pêşbirkên sporê, dibistanan, bi tiştên baş û xweşiyê ve mijûl in. Lê em di derdê kuştina hev û wêrankirina mal û warên hev de ne.

 

Lê weke yê îro gava şer dide derî? Di şerê li himberî DAIŞê de cihgirtin, serfirazî ye. Ew ne tenê xweparastin e, lê erkeke mirovahiyê ye jî.

 

Em ji serkeftina şervanên xwe ewle ne. Bi hemû hêvî û dilê xwe, em bi wan re ne. Serkeftinên wan dê ziravê dijminên kurdan biqetîne, da ku careke din ziravê destdirêjahiyê bi xwe re nebînin.

 

Dinya jî li benda serkeftinê ye

 

Lê em zanin, serkeftin tenê têrê nake. Divê mirov sedemên dînîtiya cîhadî rake.

 

DAIŞ, rêxistina nîjadperest a erebên sunnî ye. Dagirkerî û korbaweriya olî, hişmendiya wê ye. Divê ew hişmendî nemîne.

 

DAIŞ, navê nakokiya rêolî ye. Li Bexdayê doktrîna şîî serdest e. Berteka wê, DAIŞ e. Divê ew çanda kevnare biçike.

 

Îran, Siûdî û Tirkiyê, wê nakokiyê tev didin. Heya ew bandor hebe, pirsên Îraqê çareser nabin. Şer an mase; di mijara Îraqê de ciyê Tehran, Riyad û Enqerê tineye. Pirsa Îraqê, pirsa civakên Îraqê ye.

 

Kurdistana Başûr jî têde Îraq, ji aliyê nîjadî û bîrûbaweriyên olî ve dewlemend e. Lê mixabin kevneperestî û paşverûtî serdest e. Va sedemekî jihevdûrketina civakan. Divê di wêneyê sibê de, ew vajîtî tinebe.

 

DAIŞ berhema emperyalîstan e jî. Talan, wêran, xizanî, koçberî, mirin li kuderê hebe, li wir bertek jî heye. Derfetên asayî tinebîn, bertekên awarte serdest dibin. Divê sînorê keyfîtiya emperyalîstan hebe.

 

DYA û Rûsya bi çekên herî nûjen, bi “drone”yan bombe dikin. Ji dûr, bi bişkova kompîturê kuştinê dikin. Li DAIŞ, el Nusra, el Qaîdeyê didin. Xweşê me diçe. Sibê wê li kî bidin? Li te, li min nedin? Kî dikare wan biseknîne? Ka zagona rêlibergirtinê?

 

DAIŞ, pirsa dadgeha navneteweyî ye

 

Ji ber nîjadkujî û komkujiyan, ji ber hovîtiyên li himberî jinan û serjêkirinan, ji ber talan û rûxandina dewlemendî û berhemên dîroka welatan.., DAIŞ, di girîngiya “Dadgeha Nurnbergê” de mijara darizandina navneteweyî ye.

 

 

Divê desthilat, dezgeh, rojnamevan û nivîskarên Kurdistana Başûr, bi wê berpirsiyariyê, bi kitekitî belgeyan kom bikin û biparêzin. Divê wan nesipêrin ‘wijdana’ DYAyê.

 

Şop diçin kî û kuderê? Malîkî çawa Misûl radestî DAIŞê kir? Rola Îranê? Kî DAIŞ berda Kurdistanê? Fînansorên DAIŞê? Rola Riyad û Enqerê? Rola dewletên serdestên dinyayê? Ji ber Sunnîtiyê, qelsiya me? û bi sedan pirsên din.

 

Derfeta bersiva van pirsan çêdibe. Bersiv, wê tevkarî li doza netewî û arambûna wijdana mirovahiyê bikin.

 

Wêneyê li pêşiya me

 

Bexda bi şêr, dibe xwe bide hev, bi înîsiyatîftir bibe. Wê “deverên nakokîbar” bîne rojevê. Wekî Kurdan ew erdên xwe bi dest xistine, çima wê bikin mijara nîqaşan? Va talûkeya şerê sibê yê şîî û kurdan.

 

Rewş û berteka sunnîyên ereb, ne diyar e. Wê Siûdî, serdestiya Bexdaya şîî qebûl neke. Va mijareke din a germ.

 

Tehran û Bexda hewl didin ku li himberî Kurdan Tirkiyê bikşînin lihevhatinê. Gotinên Erdogan ên “18.10.16” jî, derî ji wan re vedike. Wî, qala “berpirsiyariya Mîsakî Millî”yê, ango “neguheriya statukoyê” kir. Derdê camêr tenê Kurd in.

 

Têr serpêhatiyên desthilata Başûr çêdibin. Divê ji wan encaman derêne. Erê, têkilî û hevbendî bi pêşwextî nayên destnîşankirin. Lê bila bizanibin; rengê têkiliyên îro yên bi Tehran û Enqerê re, me gellek diêşînin.

 

Di enî û şerê mezheban de ciyê kurdan tineye. Kurd, ji gellek bîrûbaweriyan pêk tên. Mixabin kevneperestiya olî ya sunnî, serdest e û ev zirar dide ahengiya civaka kurd. Sedemekî pirsa Şengalê jî ev e. Divê di wêneyê sibê de sekulerîzm bi awayekî qurmgirtî serdest be.

 

Di şerê îro de ne hêzên partiyan, tenê hêza kurdan heye. Va xerca wêneyê sibê.

 

Sîstema hevpar tenê bi gotin heye. Me şer dikir sedem. Dibe derfeta cebirandin û sererastkirinê çêbe. Derman, sîstema hevgirtî ye. Ew tinebe, gendelî dest pê dike. Nanê gendeliyê jî; partîtî, korbaweriya olî û neteweperestiya erzan e.

 

Ji bûyerê para Rojavayê

 

Misûl bikeve, Reqa di dorê de ye. Va ji bo Rojavayê rewşeke nû.

 

Lê hişyariya pisporan: “DAIŞîyên Îraqê berê xwe bidin Sûriyê. Hişyarî!

 

Lezeke Tirkiyê, ji wêkê ye. Ji şikestina cîhadiyan, ji eşkerebûna razan, ji destkeftiyên kurdan, ji her tiştî ditirse ew.

 

Tirkiyê bi fermî “derketina el Nusrayê ji Helebê” xwest, ango ew firotin. Ma çi nafiroşe? Babeteke lihevhatina Erdogan û Putin, ew bû?

 

Tirkiyeya di bin planên xwe de mayî, weke kamyona frênqetayî ye. Di dîreksiyonê de jî ew hêrsok û ernok. Mirov nezane, wê li kuderê bide. Gidî hişyarî!