Hemas û Îsraîl, aştiyeke nemimkin!

20-08-2024
Adil Baxewan
A+ A-

Ji dema ku Koşka Spî danûstandinên Dohayê wekî "derfeta dawî" bi nav kir, derket holê ku çend dîplomatkarên wê yên fena Brett McGurk şaş bûn. Tê bêjî qey tiştek ji wê dîroka dûrdirêj a danûstandina di navbera Îsraîlî û Filistîniyan de fêm nekirine ku zêdeyî 50 salî ye berdewam dike bêyî ku encameke şênber hasil bike.

Bê guman civîna Dohayê ku Amerîkî, Misrî, Qeterî û Îsraîlî di 15 û 16ên vê mehê de anîn cem hev, dûrî wê yekê ku "derfeta dawî" be, xwedî girîngiyeke herî mezin e, ji ber ku pira diyaloga nerasterast di navbera Hemas û Îsraîlê de ji nû ve ava kir.

Ji nû ve avakirina vê pirê di du hûrdemên pir hestyar de ye. Ya yekem ew e ku şerê xwîndar ê di navbera van her du aliyan de 10 meh derbas kir û hejmara qurbaniyên Filistînî jî 40 hezar kes derbas kir. Ev şer her rojeke zêdetir berdewam bike, tê wateya zêdebûna hejmara qurbaniyan û dirêjkirina temenê bêtareke ku cîhan bi rêya navgînên medyayê rasterast dibîne. Pir kêm dewletek heye ku di bin bandora civaka sivîl de nexwaze ku ev şer di zûtirîn dem de kuta bibe.

Ya duyem jî ew rewş e ku piştî kuştina Serokê Ofîsa Siyasî ya Hemasê Îsmaîl Heniye û Fermandarê Hêzên Çekdar ên Hizbulahê Fûad Şukr di 31ê Tîrmehê de li Rojhilata Navîn çêbû. Rewşek e ku hemî cîhan li benda wê çirkeyê ye ka Komara Îslamî ya Îranê û Hizbulaha Libnanê dê çawa, kengê, li kû û bi çi heyfa xwe ji Îsraîlê hilînin.

Civîna danûstankerên van her çar welatan li Dohaya ku di heman demê de bi Hemas û Îranê re li ser hêla rasterast e û name, daxwaz û hêviyên wan dibe hundirê odeyên girtî yên danûstandinan, bê guman xwedî qîmeteke bêsînor giranbiha ye û em dikarin wekî pêngaveke berpirsiyar di heyameke xofdar de pênase bikin.

Du rojên dirêj ên gotûbêjên dijwar bi daxuyaniyeke "geşbîn" a Koşka Spî kuta dibin. Ez bernavên "xêvik, kawik û zûbawer" li vê geşbîniya Koşka Spî dikim, xasma piştî daxuyaniya Joe Biden bi xwe ku dibilîne "Em ti carî bi qasî niha nêzî lihevkirinê nebûne."

Dema civaka navneteweyî li van daxuyaniyên Qesra Spî guhdarî dike, hestek li balê çêdibe ku di çend demjimêr, roj an jî çend hefteyên bê de, qet nebe dê agirbestekê ragihînin û dê hemû alî rêza wê bigirin. Lê di rastiyê de serokê nû yê Ofîsa Siyasî ya Hemasê Yehya Sinwar û Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu bi lez her tiştî li bin guhê hev dixin û mijarê vedigerînin xala sifirê.

Nexşerêya Biden a agirbestê

Tîma danûstandinê ya Qesra Spî bi nexşerêyekê hatiye ku di 31ê Gulana îsal de hêlên wê yên sereke ji medyayê re eşkere kirin. Rast e ev nexşerêya han encama çendîn lêkolînên hûrbîn li ser rewşa Xeze, Îsraîl û Rojhilata Navîn bi giştî ye, lê ev jî rast e ku ji 31ê Gulanê ve Serok Biden bi xwe lê xwedî derketiye û li ser navê wî belav bûye. Ango ev nexşerê êdî ne tenê pêşniyara çend navendên lêkolînê ye, li şûnê, projeya aştiyê ya Qesra Spî bi xwe ye.

Qonaxa yekem a vê nexşerêyê "çeksekinandineke" şeşhefteyî ye ji bo ku hêzên çekdar ên Îsraîlê ji hemî navçeyên Xezeyê ku bi awayekî zêde cihên kombûnba şêniyan in, vekişin. Li hemberî vê yekê, Tevgera Hemasê hinekan ji wan 115 dîlên Îsraîlî ku ji 7ê Çiriya Pêşin a sala borî ve desteser kirine û heta niha sax in, azad bike.

Qonaxa duyem berdana hemû dîlan ji aliyê Hemasê ve ye. Ger Hemas rêzê li vî şertî bigire û piştre rêzê li prensîbên agirbesta bi Îsraîlê re jî bigire, projeya jinûveavakirina devera Xezeyê bi pêşengiya Amerîkayê dê dest pê bike û welatên herêmê bi giştî û nexasim Erebistana Siûdî dê bên vexwendin ji bo beşdariya di nûavakirin û destnîşankirina awa û teşeya rêveberiya Xezeyê ya piştî şêr de.

Qonaxa sêyem jî ji çareseriyeke tevahî ya neyartiya di navbera Îsraîl û Filistînê de pêk tê, bi rêya gotûbêjeke giştgir a yekalîker çimkî wek Biden dibêje, divê ev her du gelên Filistînî û Îsraîlî heta hetayê di nava şerekî berdewam de nejîn.

Li hundirê odeyên girtî yên danûstandinan dojeha Amerîkiyan!

Trajediya vê nexşerêyê ew e ku hikûmeta Îsraîlê û Tevgera Hemasê wê bi du guhertoyên bi temamî ji hev cuda şîrove dikin, heta radeyekê ku her du guherto jî naçin ser tiştê ku danûstandinkarên Amerîkî bi giştî û serokê Amerîkayê bi taybetî dixwaze.

Jixwe ev wer dike ku hem Îsraîl û hem jî Hemas bi berdewamî şert û mercên nû li ser maseya diyalogê bi cih bikin û wê "geşbîniya xêvik" a Amerîkiyan têxin çarçoveyeke rêjeyî ya berfireh. Li gorî zanyariyên ku ji civînên girtî digihin destê navendên biryarê li Ewropayê û ji wir jî hinek ji wan bi dizî digihin navendên lêkolînê, di kêliyên dawî yên 16ê vê heyvê de, Îsraîlê çend şert û mercên nû daniye ber destê danûstandinkaran û tevahiya pêvajoyê aloz kiriye.

Yek ji şertên ku Hemasê bi temamî red kiriye, mayîna hêzên çekdar ên Îsraîlê li devera Selahedînê ye ku Cihû jê re dibêjin Fîladelfiya û ji hêleke berteng a 14 kîlometreyî li ser sînorê di navbera devera Xeze û Misrê de, pêk tê.

Herwisa şertekî din ê Îsraîlê ku di kêliyên dawî de diçe ser maseya gotûbêjan û ti pêwendiya wê bi nexşerêya Joe Biden re nîne, ji mafê vetoyê yê Îsraîlê li ser Filistîniyên ku di girtîgehên wê de ne û divê li hember dîlan werin berdan, pêk tê. Ango mafê Hemasê tune ye ku vetoyê li ser rehîneyên Îsraîlî deyne, lê Îsraîl dixwaze mafê wê hebe ku vetoyê li ser her Filistîniyekî ku naxwaze azad bike, deyne.

Tevî van û gelek merc û şertên din jî ku tevgera Yehya Sinwar wek sivikatî li wan dinêre û pir zehmet e ku bikare wan bipejirîne, dîsa jî ji çend navendên girîng xasma Doha, Misr û hinek Îranî jî zextê lê dikin ku ji danûstandinan venekişe û tewra hewl didin di dawiyê de peymanê pê bidin îmzekirin.

Divê em fêm bikin ku lîderên Hemasê ne çend dogmatîstên veqetandî yên di şikeftên dûredest ên îdeolojiyeke girtî de ne, li dewsê, serkirdeyên Hemasê ew aktor in ku her roj bi dîplomatkarên herî mezin ên cîhanê re tevdigerin û di nav pergala tevgerên pragmatîzma siyasî ya rojane de cih digirin.

Lewra, divê em hebûna van hemû guvaş û zextên navxweyî, herêmî û cîhanî yên li ser wan wek rastiyeke asayî bihesibînin, rastiyek e ku dikare di gelek astan de bandorê li rêgezên stratejîk bike. Mînak, kes ji me şok nebû dema ku di 31ê Gulana îsal de, Hemasê daxuyaniyek da û tê de destpêşxeriya serokê Amerîkayê wek "erênî" bi nav kir.

Ma Netanyahu bi rastî dixwaze şer rawestîne?

Tevî amadebûna van hemî dîplomatkarên Amerîkî, Ewropayî, Ereb û Îsraîlî ku ji bo pêkanîna agirbestê di danûstandinên kûr de ne, serokwezîrê Îsraîlê her roj çi li ser asta gotarê û çi li ser asta pratîkê, me ber bi wê çendê ve diajo ku rawestandina şer ne di rojeva wî de ye. Berovajî vê yekê, ew timûdayim qala şerekî seranserî ku dê serkeftineke leşkerî ya tevahî ji Îsraîlê re misoger bike, dike.

Di rewşeke wisa de, beşdariya Îsraîlê di pêvajoya danûstandinan de ji xeynî windakirina demê ne tiştekî din e, windakirina demê bi Serok Biden re ku tenê çend hefteyên wî li Qesra Spî mane, windakirina demê bi Hemasê re ku Netanyahu bawer dike di kêliyên dawî yên mirinê de ye, windakirina demê bi wan Ewropiyan re ku di bin zexta civakên xwe de daxwaza aştiyê dikin, windakirina demê bi wan rejîmên Erebî re ku xewna xaçkirina Hemasê dibînin, lê dîplomatkarên Biden ên fena Amos Hochstein, Brett McGurk û Antony Blinken ku hertim li Rojhilata Navîn in, naxwazin ji vê rastiyê bawer bikin.

Bi ser de jî, Wezîrê Derve yê Fransayê Stephane Sejourne û Wezîrê Derve yê Brîtanyayê David Lammy jî anîn ser hêlê û ew jî li Rojhilata Navîn in û dixwazin karekî nemimkin bikin ji bo ku ne tenê şerê Xezeyê rawestînin lê rê li teqîna Rojhilata Navîn jî bigirin.

Îran û Eniya Berxwedanê

Lap berovajî xwesteka Amerîkayî û Ewropiyan, Serokwezîrê Îsraîlê dixwaze bi çi mekanîzmekê dibe bila bibe, Komara Îslamî ya Îranê kaşî nav şerekî herêmî yê dorfireh bike û di wê baweriyê de ye ku vêga dem hatiye ku ne tenê binesaziya atomî ya Îranê lê dawî li rejîma Îranê bi xwe jî were.

Ayetullahên Tehranê ev stratejiya Benjamin Netanyahu pir baş fêm kiriye. Loma bi aqilekî herî sar bi bûyeran re tevdigerin. Bê guman mîna her civakeke cîhanî ya din, li Îranê jî hizr û ramanên cihêreng hene lê di dawiyê de dadger ku rêberê giştî yê Komara Îslamî ye, tenê û tenê wê biryarê dide ku di berjewendiya siberoja rejîmê de ye û berjewendiya rejîmê jî ew e ku ti cûreyê çekan bi kar neyîne ku paşê xwe pê bikuje, lê ev nayê wateya ku dê ti bersiveke Îran û milîsên wê yên li Rojhilata Navîn (Heşda Şeibî, Hizbullah, Hûsî û komên Sûriyeyê) li hember Îsraîl û Amerîkayê nebe. Berovajî vê yekê, Komara Îslamî ya Îranê teşeyên bersivdan û tolhildanê wek çavkaniyeke hilberîna li ser mijara rewatiya hebûn û amadebûna xwe li Rojhilata Navîn dibîne û nikare xwe ji bikaranîna wan mehrûm bike.

Dawî

Di vê hevkêşeya asê de, hemî texmîn û hîpotez vekirî dimînin. Di nav de texmîna aştiyeke mayînde li Rojhilata Navîn ku Îran û Îsraîl jî tê de cih bigirin. Lê di rastiyê de, niha û li vir, hemî nîşan me ber bi wê yekê ve didehifînin ku ti garantî li holê nîne ku dîplomatkarên rêveberiya Joe Biden di sepandina aştiyê li ser rikberan de bi ser bikevin. Tevî nebûna xwesteka rûbirûbûneke dorfireh bi Tehranê re li Washingtonê, dîsa jî ti garantî li holê nîne ku şer belav nebe û çend welatên Rojhilata Navîn li xwe negire, ji Îranê bigire heta bigihe Îraq, Libnan, Sûriye û Yemenê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Mehmûd Necmedîn / Wêne: Rûdaw Grafîk

Bi rastî Kurd mirîperest in?

Kurd dildarên vîla, nargîle û baxçeyan in. Kurdek amade ye her roj here kafeteryayê û 10-15 hezar dînaran bide nargîleyekê lê ne amade ye pênc hezaran bide pirtûkekê û bixwîne!