Kobanî ye ne Kobanê!

20-02-2019
Omar Kalo
Omar Kalo
Nîşan Rojavayê Kurdistanê Kobanî Imer Kalo
A+ A-

Pêş ku kirîza Sûriyê di sala 2011an de destpê bike, û di pişt re jî, pêş ku desthilatdariya hikûmeta Sûriyê ji herêma Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê di roja 19ê Tîrmeha sala 2012an de vekişe, xelk, nivîskar, rewşenbîr û medyaya Kurdî, navê Kobanî durist dinivîsandin.

 

Navê Kobanî yê fermî ji aliyê hikûmeta Sûriyê ve Eyn El-Ereb bû û navê Kobanî yê Kurdî qedexe bû ku bi fermî were bikaranîn, lê piştî ku Rêveberiya Xweser di roja 27ê Çilleya sala 2014an de li herêma Kobanî hat ragihandin, hêdî hêdî navên Kurdî yên resen li bajar, bajarok û gundên herêma Kobanî hatin vegerandin, ku berê ji aliyê hikûmeta Sûriyê ve hatibûn erebkirin, wekî mînak ku navê Kobanî kiribûn Eyn El-Ereb, Şêran kiribûn Firezdeq, Helinc kiribûn Xesaniyê, Êdiq kiribûn Yedî Qewî.

 

Vegerandina navên Kurdî yên resen li bajar, bajarok û gundên herêma Kobanî, bibû cihê kêfxweşî û serbilindiya xelkê Kobanî, lê guhertina navê herêm û bajarê Kobanî, ji Kobanî bo Kobanê an Kobane û Koban, bûye cihê rexne û nerazîbûnê ji aliyê beşekî ji xelkê, nivîskar û rewşenbîrên Kobanî ve, û ev mijar berdewam li ser torên medyaya civakî tê gotûbêjkirin, û rexne li Rêveberiya Xweser têne kirin, ku navê Kobanî şaş binav dike, û dinivîsîne Kobanê. Herwiha gelek kurdên perçeyên Kurdistanê yên din û dezgehên medyayî yên Kurdî û navdewletî navê Kobanî wekî Koban û Kobane binav dikin.

 

Şaşîtiya nivîsandina navê Kobanî, ne bi meram û mebesteke xerab e, lê ew wekî şaşîtiyeke rêzimanî hatiye nivîsandin, û ew jî ji ber tewandina şaş a navê Kobanî li gorî rêzimana Kurdî ye, ango li şûna ku di tewandinê de binivisînin û bibêjin Kobaniyê, kirin Kobanê, wekî ku em bibêjin li Amedê, li Hewlêrê û li Mihabadê, lê ji ber ku tîpa dawiyê di navê Kobanî de tîpa Î ya dengdêr e, û li gorî rêzimana Kurdî ya heyî, divê di tewandinê de, tîpa Î bibe I, û tîpên Y û  Ê li dawiya nav zêde bibin û bibe Koban-iyê, tenê tîpa Î bi Ê re di tewandinê de hatiye guhertin û bûye şaştiyek, bi vê yekê jî navê bajar yê resen û ritmê wî di bilêvkirinê de tê guhetin, û tenê Kobanî navê raste, ne Koban, Kobane û Kobanê.

 

Navê Kobanî ji gotina Company a Inglîzî û Latînî hatiye, ku dîroka vî navî jî vedigere sala 1911an, wê demê Kompaniyake Almanî projeya xeta Tirênê ya ku ji Berlîna Almaniya ji derdora sala 1896an ve destpêkiribû, piştî sala 1911an, wê kompaniyê ew proje ber bi Asiya û Rojhilata Navîn ve berdewam kiribû, û ew xeta Tirênê ya ku heta niha li ser hesinê wê BBB 1912 nivîsandiye, derdora sala 1912an gihiştibû Deşta Sirûcê, û dibêjin ku BBB kurtahiya navên Berlîn - Bexda - Besra ye.

 

Wê Kompaniyê navendeke xwe li Deşta Sirûcê, û li aliyê Bakurê Kaş û Girê Miştenûrê û herdu gundên Kaniya Mişidê û Kaniya Ereban danîbû, û kesareyeke keviran li aliyê Rojhilatê Kaşê Miştenûrê danîbû, û xeteke Tirênê ya demkî kişandibû wir, ku heta niha şûnwarên wê kesareyê û xeta Tirênê li aliyê Rojhilatê Kaşê Miştenûr diyar in, û bi kesareyê kevir li wir hûr dikirin, û bi riya Tirênê ew kevirên hûr li ser xetê belav dikirin, ew jî ji bo girankirin û bihêzkirina xeta Tirênê bû ku wê demê kurdên Deşta Sirûcê jî wekî karker di wê Kompaniyê de kar dikirin, û digotin, ew li Kompanî kar dikin, û ji ber ku wê demê xelkê pir nizanîbû navên biyanî bilêv bikin, hêdî hêdî navê cihê ku navenda Kompaniya Almanî lê bû, kirin Kobanî.  

 

Piştî ku ew xeta Tirênê li Deşta Sirûcê bidawîbibû, rawestgeke Tirênê li cihê wê navenda Kompaniya Almanî çê bibû, û ew cih bibû cihekî rêwîtiyê yê giring li Deşta Sirûcê, û her navê wê rawestgehê ji aliyê xelkê ve Kompanî mabû, û piştî koçberiya beşekî ji xelkê Ermenî ji ber zilm û zora Impratoriya Osmaniyan ber bi Deşta Sirûcê ve di sala 1915an de, liv û tevgera wî cihî û navendê bêhtir bibû, û Ermeniyan li wir dest kar û pîşeyên xwe kiribûn û xelk bêhtir lê kom dibûn, û li gorî Rêkeftina Saykis Bîko (Sykes-Picot) di sala 1916an de, û piştî bidawîhatina cenga cîhanî ya yekem û rûxana Impratoriya Osmaniyan, ew xeta Tirênê bû sînorê di navbera herdû welatên Sûriyê û Turkiyê de, û Deşta Sirûcê kire 2 beş di navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê de, û hêdî hêdî ew navend û derdora rawestgeha Tirênê bû bajar, û nav wî bajarî bû Kobanî.

 

Wate, navê Kobanî û ritm û bilêvkirina vê gotinê, ji gotina Company a Înglîzî hatiye, yên ku bi zimanê Înglîzî dizanin, tê dighin ku ritim û bilêvkirina vê gotina Înglîzî bi kurdî Kompanî tê bilêv kirin, ku ji aliyê xelkê ve hatiye kurt kirin, û ji demke kevin de, tîpa M ji bo hêsaniya bilêvkirinê jê hatiye kêmkirin, û bûye Kobanî. 

 

Raste guhertina tîpa Î bi tîpa Ê re ne tewaneke bi mebeste ji aliyê saziyên Rêveberiya Xweser ve, herweha yên ku wê yekê rexne dikin, û ne razîbûna xwe nîşan didin, û dixwazin ew şaştî were serast kirin jî, ne ku dixwazin tewanekê li dijî saziyên Rêveberiya Xweser tomar bikin, lê li dawiyê ew şaştiyeke rêzimaî ya di navê herêmeke kurdî sereke ya Rojavayê Kurdistanê de ye, ku rêjeya kurdan lê %100, û divê were serast kirin, ji ber ku nav û ritmê wî tê guhertin, loma divê bi çavekî berpirsiyar li vê mijarê were nihêrîn, û ew qet ne mijareke siyasî ye, heta ku bibe cihê nakokiyê di navbera kurdan de.

 

Hewlêr: 18-2-2019

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst