Zêt û zêtûna Efrînê: Beşek ji nasnameya Rojavayê Kurdistanê

Zêtûna Efrînê: Hin zimanzan dibêjin navê Efrînê Avrûne an Avrîne û tê wateya ava herikî, yan navçeya li ser avê rûniştiye, û hin kes din jî dibêjin Eferîne wate sermediye lê bi zimanê Siryanî jî tê wateya axa berhemdar .

Bjarokê Efrînê 63Km dûrî parêzgeha Helebê ye, û dikeve rojavayê Kurdistanê û bakurê rojavayê Sûriyê ye, û bilindbûna herêmê di navbera 700-1269 m, berê xwe ji rojhilat heta rojava 55 Km û ji bakur ta başûr 75 Km, û ferehiya xwe 3900 Km guşeyî ye. Herêma Efrînê herêmeke çiyayî ye, û perçeyeke ji zincîra çiyayên Torosêye, du çiyayî mezin lê hene, çiyayî Hawar û Lêlûnê û girê herî bilind jî Girê Mezine.

Herêma Efrînê têr kanî û ave û çemê Efrînê bi dirêjiya 85 Km di nav herêmê de derbaz dibe, û çemê Reş jî di tixûbên wê ya rojava de diherike. Bajarokê Efrînê niha girêdayî bajarê Helebê ye, û şeş navçe girêdayî wê ne, Raco, Mabata, Şiyê,Cndêris, Şera û Bilibilê, û berî hinek gundê wê bidin ser bajarokên Ezaz û Daretizzê hijmara gundên wê 405 gundbûn, lê niha 368 gundin. Li gor amarên 2001 an yê rejîma Basê bi xwe hijmara kurdan li Efrînê 480 hezare û rêjeyê kurdan ji sedî 97e. Xelkên Efrînê Kurdin, û di dîrokê de li wir Xaldî, Horî, Hitît jiyane, ku hemû jî xelkên Arî ne.

Zeytûna Efrînê û zêta kurdî: Zêtûn yek ji darên herî navdar di dîroka mirovatiyê de, tê gotin ku dema tofana hezretî Noh de kevoka Sipî şaxek ji dara zeytûnê bi nikilê xwe rakiribû û dawiya tofanê û destpêka aramî û aşitiyê ji mirovatiyê radighand û dîsa xwedayê hişmendiyê Mînîrva xwest diyariyek bi de mirovatiyê dara zeytûnê kiribû diyarî,. Her weha dara zêtûnê di hemo ol û mîtolojiya mirovatiyê de cihekî pîroz girtiye, û wek nêşana Evîn û Aşitiyê hatî naskirin.

Xelkên Efrînê ji hezaran salan vê Zêtûnê diçînin, û wek berhemekî herî berhemdare li cem wan, him ji Zêtûna wê û him jî ji zêtê wê gelek sûdê werdigrin. Li gor amarên sala 2002an nêzî 14 milyon darê Zêtûnê heye, lê ji ber buhabûna nirxa zeyt û zetûnê û tengbûnên aborî li nav şarên mezin de, ev hijmar heta niha gelekî berve zêdebûnê hat guhartin, ji ber wê li gor amarên hin malperên kurdan de hatiye belav kirin, hijmarên dara Zêtûna niha gihîştiye 22 milyonan.

Efrîn salê nîzîkî 180 hezar tonî zêtûn berhem dide û 400 maserê zêtê û 30 kargehê çêkirina Bîrîn û Sabûnê lê heye, Bi navendî her darek mezin yê Zêtûnê 2 çiwal zeytûn dide, û her çiwalek zêdetirî tenekek zeyt dide, lê ev berhem li çiya û deştê cuda ye, ji ber Zêtûnê çiya bêhtir bi zeyte û darên deştê jî bêhtir bi Zêtûn e , û çar curên zêtûna Efrînê heye, zêtî, Xalî, Soranî û Etûn e.

Li gor endazyarên kîmyayî, zêta Efrînê zêta herî bi nirxe di nav zêtên Zêtûna cîhanê de, û ji mehû zêtan bi nirx tire, lê ji ber siyaseta Basê şûvenîst ku zêtûna Kurdan jî we kurdan ji wê siyaseta înkarê azad nebû, nedihêştin zêt û zêtûna Efrînê di bazarên navneteweyî de belav bibe, û herdem siyasetên ambargoyê li ser wê û bazirganiya wê dimeşandin, daku tim nirxê wê erzan bibe, û kurd jî ti carî zengîn nebin û bayix û nirxê bi çandina dara zêtûnê nedin, lê tevî hemû kiryarên netewperest ku li hember kurd û zêtûna kurdan dimeşandin, zêta Efrînê bi navê zêta Kurdî li herêma rojhilata navîn û cîhanê belav dibû, û di demekê de bûbû wek nasnameyeke kurdên rojava.