ŞENGAL, FARQÎN, PARÎS

 

Ji çar beşên Kurdistanê, jin û mêr, ciwan û pîr, şervanên profesyonel û yên xwebexş, ên tevlî operasyona azadkirina Şengalê bûne hemû pesndariyê heq dikin. Heya ku yek bost erdê Kurdistanê di destê erebên sunnî û şîe de nemîne, xwe dubarekirina van serkeftinan bendewariya me ye. Em zanin ku tinekirina DAIŞê, li ser erdê dibe. Bi operasyona dawî careke din diyar bû ku yên di bejahiyê de derbên mirinê li DAIŞê didin û dikarin wê bişkînin, Kurd in. Hêvîdar im, ên tinekirina DAIŞê dixwazin peyam standibin.

Tevî karesata hatî serê wan jî, ez naxwazim pirsa Şengalê bi Êzîdîtiyê re bikim yek. Pirs, pirsa kurd û Kurdistanê ye. Lê divê di civaka kurd û siyaseta wê de pêşdaraziyên olî yên li himberî Kurdên êzîdî bi tûndî bên şermezarkirin, him jî bi dezgehî û yasayî û bi lezgînî. Dilmayîn û berteka kurdên êzîdî rast e, divê mirov bertek û gavên wan ên rêxistinî weke tevkariyekê bibîne û jê sûd wergire.

Semyana me, zexmiya hişmendiya hevpar a kurdperwer û demokratîk e. Mebesta sereke, azadkirina Kurdistanê ye. Yekîtiya kurdan û hêzên wan, şertê bivênevê yê serkeftinê ye. Gotina “xweseriyê”, xweş deng dide. Lê li rastiya kurd û li şert û mercên heyî qet nayê. Ew propagandaya populîst, zirareke mezin dide doza kurd.

Rizgarkirina Şengalê serkeftinek e, lê ne tam. Wan hovên nîjadperest ên ereb, bersiva heqkirî hê nestandine. Maf û erka me kurdan e ku em dersekî wisa bidin wan, da ku ew bikeve dîroka mirovahiyê. Nexwe êşa me nabore.

PEYAMA FARQÎNÊ

Ez taktîkên PKKê yên bajaran, li aliyekî dihêlim. Ji ber ku tişta dewlet dike, ji bersiva li himberî PKKê yekcar cuda ye. Ewilî mînakek: PKKê 1986ê biryara “deverên azadkirî” dabû. 1987-1988ê li Botan û Colemêrgê ew diceribandin. Bersiva dewleta tirk: Sê çekdarên kurd, dibe hê nemirî, ji helîkopterê avêtin “deverên azadkirî”.

Li Cizîra Bota, Sîlopî, Gever, Farqîn, Nisêbîn û derên din, dewleta tirk heman tiştî dike. Bi plan, rûxandin, kuştin, biçûkxistin û bi nîjadperestiya harbûyî, vî peyamî dide Kurdan: “Xewnên mezin nebînin. Bi navê biratiyê qîma xwe bi koletiya min dayî we bîbin. Nexwe hûn zanin!”

Tevî ku tezên weke “komara demokratîk” “xweseriya demokratîk” û “tirkiyeyîbûn”, şiklên koletiyê ne jî, ji ber ku ji wan “bêhna kurdîtiyê” jî tê, wê ecebê tîne serê farqînan. Rastî tehl be jî, divê em li xwe mikur werin: Dewlemend an xîzan, pişaftî an ne, zexm an qels, em Kurd koleyên tirkan in. Tenê me navê wê kiriye “biratî”.

KOMKUJIYA PARÎSÊ

Serokkomarê Frensayê François Hollande, komkujî wek “çalakiya şer” nirxand. Bi gotinên din, wî li himberî DAIŞê biryara şer da. Ev tê çi wateyê? Frensa jixwe di nav dewletên hevpeymanî de ye. Jixwe keştiya balafiran Charles de Gaulle, li Kendavê ye. Jixwe Frensa, li Îraq û Sûriyê tevlî êrîşên asmanî dibe.

Yek rê li ber Frensa dimîne: Şerê bejahî. Lê li Îraqê DYA û li Sûriyê Rûsya û DYA xwedî gotin in. Şerê bejahî, tenê bi Kurdan û bi artêşa Îraq û Sûriyê re pêkan e. Ku di şertên siyasî yên heyî yên Rojhilat Navîn de, bi Şam û Bexdayê re hevbendiya Frensayê zêde zehmet e. Dimînin tenê Kurd. Kurd bêyî destkeftiyên netewî çima bibazin fermanberiyê?

Di bûyera Sûriyê de Frensa hê bi Tirkiye, Siûdî û Qeterê re di nav hevbendiyê de ye. Ku jixwe yên Selefîst har kirine, ew hersê dewlet in. Bêyî fêmkirina rola hersêyan, fêmkirina talûkeya Cîhadiyan ne hêsan e. Wan hersêyan, berê nakokiyên herêmê dan şerê rêolî. Bêguman ji aliyê dijber ve Îran jî bi dilkirî beşdarî bûyerê ye. Hûn li hêstirên derevîn ên wan dewletan nerênin, ew di bûyera DAIŞê de hê jî bazirganên xwînê ne.

Qebûxwestina Frensayê (û yên din), qet têrê nake. Hevalbendên wan ên Rojhilata Navîn, durûtiyê dikin, wan dixapînin. Ew jî ji ber bêrjewendiyên aboriyî û jeopolîtîk, çavê xwe digrin û tevlî xapandinê dibin. Berdêlê însanên bêguneh didin, weke qurbaniyên komkujiya Parîsê û yên din.

Heya Frensa û dewletên din, ji berjewendiyên emperyalîst “fidekariyê” nekin, heya di bûyerê de sûcdariya hevparên xwe yên herêmî qebûl nekin û li himberî wan tevdîran nestînin, nikarin pişta DAIŞê bişkînin û rê li komkujiyan bigirin.

Ma Frensa baş nizane ku Tirkiye li bin sînorên xwe deriyê Reqayê ji bo DAIŞê vekirî dihêle û Carablusê ji Kurdan diparêze? Ma Frensa nizane, Siûdî Cîhadiyan li himberî Elewî û Şiîyan bi kar tîne?

Divê Frensa û yên din fêm bikin ku ne tenê talûkeya DAIŞê, lê ya Cîhadiyan û şerê rêolî heye. Ew şer li ser niheqiyên netewî û civakî bilind dibe. Ew şer, Şiî an Sunnî berhema dewletên herêmê ye. Heya bi hevparî kêrê li birînê nedin, çareseriyeke mayinde ne pêkan e.