Kêmkirina newekheviyê li Herêma Kurdistanê
Li Herêma Kurdistanê, pirsgirêka newekheviyê reh û kokên xwe bi kûrî berdane nav civakê. Bi rastî, newekheviyê hemû qadên civakê daye ber xwe, ji perwerdehiyê bigire heya digihe tendirustiyê.
Cudahî bi rewşa jidayikbûna takekesî re dest pê dike. Di nav wan de jî, malbata ku zarok tê de ji dayik dibe, navçeya ku lê mezin dibe, rewşa aborî ya malbatê û tew alîgiriya siyasî ya wî takekesî bi xwe jî.
Cihê dilgiraniyê ye dema em dibînin ku li Herêma Kurdistanê, bê hebûna girêdana siyasî bilindbûna statûya takekes di civakê de pir berteng û sînordar e. Dema ew mijar û cudahiyên sektora perwerdehiyê di nav hev de dihelin, bandora wan li ser wekheviyê bêhtir derdikevin holê.
Yek ji bandorên dilgiranker ên vê newekheviya li Herêma Kurdistanê berî her tiştî di biyavê perwerdehiyê de tê dîtin. Rast e dibistanên taybet li Herêma Kurdistanê bi rengekî baş bi pêş dikevin û standardeke bilind a xwendin û perwerdehiyê pêşkêş dikin, lê destê zarokên malbatên çîna karker nagihêje wan dibistanan.
Ev yek jî pergalekê dirust dike ku di xizmeta çîna zengîn de ye. Yek ji encamên vê jî dirustkirina dabeşbûn û cudahiyeke zelal e ku ew jî li pêşiya bilindbûna statûya civakî ya takekes dibe kelem û astengî.
Ev di demekê de ye ku gelek caran pirsgirêka nebûna amûr û alavên pêwîst li dibistanên sektora giştî heye. Di nav wan de jî nebûna pêdivî û dersên wekî teknolojî, endezyarî û kodsazî ku ev hemû ji bo pêşxistina şiyana zarok û takekesan pir pêwîst in.
Cudahiyên ku hatin behskirin, kelem û astengiyan ji bo Herêma Kurdistanê çêdikin û dibin sedemek ku genc ji bo siberojekê neyê amadekirin ku zîrekiya destçêkirî û pêşkeftinên teknolojîk tê de roleke mezin digirin milê xwe.
Dibistanên taybet li Kurdistanê dibin sedem ku civakeke ji du çînan ava bibe. Xwendekarên ku li dibistanên bi vî rengî dixwînin, hîn dibin bi çend zimanan bipeyivin û derfeteke wan a baş jî heye ji bo ku paşê ji bo xwendinê herin derveyî welat.
Lê bandoreke vê rewşê ya din jî heye, ew jî zêdebûna wê îzolebûnê ye ku hin zarok pê re rû bi rû dimînin, xasma zarokên nivîşkan û her wiha zarokên ku pirsgirêka wan a fêrbûna bi zehmetî heye.
Mixabin, ev zarok gelek caran tên paşguhkirin. Bo mînak, hindek navend bangewaziya wê yekê dikin ku xizmetguzariyan ji zarokên nexweşên otîzmê re peyda dikin û gelek pereyan jî li hember vê yekê distînin, lê mixabin çareseriyeke wisa berbiçav pêşkêş nakin.
A ku cihê dilgiraniyê ye ew e, tew pir kêm tu nexweşekî otîzmê dibînî ku bi awayekî serkeftî qonaxa navendî yan zanîngeh li Herêma Kurdistanê kuta kiribe. Dibistanên Kurdistanê wergirtina xwendekarên ku nivîşkan in an pirsgirêkên wan ên bi vî rengî hene red dikin û şiyan û karînên wan qet li ber çav nagirin.
Heta niha jî wernegirtina xwendekarên otîzmê li dibistanên qonaxa amadeyî heye û ev jî tê wateya ku zarokên xwediyên şiyan û behreyên zêde, piştî qonaxa bingehîn têne paşguhkirin. Sîstema perwerdehiyê jî nikarîbû derfetên wekhev ji hemû zarokan re peyda bike.
Ez wekî hemwelatiyeke Herêma Kurdistanê ji bo guhertinê dixebitim. Ez niha di kampanyayekê de beşdar im û ez Wezareta Perwerdehiyê dihêvojim ku vê qedexekirina nefermî ji holê rake û meseleya ku mamostayên dibistanan rahênana pêwîst wergirin piştrast bike ji bo ku xwendekarên nexweşên otîzmê li dibistan û polên xwe bi cih bikin.
Rast e ku reng e hin zarokên nexweşên otîzmê di jîngeha dibistanan de bi hin astengiyan re rû bi rû bimînin û hindek refatên têkder jî bikin. Lê hebûna sîstemeke dirust dibe alîkar ji bo zarokên ku reftarên wan ên têkder ne gelek in, bi awayekî asayî li ser xwendinê berdewam bin.
Zarokên min li Brîtanyayê xwendine û ezmûna wir pir cuda ye. Du hevpolên zarokên min ên nexweşên otîzmê hebûn, lê rewşa wan nebû sedem ku ew di polê de nemînin û nexwînin. Berevajî vê yekê, hikûmeta Brîtanyayê budceyeke taybet ji wê dibistanê re veqetand da stafekî wê yê zêdetir hebe, alavên taybet bi xwendinê bi awayekî birêk bixe ku bi şiyana wan re li hev bike û wê têgihaştinê jî li bal xwendekarên din ên dibistanê dirust bike ku erê cudahî di jiyanê de hene.
Ev şêwaza kar nav di zarokan de ji bo ku rêzê li hevpolên xwe yên cuda bigirin û ji wan tê bigihên; di heman demê de jî hebûna jîngeheke taybet bi fêrbûnê piştrast dike ku her tişt tê de alîkar e û her kes jî xwe tê de dibîne. Lê xebînet ev têgihaştin û reftar li Kurdistanê nînin.
Heger em awirekê li dîrokê vedin, em ê bibînin ku di dema borî de Herêma Kurdistanê bi xizaniyeke giran re rû bi rû ma, lê cudahiyên di biyavê samanê de kêm bûn. Lêbelê vêga pareke civakê bi awayekî di ser yên din re li xwe dinêre. Sedem jî ew saman e ku berhev kiriye, îcar bi rêyeke rast hatibe berhevkirin an na mijareke din e.
Di heman demê de çîna karker ji nûneratiya siyasî dûr e û naxuye ku derfetên wekî yên çînên din ji vê çînê re jî peyda dibin da ku bi pêş bikeve. Malbatên çîna karker bi zehmetî dikarin xerciyên xwendineke baş ji zarokên xwe re peyda bikin û ji xizmetguzariyên tenduristî yên baş di nav pergala heyî de sûdê wergirin.
Ji bo ji holê rakirina vê newekheviya tund û beloq, rêbazeke berfireh û piralî pêwîst e. Divê karê li pêş ê hikûmetê ew siyaset bin ku derfetên aborî yên wekhev bi pêş dixin, cudahiyên di dahatê de kêm dikin û derfetên wekhev ên xwendin û çavdêriya tendirustî ya baş ji hemû endamên civakê re misoger dikin.
Pêwîst e reform û çaksazî zêdebûna xerciyên dibistanên giştî, başkirina programên xwendinê û zêdekirina alavan bigirin nav xwe. Her wiha divê çaksazî peydakirina pêdiviyan ji zarokên nivîşkan re li xwe bigire.
Sektora tenduristiyê baldariyeke taybet dixwaze. Divê guhdaneke taybet li ser birêxistina dermansazî, başkirina xizmetguzariyên tendirustî yên navxweyî û kêmkirina piştgirêdana bi doktorên xerîb hebe.
Ji vê zêdetir, pêwîst e reform di pergala birêvebirinê û têkiliya li navbera saziyande bê kirin ji bo piştrastbûna ji nûnertîkirina wekhev a çînên civakê û beşdarîkirina wan. Ev reform gelek tiştan vedihewîne wekî şerê dijî gendeliyê, pêşvebirina şefafiyê û bihêzkirina rola komên civakê yên paşguhkirî ji bo ku bi awayekî çalak beşdarî pêvajoyên biryardanê bibin.
Bi rêya nehêlana sedemên peydabûna newekheviyê û cîbicîkirina reformeke dorfireh, Kurdistan dikare ber bi civakeke wekhevtir ve gavan biavêje; Civakeke ku ji hemû hemwelatiyên xwe re, bêyî ku guh bide paşxan û statûya wan, derfetên wekhev peyda dike.
Di dawiyê de, ji holê rakirina newekheviyê li Kurdistanê girîng e û pêwîstî bi wê yekê heye ku em balê bibin ser wê û her wisa pêwîstî bi xebateke hevbeş a hemû aliyan heye. Kurdistan dikare cudahiyên ku hene kêm bike û civakeke xweşguzar ku tevan di xwe de bihewîne ava bike.
Ev yek jî bi rêya girîngîdana bi derfetên wekhev ên perwerde, xizmetguzariyên tenduristî û derfetên aborî sergihayî dibe. Her wisa bi rêya cîbicîkirina çaksaziyê bi awayekî ku nûnertiya siyasî û birêvebirin jî werin baştirkirin.
Reng e rêya gihîştin û bidestxistina wekheviyê li Herêma Kurdistanê dirêj, dijwar û westîner be. Lê divê Kurdistan ji bo xatirê gelê xwe û seba nifşên xwe yên nû yên paşerojê bide ser vê rêyê û wekheviyê bi destê xwe ve bîne.