Piştî biryara Dadgeha Navbijvaniya Navdewletî ya Parîsê ya taybet bi gilînameya Iraqê li ser Tirkiyê ji bo rêdana bikaranîna boriya neftê ya (Iraq - Ceyhan)ê ji bo bazarkirina petrola Kurdistanê; heger meriv ji rûpel û hesabên şexsî yên tora civakî ya hemwelatiyekî heta rabêja medyayî ya partiyan û helwesta siyasetmedaran û siyaseta fermî ya hin hêzên siyasî binêre, dê meriv hest bi parçebûneke mezin a civaka kurdî li ser du komikan bike: Kabokên komikekê şikestine û komika din jî bihar anîye ser kabokan!
Kesên ku çongên wan şikestine, di wê baweriyê de ne ku dê ev biryara navdewletî dawî li wê yekê bîne ku mafê kurdan li ser samanên xwezayî yên axa wan bimîne. Komika duyem jî şadîman e ku dest û hegemonyaya Bexdayê li ser samanên xwezayî yên Kurdistanê zal dike û ji bo hertim (Neftê ji destê grûpên ku ji bo berjewendiyên xwe bi kar dianîn derdixe).
Piraniya karakterên siyasî, parlamenter, elîta rewşenbîr û medyakar ku ji destpêkê ve dijî biryara serxwebûna aborî ya Kurdistanê bûn û bi berdewamî niquçik li Bexdayê didan û nav tê didan ji bo dirustkirina keleman li pêşiya serketina wê stratejiya Kurdistanê, niha xwe serketî dihesibînin û desthilatdarên Kurd lome dikin çima we guh neda me û bi gotina me nekir da ku ev yek neyê serê we?
Yên ku piştgirî dan wê arasteyê jî ku heger li ser hesabê birçîbûna gel be jî, Herêma Kurdistanê tenazulatên stratejî ji Bexdayê re neke û nekeve jêr serdestiya navendê, tûşî hilweşînê hatine û heger li şikestina vê araste û siyaseta aborî mikur neyên jî, di wê baweriyê de ne ku welatên Ewropa û Amerîkayê xiyanet li wan kirine û Kurdistan careke din bi tenê hiştine.
Lê wisa naxuye ku dê ev hevkêşe her bi vî rengî bidome. Dibe ku zêde dirêj neke sema û şadiya kesên ku bihar anîn ser kabokan bibe şîn, ji ber ku wer naxuye (eslê meqsedê – armanca sereke) ya biryara Dadgeha Navbijvaniya Navdewletî ya Parîsê ew be ku pêşî li hinartina saman û enerjiya Kurdistanê bigire. Dibe ku rastiya li pişt vê biryarê ji bo rewakirin û vekirina rê li ber gihandina gaza Kurdistanê ji bo bazarên cîhanê be.
Rast e Iraqê ji meha nîsana sala 2014an ve li vê dadgehê doz dijî Tirkiyê vekiriye. Ev doz çend caran ji aliyê Iraqê bi xwe ve hat cemidandin û ji nû ve hat aktîvkirin, lê divê em rewşa cîhanê ya îroyîn û siyaseta navneteweyî ya li hember (enerjiyê) wek ku heye bibînin. Her wisa em wê yekê jî fêm bikin ka hegemonyaya kê li ser vê dadgeha navdewletî zal e. Wê demê berbîna me zelaltir dibe ji bo fêmkirina armancên nepenî yên biryara vê dadgeha navdewletî.
Yên ku siyaseta enerjiyê li cîhanê birêve dibin, ne bi tenê ew welat in ku enerjiyê berhem tînin. Heta radeyeke mezin, Amerîka û Ewropayê hefsarê vê siyasetê kontrol kirine. Şert û mercên niha yên cîhanê û berjewendiya wan ew e ku rêjeyeke zêdetir a neftê bixin bazarê û pêşî li bilindbûna nirxê petrolê bigirin. Bi taybetî jî piştî şerê Rûsya û Ukraynayê, ji ber cezayên aborî ku danîne ser sektora enerjiya Rûsyayê, bi berdewamî zext û fişara wan li ser welatên dostên wan ên di OPECê de ew e ku hîn bêhtir neftê berhem bînin. Lewra qet ne lojîkî ye ku di vê rewşa dijwar û tijî hevrikiyên cîhanî li ser neftê de, Amerîka û Ewropa ji bo kêmkirina hinartina petrolê ji bo bazarên cîhanê tiştekî bikin.
Her çiqasî Herêma Kurdistanê ne çavkaniyeke mezin a hinartina neftê ye, lê ji bo vê rewşa cîhanî ya niha, nêzî 500 hezar bermîlên neftê yên rojane, bandoreke mezin li ser nirx û siyaseta enerjiya cîhanê dikin. Heger qerar be ku pêşî li hinartina nefta Kurdistanê bê girtin, dê hevkêşe bi ziyana Amerîka û Ewropayê kuta bibin. Her çiqasî li gor hin raporên navdewletî naxuye ligel siyaset û rewşa navxweyî ya niha ya Herêma Kurdistanê pir guncav bin, lê ev nayê wateya ku xweliyê li serê xwe bikin.
Berovajî vê yekê, çavê wan li wê yekê ye ku Herêma Kurdistanê di dagirtina valahiya ku ji ber dorpêça li ser enerjiya Rûsya ji Ewropayê re çêbûye, bi roleke zêdetir bilîze. Di heyama van 14 mehên şerê Rûsya û Ukraynayê de, çend şandiyên ewropî û amerîkî taybet bi mijara gaza Kurdistanê seredana Herêma Kurdistanê û Iraqê kirin û dixwazin rêyeke hêsan û ewledar ji bo gihandina gazê ji Kurdistanê bo Ewropayê bibînin ku tu kes nikaribe vê gefê bixwe ˈAncex gaza Kurdistanê di ser termê min re bê hinartin.ˈ Ji wan re eyan bû ku li hundirê Herêma Kurdistanê û li Iraqê jî gelek dijberên hinartina gaza Kurdistanê hene.
Ji ber siyaseta ku Amerîka di reftara bi dolarê amerîkî re li hember Iraqê meşand, gelek aliyên (Iraqî yên ser bi Îranê) heta radeyeke mezin ew yek fêm kirin ku nikarin ji wiha zêdetir dijî stratejiya Amerîkayê li deverê bin. Lewra ne dûr e ku rêkeftina Iraq û Amerîka ku Fûad Hisên ˈkirîvˈê wê bû, ew encam dabe ku bi haydariya Iraq û Tirkiyê biryara Dadgeha Navbijvaniya Navdelwetî li Parîsê, ew rê be ku Amerîka û Ewropa lê digeriyan da bi saya wê gaza Kurdistanê bigihîje Ewropayê.
Ji Ewropî û Amerîkiyan re ne pirsgirêk e kî pereyên wê werdigire, herêm an Bexda, yan bi hevbeşî birêve dibin. Armanca rojavayiyan bidestxistina gaz û neftê ye. Zextên ku vêga li ser Iraq û Tirkiyê hene ji bo ku enerjiya Kurdistanê bi çavdêrî û haydariya Iraqê bigihîje sûkên cîhanê. Li hêleke din rakirina wan astengî û keleman e ku sibata par Dadgeha Federal a Iraqê li jêr guvaşa siyasî ya aliyên biyanî dijî enerjiya Kurdistanê derxist.
Lewma heger ew arasteya dirust ku Iraq û Herêma Kurdistanê ber bi rêkeftinê dibe serkeftî be ku Iraq razîbûna fermî bide destpêkirina hinartina neft û enerjiya Kurdistanê ji bo sûkên cîhanê û îdareyeke hevpar ji bo birêvebirina tevaya samanê Iraqê dirust bikin, Kurdistanê dibe qonaxeke geştir û heta radeyekê dibe ku cûreyekê piştrastiyê ji bo mûçexweran û vejandina sûk û jêrxana Herêma Kurdistanê dirust bike.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse