Ti raz û nihêniyek tê de nebû ku tiştê ku Tevgera Hemasê 7ê Çiriya Pêşîn a 2023yan, bin navê Tofana Eqsayê li dijî Îsraîlê qewimand, karekî serbixwe û bi biryareke tekalî ya serkirdatiya Hemasê di nav Eniya Berxwedanê de hate kirin. Eşkere bû ku însiyatîfeke plankirî ya Eniya Berxwedanê ji bo şerê li dijî Îsraîlê bû ku bendewariya wê yekê dikirin rojekê ji nişka ve Îsraîl şer li dijî wan bide destpêkirin.
Xwestin bi vî awayî hevkêşeya şerê çaverêkirî yê di navbera Îsraîl û eniya Îranê de biguherin, lewra gava Îsraîlê jî dest bi êrişa berovajî li ser Xezeyê kir, eniya Îranê li Libnan, Yemen, Îraq, Sûriye û tewra Îranê bi xwe jî du caran bi avêtina mûşek û dronên herî pêşkeftî beşdarî êrişên Eniya Berxwedanê li dijî Îsraîlê bû.
Ji aliyê xwe ve, Îsraîlê jî cudahî nexist navbera Tevgera Hemasê û komên din ên dewletî û nedewletî yên di Eniya Berxwedanê de. Li kêleka bipêşkeftinên xwe yên di şerê Xezeyê de, bi berdewamî bi rêya dron, fuze û balafirên şer depoyên çekan, cebilxane, navendên leşkerî û stratejîk ên Hizbulaha Libnanê û Hûsiyên Yemenê dikirin armanc.
Li hundirê Sûriyeyê jî, di dirêjahiya şerê Xezeyê de, wekî diyardeyeke rojane, balafirên Îsraîlê pêgehên Îranê û car caran baregehên leşkerî yên Sûriyeyê jî bombebaran dikir. Tevî metirsiyên dorfirehbûna şer û zextên Amerîka û Ewropayê yên li ser Îsraîlê ku rasterast êrişî Îranê neke, wekî bersiv û karvedana li hember mûşekên Îranê, çend baregehên leşkerî yên li Îranê jî kirin armanc.
Tevî ku Îsraîl naxwaze bi ti awayî xwe wiha nîşan bide ku destê wê di nav rûdanên Sûriyeyê de heye, lê bê guman hilweşîna Esed jî berdewamiya şerê Xezeyê bi xwe ye. Ne grûpên opozisyona Sûriyeyê li wê radeyê xurt bûn ku bêyî piştevaniya hin hêzên biyanî bikarin Beşar ji ser desthilatê bînin xwarê, ne jî Esed û artêşa wî li wê radeyê hilweşiyayî bûn ku nikaribin du hefteyan li ber xwe bidin. Tişta ku qewimî, encama lihevkirineke veşartî û senaryoya gelek bûyerên nediyar di çend hevkêşeyên herêmî û navdewletî de ye.
Li vir pirs ev e, gelo heta radeya bêcanbûna Hemasê, qelsbûna Hizbulaha Libnanê û bi hilweşîna Esed, şer dê kuta bibe yan jî dê Îraq û Îranê li xwe bigire? Ji bo bersiva vê pirsê, divê em fêm bikin ka gelo ev bûyer berdewamiya şerê Îsraîlê ne û ev bahoza Tel Evîvê wekî karvedan li hember Tofana Eqsayê ye û dixwaze bi vî awayî ewlehî û aramiya paşerojê ya welatê xwe dabîn dike yan jî nexşe û planeke navneteweyî ye ji bo bidawîkirina nakokiyan û çêkirina rengekî aramiyê li Rojhilata Navîn?
Ji van her du îhtîmalan kîjan jî li pişt bûyeran be, mantiq ji me re dibêje ku şer hêj neqediyaye. Çimkî ger bûyer beşek ji nexşeyeke mezintir ji bo cureyekî din ji birêvebirina nakokî û pirsgirêkên Rojhilata Navîn bin, wê demê divê Îraq, Îran û Tirkiye jî têkevin nav wê hevkêşeya qelskirin û guhertinan. Ji ber ku bêyî destwerdana sîstema hikumdariya van her sê welatan, Rojhilata Navîn aramiyê nabîne.
Heke planek be jî ji bo rêkxistina navçeyê û lawazkirina rola hêz û komên çekdar ên nedewletî çawa ku li milekî li hember Hemas û Hizbulahê kirin û li milekî din jî bi anîna ser desthilatê ya komên di nav HTŞyê de bixwazin dawî li wan hêzên çekdar ên nerêkxistî yên li Sûriyeyê bînin, wê demê Hûsiyên Yemenê hîn jî mane û li Îraqê jî ji ber hebûna bi dehan kom û hêzên çekdar ku her yek ji cihekî tê arastekirin û desthilata dewletê li ser wan nîne, divê berbijêra yekem be ku piştî Sûriyeyê têkeve ber bahoza guherînan.
Ger berdewamiya xezeba Îsraîlê ji Tofana Eqsayê be jî, hîn jî Îraq û Îran wekî du aliyên bibandor ên Eniya Berxwedanê mane û neketine ber tolvedana wî welatî. Xasma jî ku heta niha Îsraîlê bersiva bi sedan êrişên komên Îraqî yên li ser Îsraîlê nedaye. Ku li gorî daxuyaniya fermî ya dawî ya Heyder Lamiyê Endamê Polîtbîroya Tevgera Nucebayê ku beşek ji Eniya Berxwedanê ye ku di daxuyaniyeke rojnamevanî de ragihand, ji destpêka şerê Xezeyê ve zêdeyî 400 carî êrişên dronî û mûşekî ajotine ser Îsraîlê.
Bê guman ev êrişên Îraqê dê bê bersiv nemînin. Di heman demê de mayîna Îraq û Îranê bi vî rengî, li ser ewlehiya Îsraîlê gef û metirsî ye. Lewra ger rêwerziya bûyeran di destê Îsraîlê de be, piştî ketina Esed, dora Îraq û Îranê ye jî çimkî bi mayîna van her du welatan wekî xwe, nikare ji bo ewlekariya Îsraîlê aramiyê misoger bike.
Her çiqas li gorî Sûriyeyê, mixalefet û hêzeke alternatîf nîne ku şûna desthilata niha ya Îraqê bigire û di egera ketina vê sîstema niha ya Şîe de li Îraqê, welat bi çarenûseke nediyar re rû bi rû dimîne lê metirsiyên mayîna van hêz û komikên çekdar ên gelek û milîsên Şîe li ser herêmê ji vê çarenûsa nediyar mezintir in. Loma îhtîmaleke vekirî ye ku alternatîvê amade bê paşguhkirin û bahoz berê xwe bide Îraqê.
Di her du egerên jorhatî de, ger guherîn Îranê jî li xwe negirin, armanc pêk nayê. Loma tê çaverêkirin ku Îran jî bibe berendama pêşhateke mezintir ji ya ku li Sûriyeyê qewimî, çimkî ji aliyekî ve Îran li pişt piraniya wan komên nedewletî ye ku aramiya cîhanê têk daye, ji aliyekî din ve jî li hundirê Îranê çewisandin û binpêkirina maf û azadiyan gihîştiye asteke xofdar.
Her diçe jî pirsgirêkên gelên Kurd, Azerî, Belûç û Ereb jî zêdetir dibin. Bi taybetî jî ku cureyekî sêwirandina bûyeran bi wî awayî ye ku dixwazin hêzên mezin ên navçeya Rojhilatê werin biçûkkirin. Li gorî vê yekê, Îran jî dê bibe yek ji welatên ku tê payîn li ber bahoza guherînan herin nexasim ji ber vegera Trump li ser desthilata Amerîkayê, egereke mezin heye ku bûyer bileztir bin.
Bi her awayî, bahoza ku navçe daye ber xwe, dê berî bide Îraq û Îranê jî. Kurd jî wekî yek ji pirsgirêkên herêmê, mehkûmî encamên rûdanan in. Li kêleka gef û metirsiyên ku li wan diqesidin jî egera peydakirina derfetan jî heye ku bikarin bi saya wan wekî aktorekî bibandor di nav hevkêşe û nexşeya bê ya Rojhilata Navîn de xwedî rol û statûyeke xurt bin. Lê şertê sereke yê derfetan girêdayî amadeyî û îradeya biryara dilêr a serkirdeyên Kurdan bi xwe ye.
(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse