Vegerandina Kurdan ji bo berî hilweşîna Sedam Hisên

20-01-2021
RÛDAW
A+ A-

Bi taybetî ji peydabûn û hatina DAIŞê ji bo Iraqê ve, gelek caran guhê me bi wê yekê ziringînî daye ku li navendên ne-fermî yên Bexdayê karakterekî konevanî, parlamenterek, mela û lêvegereke Şiî ya tundrew gef xwariye ku divê Kurd ji bo berî rûxandina Sedam bên vegerandin.

Lê di du rojên piştî 16ê cotmehê de ku hêj ne zelal bû ew êrîşa leşkerî ya Bexdayê li ser Kurdistanê heya kû derê şax û paxan davêje, di wan peyam û guherînên ku di navbera Ebadî û serokatiya wê demê ya Herêma Kurdistanê de hebûn, Ebadî gotibû divê Kurd ji bo berî hilweşîna Sedam werin vegerandin.

An ku ji navendeke fermî, wê çaxê û ji hêla serokwezîrê Iraqê ve, ev peyam li ber guhê Kurdan hat xistin.

Her çiqasî li gor agahiyên min Kurdan jî bi vî awayî bersiva wî dabûn ku ev ê wê gavê biqewime dema hûn jî vegerin cihên ku hûn berî ketina Sedam lê bûn. Lê di ketwarê de ew li Bexdayê man û dikin ji wê yekê bêtir jî paşvekişînê bi Kurdan bikin ku berî ketina Sedam Kurd xwedanên wan cihan bûn.

Em gelek caran wan rexneyan jî dibihîzin ku hin dostên Kurdan li welatên cuda cuda ji me re dibêjin Kurd berî rûxandina Sedam serbixwe bûn, lê bi xwe çûn teslîmî Bexdayê bûn û Iraqeke wêran ava kirin da serxwebûna wan ji wan zeft bike.

Di ketwarê de Kurd lewma çûn Bexdayê, çunkî mafên me yên zeftkirî li ba Bexdayê hebûn, em çûn wergirtina wan mafên zeftkirî, lê diyar e Bexda tiştên me yên hebûn jî ji me zeft dike.

Divê pirsa me ne ew be em çima çûn Bexdayê, lê esasê pirsê ew e em çima di rûxandina Sedam de beşdar bûn, çunkî roleke zêde ya Kurdan di pêkanîna bandorê li ser Amerîka û navendên cîhanî hebû ji bo qinyat pê anîna wan da bi hêza eskerî pêvajoya rûxandina Sedam encam bidin.

Ev ji bilî ku Enfal û Helebce û komkujiyên din ku li hember Kurdan hatibûn encamdan çeka bihêz a destê neyarên Sedam bû li hemû navendên navneteweyî.

Yanî Kurd ne tenê karakterekî sereke yê pêvajoya avakirina Iraqê piştî 2003an e, lê karakterekî sereke yê rûxandina Sedam in jî. Lewra pêwîst e ew yek jî bi bîra desthilatdarên niha yên Iraqê bê anîn ku Kurd li kû bûn û ew li kû bûn?

A ku Mam Celal ji bo berawirdiya rol û pêgeha Kurdan û aliyên dijberiya Iraqê wek berawirekê bi (opozisyona xendek û otêlan- mûarezeya xenadiq û fenadiq) bi nav dikir.

Kurdan di çeperan de li dijî Sedam şer dikir û yên ku niha Iraq li ser sêniyeke zêr bi wan hatiye dayîn, li otêlên herî astnizm û xerab ên Sûriyê, Libnan, Îran û welatên din bûn.

Ez nizanim çîroka li pişt vê meteloka Kurdî çi ye ku dibêje “çûn heyfa bavê qûna dê jî li ser kirin”. Niha wisa hatiye serê me Kurdan li Iraqê. Bexda ne tenê simbêlên me, lê dike ebrû û serê me jî kurr dike.

Gelo ya ku Bexda dike tenê vegerandina Kurdan ji bo berî ketina Sedam e yan ji vê bêtir jî dixwaze?

Berî rûxandina Sedam, Herêma Kurdistanê xwediya wê cografyaya xwe bû ku desthilata wê bi ser de hebû, Bexda jî jê bêhêvî bûbû çavê wê li dagîrkirina wê be, heke piştrast bûya ku Kurd doza Kerkûk û hin axa din jê nake amade bû wê cografyaya Herêma Kurdistanê nola dewleteke cînar jî qebûl bike.

Lê Kurdan ev yek qebûl nekir. Bi kêmanî riswakirina siyasetên erebkirinê domandin. Li ser asta navendên cîhanî siyasetên Bexdayê şermezar dikirin û her di hewla berdestkirina piştevaniyê de bûn ji bo rûxandina Sedam.

Bexda wek pêngava yekem di 16ê cotmehê de Kurd vegerandin bo berî ketina Sedam, artêşa Iraqê mîna berê tenê çend kîlometran dûrtir dinêre Germiyanê û li şûna quntara Meqanê Kurd heya Qerehencîrê serdest in û li şûna ku artêşa Iraqê li Quştepeyê be, çûye Pirdê.

Veneşartine jî ku çavê wan lê ye bi hênceta destûrê û navendîbûna samana siruştî û dergehên sînorî artêşa xwe heya Îbrahîm Xelîl, Hacî Omeran, Başmax û Perwêzxanê bînin.

Dixwazin firokexane jî di bin dest û kontrola wan de bin. Çavê wan lê ye jî ji her bosteke axa Herêma Kurdistanê bêhna petrolê were, hêzeke çekdar a Bexdayê wê bike milkê xwe.

Gelo Kurd niha ew yek kifş kirine ku tişta Bexda dike pir ji wê yekê jî kêmtir e ku berî rûxandina Sedam xwediya wê bû? 

Ji sala 1996an ve bi biryara 986an a Neteweyên Yekbûyî (NY) ji sedî 13ê dahata firotina petrola hemû Iraqê di çarçoveya projeya rêxistinên ser bi NY ji bo Herêma Kurdistanê dihat xerckirin û hemû dahata navxwe û deriyên sînorî jî her li ba hikûmeta Herêma Kurdistanê bû.

Vêga Bexda di proje-yasaya budceya 2021ê de dixwaze bi şertê teslîmkirina hemû dahatên cuda cuda yên herêmê, wê rêjeyê bide Kurdistanê. Gelo em dibînin paşvekişîna Kurdan gihîştiye kû?

Berê li hember proseya erebkirina Kerkûkê, kêm zêde kirdeyên rûbirûbûnê jî hebûn ji bo tirsandin û çavşikandina erebên ku dibûn alava dagîrkeriyê. Li ser asta desthilata konevanî û îdarî ya herêmê jî Kurdan misêwa polîtîkaya erebkirinê şermezar dikir. Niha erebkirin û şîekirin bi awayekî zêdetir tê birêvebirin û tew Kurdistan û partiyên wê bi lawaztirîn helwest ku şermezarkirin û derxistina daxuyaniyeke şermezakirinê ye, ev maf jî ji wan re rewa nayê dîtin.

Plana Bexdayê heye bi rêya yasaya partiyên konevanî li Iraqê di kongreyên bê yên partiyên Kurdistanê de wek çavdêr li ser kongreyên partiyan beşdar bibe ji bo piştrastbûna ji gotûbêj û dariştina bernameya partiyan ku pîrozî û serweriyên Iraqê nexin metirsiyê.

Em carê li kû ne, “heta serî sax dimîne, qûn ecêban dibîne”. Gelo me hêj fêm nekiriye ya ku Bexdayê kir pir ji wî cihî zêdetir Kurd vegerandin ku em berî rûxandina Sedam lê bûn?

Ma nabe ev bûyer me veciniqînin û me ji xewa xefletê şiyar bikin û em ji xwe bipirsin heke em bi yekcarî vegerin ji bo berî sala 2003an û em polîtîka û helwestên xwe li hember Bexdayê bibin asta ku me li hember Sedamî hebû, ne çêtir e ji ya niha ku ne tenê tu xêrek ji Kurdan re tê de nemaye, lê bi ser de jî bûye mezintirîn çavkaniya gef û metirsiyê li ser paşeroja me.

Gelo dem nehatiye em ji xwe bipirsin ev beşdariya rûkeş a Kurdan li Bexdayê di proseya siyasî de û beşdariya perleman, hikûmet, serokatiya komarê û dezgehên din, ne rewatîdan û xweşkirina rê ji bo dagîrkirina Kurdistanê ye?   

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Diyar Sadî

Qonaxeke metirsîdartir a êrişên elektronîk

Çiqas teknolojî bêtir bi pêş ve here, hêza dijberên wê jî zêdetir dibe. Yek ji wan êrişkarên cîhana dîjîtal in ku li ser du çînan hatine dabeşkirin. Armanca çînekê ji wan çareserkirina pirsgirêkên şirket û welatiyan e seba misogerkirina jiyaneke parastî di qada dîjîtal (siber) de. Armanca çîna din jî wêrankirin û dizîna agahî û daneyên şirketan ji bo meremeke taybet e.