Şengal û xemxuriya derewîn
Ev çi derew e! Erê derew e. Mebest biratiya Kurdên Êzîdî û Misilman e! Em fêr bûne ku hertim derewan li hev bikin, tevî ku em dizanin yê li hemberî me dizane ku em derewan dikin.
Ma veşartina rastiyên civakî çareserî ye? Berovajî wê, çawa kansêr nayê veşartin, nexweşiyên civakî jî nayên veşartin, lê veşartina wan tedawîkirina wan girantir dike, heta dibe ku êdî rojekê dermankirin jî ne gengaz be.
Eger biratiya hertim li ser lêvan ne derew be, çima Kurdên Êzîdî û yên Misilman ji silava destpêkê heta xatirxwestinê bi derewkirina li hemberî hev derbas dikin?
Çima herdu ji hevdu re dibêjim em bira ne, tevî ku herdu jî xwe ti caran bira nabînin? Biratiya Kurdên Êzîdî ji tirsê ye, ya Kurdên Misilman ji şermê, xatirgirtineke li ser bingeheke şaş û hestê serdestiyê ye.
Eger bira bin, çima baweriya herduyan gavekê bi hevdu nayê? Çima heta niha di nav Kurdên Êzîdî de gotina “eger Kurdê Misilman bibe sêvek jî, neke paşila xwe“ ji nifşekî derbasî nifşekî dibe?
Eger bira ne, çima heta niha jî pareke mezin ya Kurdên Misilman heta xwarina bi destên “birayên xwe“ çêkirî jî naxwin? Dibêjin Êzîdî ne pak in! Madem bira ne, ma bira ne ji yek dayîkê ne? Madem yekî pak û yê din ne pak e, naxwe ne ji yek dayîkê ne, ango herî zêde zirbira ne.
Eger bira ne, çima birayê biçûk (erê yê biçûk – ji ber ku demekê Kurdên Misilman li hemberî yên Êzîdî kêmîne bûn) li birayê mezin hate xezebê û di nava sedsalan de xwîn ji laşê birayê mezin mêt, dest danî ser malûmilkên wî, dest avêt namûsa wî, ew derbider kir, ew bi komî kuşt, heland û dawiya dawî xwe kir birayê mezin û dîsa jî ne li gor mezinahiya xwe ya hejmarê ye ku rastiya xwe bibîne û henekê xwe bi birayê xwe yê êdî biçûkê li ber mirinê neke?
Eger mirov bi hevdu re cîranê baş be, ne çêtir e ji birayê derewîn? Ti kes li vê dinyayê ne birayê hevdu ye, tenê du mirovên ji yek dayîkê xûşk û bira ne. Ango mecbûriyeke ku her kes birayê hevdu be, nîne. Ji bo ku bi hevdu re rast bin, Kurd jî ne mecbûr in xwe weke birayê hevdu bibînin. Jixwe eger du kes bi hevdu re rast bin, ew nabêjin bira, ew gotin bi xwe lixwemikurhatina wê yekê ye ku du kes ji rastiyê dûr li ber hevdu xweş dikin. Kesên rastî dostên hev, pêwîst nabînin ku ji hevdu re bêjin “bira“. Ma du birayên rastî jî bira, kengî ji hevdu re dibêjin bira?
Ji bo çi Kurdên Misilman pêwîst dibînin ku bêjin Êzîdî “Kurdên resen“ in? Bi taybetî siyasetmedar û serkirdeyên me vê yekê weke benîşt her dubare dikin. Madem bira ne, helbet yek ji wan çi be, yê din jî ew e, ji bo çi pêwîstiyê bi vê yekê dibînin ku dîsa jî bi bîra me bînin? Naxwe şikek di navbera herduyan de heye, heta ku pêwîst dibînin hertim vê yekê dubare û misoger bikin. Helbet Êzîdî Kurd in, û ji Kurdên Misilman Kurdtir in. Ji ber ku eger kesekî rêya xwe guhertibe Kurdên Misilman in, yên Êzîdî li ser rêya xwe ya berê mane, baş be an xirab. Ango eger şikek ji Kurdbûna yekî hebe, divê ji Kurdên Misilman be, ne ji yên Êzîdî.
Mebest ji van mînakan ne peydakirin an kûrkirina dijberî û dijminatiyê di navbera Kurdên Êzîdî û Misilman de ye, jixwe ew jihevdûrketin û sarbûn heye. Lê eger em êdî dawiyê li vê durûtiyê û vê biratiya derewîn ya tenê bi gotin bînin û li ser cîrantiyeke durust ya li ser bingeha hevdu qebûlkirin û rêzgirtina hevdu kar bikin, wê sûda vê yêkê li civata kurdî bi giştî bêtir be.
Xemxurên Êzîdiyan pirr in!
De ka em li van birayên xemxurên civaka Êzîdî binêrin ku çawa yek ji yekî bêtir hewl dide mafên Êzîdiyan biparêzin û dawiyê li derd û kulên wan bînin. Ev herdu birayên mezin helbet naskirî ne, PDK û PKK. Herdu jî xwe xemxurên herî mezin yên birayên xwe “Kurdên me yên Êzîdî“ dibînin.
Madem PDK hewqasî xemxura Êzîdiyan e, çima di heyama 25 salên desthilatê li Başûrê Kurdistanê hewleke cidî nehat kirin ku ew pêşdaraz û kînên di navbera Kurdên Misilman û Êzîdî de ji kêmasî bên kêmkirin, em behsa rakirina wan bi temamî jî nakin. Welatekî ku em Kurd her roj pesnê wî didin û weke duyemîn welatê herî demokratîk li Rojhilata Navîn bi nav dikin, çima Kurdekî Êzîdî heta îro jî divê hay ji xwe hebe ku gotina ku ew Êzîdî ye, dikare li ser xaka welatê wî serê wî bike belayê û ew mecbûr dimîne ku gellek caran Êzîdîbûna xwe veşêre?
Madem PDK hewqasî xemxura Êzîdiyan e, ma beriya karesata Şengalê jî Êzîdî dîsa ne ew “Kurdên resen“ bûn û li heman cih û warî bûn? Ma Êzîdî wê demê jî bi hezar pirsgirêkan re ne rûbirû bûn, ji aliyê aborî bigire heta perwerdeyê, tinebûna derfetên kar, pirsgirêkên civakî û serdestiya ji aliyê birayên wan yên Kurdên Misilman ve. Serdestî ne tenê kuştin û bêdengkirin e! Neparvekirina serwetên welatekî bi awayekî adilane li herêman û neafirandina derfetên wekhev ji bo hemû beşên civakê jî serdestiya beşekî civakê li beşekî din ferz dike. Ango dem ji bo PDKê hebû ku dilê Êzîdiyan qezenc bike, erkên xwe yên desthilatdariyê bi cih bîne. Beriya karesata Şengalê jî PDKê karîbû li ser statuyeke taybet ji bo xwerêvebirina Êzîdiyan li Başurê Kurdistanê bifikire û bi vî awayî wan bihêz bike. Lê nekir. Xuya dike divê destpêkê kêr bigihije hestî, cîran û dijmin xwe bikin xwediyê malê, heta ku ji mecbûrî xwedanê malê hişyar bibe. Pirsgirêk niha çi ye? PDK êdî çi jî ji bo Êzîdiyan bixwaze, wê bê gotin ku ev başiya wê ji mecbûrî ye, ji ber ku heta PKK nehat nav Êzîdiyên Başûr û behsa mafên wan weke civak nekir, herwiha heta ku êdî hikûmeta Iraqê jî amadebûna xwe ji bo statuyeke taybet ji bo Êzîdiyan nîşan neda – mebest çi jî be – PDK amade nebû ku li ser statuyeke taybet ji bo Êzîdiyan li herêmên wan yên li Başûrê Kurdistanê bifikire. Ango êdî başî û arîkariyên ku tên kirin û wê di pêşerojê de bên kirin jî, wê bi nîv nirxî bên hesibandin, ji ber ku weke “ji mecbûrî“ tên hesibandin.
Madem PKK hewqasî xemxura Êzîdiyên xwe ye û mebesta wê “tenê ew e ku civaka Êzîdî birêxistin bike, da ku careke din rastî fermaneke din neyê”, çima dema ku struktûrên xwe yên rexistinî li ser Êzîdiyan li Şengalê ferz dike û ji nişkê ve “meclis” û “kantonên Êzîdiyan“ ava dike, bi berpirs û nûnerên wê civaka ku xema wê dixwe re li ser rêyên herî baş ji bo wê civakê naaxive, naşêwire, ji wan re nabe palpişt û biryara dawî ji wan re nahêle? Dibe ku sîstema kantonan ji bo Rojavayê Kurdistanê sîstemeke bikêrhatî be, lê ma desthilatek li Başûrê Kurdistanê nîne ku PKK struktûrên rêxistinî yên paralel ava dike? Ku mebesta PKKê tenê xemxuriya Êzîdiyên Şengalê bûya, wê di demên pêwîst de bi desthilata Başûrê Kurdistanê re arîkar bûya, lê wekî din wê xwe nekira nav kar û barê desthilata Başûr û pêşeroja Şengalê. PKK niha li herêma Şengalê struktûrên xwe yên rêxistinî ava dike, gelo ev struktûr wê di siberojê de nebin sedema nakokiyên bi desthilata Başûr re? Ev nakokî wê li ser pişta kê bin? An PKK wê meseleya Şengalê li hemberî desthilata Başûr weke kart bikarbîne? Gelo PKK wê razî bibe ku pêşmerge li Kobanê bimînin? Ma ne ew jî bi hewara Kobanê de çûne, wek çawa PKK jî bi hewara Şengalê de bezî. Yan ji yekî re helal e, ji yê din re heram e? Gelo PDK jî wê li Kobanê biminîne, wek çawa PKK jî xwe li herêma Şangalê bi cih dike?
Ji aliyê civakî destpêdike, heta aliyê siyasî, di nav civata kurdî de xemxuriyeke taybet ji bo Kurdên Êzîdî tine. Di aliyê civakî de biçûkdîtinek û eger em dîplomatîk bi nav bikin, “hestekî sar“ li hemberî Êzîdiyan di nav pirraniya civaka kurdî de serdest e. Di aliyê siyasî de jî her dema ku pêwîst tê dîtin û di berjewendiya partiyan de bê dîtin, bi ziman xwedîlêderketinek û îdiaya xemxuriyê heye, lê di rastiyê de ji berjewendî û desthilatê wêdetir her gotinek derew e.
Piştî van hemû rêzên reşbîn, cih ji bo tiştekî xweşbîn jî dimîne? Erê heye;
1) Ev rewşa civaka me ye, bi kêfa me, yan ne bi kêfa me.
2) Beriya her kesî divê Êzîdî bi xwe xwe û rewşa xwe nas bikin û hewl bidin ku rewşê di pêşerojê de ber bi başiyê ve biguherînin, ew jî bi hişyarbûneke ji nêrîna “ez biçûk im, divê ez werim parastin”.
3) Kurdên Misilman divê dest ji derewa birayê mezin berdin û dest bi avakirina cîrantiyeke durust bikin. Ev ne şerm e û civaka kurdî jî ji hev parçe nake, berovajî wê, dê ji bo bihevbaweriyeke civakî ya ji nû de bibe arîkar. Ev guhertin di mejiyên berpirs û rewşenbîrên Kurdan de destpêdike û bi rêya perwerdeyê û çapemeniyê re hêdî hêdî derbasî nav civakê dibe.
4) Divê Kurdên Misilman dest ji wê yekê berdin ku Êzîdî, bi taybetî yên Şengalê, parsekiyê ji wan dikin. Ji ber ya yên ku Êzîdî kirine vê rewşê sozên parastinê yên ji aliyê Kurdên Misilman bi xwe bûn, ji ber vê yekê her arîkariyeke ji bo Êzîdiyan divê bi hestê lêborînê bibe, ne xêrkirinê.
Herkes dizane ku Êzîdî Kurd in û ti kes nikare cidî îdia bike ku Êzîdî dixwazin xwe ji Kurd û Kurdistanê dûr bixin. Ji bilî hinek komên biçûk di nav Êzîdiyan de, ku her yek ji wan ji ber sedemên cuda helwesteke li dijî Kurdbûnê standine, pirraniya herî zêde ya Êzîdiyan heta dawiyê bi Kurdbûna xwe û Kurdistanê re ne. Eger partiyên me yên kurdî, bi taybetî herdu mezintirîn partiyên me PDK û PKK ,rast e tenê xemxurên Kurdên Êzdî ne û ne beriya her tiştî heyranên berjewendiyên xwe ne, bila ji ber rewşa civaka Êzîdî ya taybet formûleke taybet ji bo pêşeroja wan bibînin. Bila şêwazekî xwerêvebirênê yê taybet ji bo Êzîdiyan, helbet herêma Şengalê jî di nav de, li Başûrê Kurdistanê bê dîtin, ku hem Êîzdî bikaribin di nav sînorê Başûrê Kurdistanê de xwe birêve bibin û hem jî rewşa wan ya civakî û cografîk di nav wê formûlê de li ber çav bê girtin. Bila ew biryar ji Êzîdiyan bi xwe re bê hiştin ka ew formûleke çawa ji bo herêmên xwe di nav sînorên Başûrê Kurdistanê de dixwazin.
Eger mirov li rêyên rast bigere, rê hene û derfet û îmkan jî hene. Lê eger mirov di bin navê biratiyeke derewîn de li vir hinek kesan bi serwetan razî bike û li wir hinek kesên din bi kursî û meqaman, da ku “serkêşên civakekê“ bikişîne aliyê xwe, wê demê wê tenê pirsgirêkên çend kesên guhdêrên partiyan bên çareserkirin, lê pirsgirêkên civaka Êzîdî ya piştî Şengalê êdî beravêtî wê her berdewam bin û wê di pêşerojê de bi îhtimeleke mezin biçûktir ji niha nebin.