Almanya bi Partiya DAVAyê daketiye!

20-02-2024
Ala Şalî
Ala Şalî
A+ A-

Her çend navên wan dişibin hev lê ti pêwendiya Partiya DAVAyê ya Almanyayê bi Partiya De'wa ya Îraqê re tune ye. Her wiha divê bê gotin ku vêga yek ji mijarên germ ên siyasî li Almanyayê avakirina Partiya DAVAyê li Almanyayê ye ku dixwaze beşdarî hilbijartinên îsal (2024) ên Parlamentoya Ewropayê bibe.

Heta niha çar berbijêrên vê partiya nû hatine diyarkirin ku tev Tirk in. Ne tenê wiha lê dîrokeke wan a dirêj a hevkariya bi Partiya Dad û Geşepêdanê ya Tirkiyeyê û hikûmeta Tirkiyeyê re jî heye. Gelek Alman dibêjin ku ev partiya nû partiya Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan e. Lê gelo ev rast e?

Navê partiyê kurtkirina navê Almanî “Hevpeymaniya Demokratîk ji bo Pirrengî û Vejînê” ye lê bi wateya xwe ya Tirkî dibe De'waya Îslamî ku em dizanin li ba tevgerên Îxwanî yek ji rêyên nerm ên pêkanîna guhertinan û razîkirina civakê bi vegera ber bi olê ve ye.

Medyaya fermî ya Almanyayê zanyarî li ser bernameya Partiya DAVAyê bi dest xistine ku tekeziyê li ser têkoşîna dijî îslamofobiyê “tirsa ji Îslamê” û bihêzkirina nirxên kevneşopî dike.

Van hemûyan wer kirine ku li navendên siyasî û medyayî yên Almanyayê fikar û dilgiraniyeke mezin belav bibe. Hin kes partiya nû wekî Hespê Troyayê dinasînin ku Tirkiye û Erdogan dixwazin têxin nav pergala siyasî û îdarî ya Almanyayê. Helbet ti belgeyeke eşkere nîne ku vê yekê piştrast bike û ya ku heye tenê texmîn e. Lê ev texmîn jî ne ji valahiyê hatiye kirin.

Gelek saziyên Tirkiyeyê li Ewropayê hebûn. Ramana netewperest û tundrew a Gurên Boz îlham da gelek saziyên neteweperest ên Tirkiyeyê li seranserê Ewropayê. Bi xurtbûna îslamîstan li Tirkiyeyê, xasma jî di destpêka vê sedsalê de, saziyên Îslamî yên Tirk roj bi roj rehên xwe kûrtir û bihêztir di nav civak û saziyên Ewropayê de berdan.

Bi taybetî Cemiyeta Îslamî (Mîllî Goruş) ku bi sedan mizgeft, rêxistin û ewqafên Tirk-Îslamî li seranserê Ewropayê li hev dicivîne, bi salan e ji bo ku Tirkan bixuşîne nav refên partiyên Ewropî û bibin xwedî pêgehên girîng xebat kiriye.

Nav di Tirkên Misilman dida ku xwe di civaka Ewropayê de biguncînin û beşdarî hemû qadên jiyanê bibin. Balkêş e ku Tirkên Misilman û mizgeftên piştgirên wan herî zêde deng û piştevaniya xwe nedidan partiyeke olî, li dewsê didan Sosyaldemokratan.

Niha xuya ye ku têhna Tirkên Misilman bi beşdariya di partiyên din de naşike û dixwazin partiya wan bi xwe hebe. Ji sala 2015an ve, ev ezmûn li Holendayê heye.

Li wir du parlamenterên Tirk ên endamê Sosyaldemokratan ji ber rexneya wan li siyaseta partiya wan a li hember (Mîllî Goruş)ê dev ji partiya xwe berdan û di parlementoyê de frakisyon û partiyeke nû pêk anîn ku lap dişibe Partiya DAVAyê ya Almanyayê.

Partiya gotî ji wê demê ve di Parlementoya Holendayê de ye û di hilbijartinan de her tim du sê berbijêrên wê bi ser dikevin. Ji wê demê ve jî her kesê li Holendayê li ser hikûmeta Tirkiyê û Erdogan biaxive, ew parlamenter gotina wî kin dibirin û bersiva wî hişk didin.

Çavdêrên Alman bawer nakin ku partiya Tirkî ya Almanyayê jî xwedî heman şansê partiya Tirkî ya Holendayê be. Her çend berbijêrên wê jî xwedî dîrokeke endametî û karê ji bo (Milli Guruş)ê ne, lê jîngeha Almanyayê cuda ye.

Partiyeke ku bixwaze tenê li ser bingeha etnîkî kar bike û bandora wê li ser asta federal û Yekîtiya Ewropayê hebe şansê serketina wê li Almanyayê pir qels e. Nimûneya partiyên Danîmarkî yên Almanyayê darîçav e û bandora wan tenê li devera ku lê dijîn heye.

Çavdêr dibêjin ku Tirkan di bîst salên borî de qet nebe sê caran ezmûnên wekî ya Partiya DAVAyê ceriband û her tim bi ser neketin. Wekî din jî, li gor daneyên fermî yên Almanyayê ji tomeriya sê milyon Tirk û Kurdên ku welatiyên Tirkiye yan Almanyayê ne û li Almanyayê dijîn, mafê dengdanê yê nêzî milyon û 500 hezar kesî ji wan heye.

Beşeke mezin ji wan jî (nemaze Kurd) dengên xwe didin partiyên çep ên tund, Keskan û Sosyaldemokratan. Ji ber vê çendê hin navendên lêkolînê li Almanyayê dibêjin, qet nakeve aqilan ku Erdogan seba zêdekirina hegemonyaya xwe li ser siyaseta Almanyayê, pişta xwe bi Partiya DAVAyê girê bide.

Ez çûme gelek rûmalên têkildarî Tirk û Misilmanên li Almanyayê dijîn. Yek ji wan wê çaxê bû ku di sala 2018an de yek ji mezintirîn mizgeftên Tirkan li bajarê Kolnê hat vekirin û Erdogan bi xwe hat û mizgeft vekir. Tê bîra min ku wê demê serokwezîrê Herêma Nordrhein-Westfalenê nehat merasîmê, ji ber ku di wê baweriyê de bû ku mizgeft ji aliyê saziyeke girêdayî Erdogan ve hatiye vekirin.

Min gelek caran jî hilbijartin rûmal kirine û min dîtiye ku çawa rêxistinên Tirk alîkariya xelkê dikin ji bo ku herin û di hilbijartinên Tirkiyeyê de deng bidin. Otobusan ji wan re digirin, derî bi derî diçin pey wan û wan dibin navendên dengdanê.

Derket holê ku di hilbijartinên par (2023) de ku Erdogan dîsa bû serokê Tirkiyeyê, dengderên Almanyayê ku bi otobusan birin ser sindoq û navendên dengdanê, roleke yekalîker lîstin.

Dema ku min haziriya nivîsandina vê gotarê dikir, tiştekî bala min kişand. Çendik û çend sal e ku Tirkiyeyê dewlet e û endama NATOyê ye û dixwaze bibe endama Yekîtiya Ewropayê jî, lê dîsa jî bi berdewamî hewl dide ku lobiya xwe çêbike û statûya xwe di saziyên Ewropayê de hêgintir bike.

Em Kurd ne dewleta me heye û em ne endamên ti saziyeke navdewletî ya cîhanî ne jî û ti garantiyek ji bo siberoj û mana me jî nîne, gelo çima em ji bo peydakirina dostên nû û xweşemitandina nav saziyên hestyar ên cîhanê ewqasî xemsar in, di guhên gê de ne û haya me ji bayê felekê nîne?!

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Mehmûd Necmedîn / Wêne: Rûdaw

Beyrût dîsa dikele

Kurdên çarereş mîna lîstika Real Madrîd û Barselonayê di kuştina Heniyeyê de jî fitfit li wan ketiye, hinek şînê li ser wî girê didin û hinek jî serê govendê digerînin.