Hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê ku biryar e 20ê Çiriya Pêşîn bên lidarxistin, wekî yek ji girîngtirîn û hestyartirîn hilbijartinên Herêma Kurdistanê tên hesibandin. Xuya ye ku divabû ev hilbijartin sala 2022yan bihata kirin lê ji ber nakokiyên siyasî û lihevnekirina PDK û YNKê, di 9ê Çiriya Pêşîn a 2022yan de Parlamentoya Kurdistanê bi piraniya dengan temenê xwe heyama salekê dirêj kir.
Di rastiyê de, ev pêngav li dijî rêgez û prensîbên demokrasiyê û îradeya gel bû û rewatiya hemû saziyên herêmê xiste bin gumanê û ziyaneke mezin jî gihand pêgeh û berjewendiyên Herêma Kurdistanê. Vê yekê hêla ku Dadgeha Federal bi awayekî dorfireh destwerdana karûbarên navxweyî yên Herêma Kurdistanê û mijara hilbijartinan bike û di Gulana sala 2023yan de Parlamentoya Kurdistanê betal kir û bi vî rengî jî valahiyeke qanûnî ya mezin li herêmê çêkir.
Nakokiyên di navbera PDK û YNKyê de li ser proseya hilbijartinan û têbînî û nerazîbûnên tund ên YNKyê derbarê rê û rêbazên birêvebirina proseyê, bûn sedem ku di Gulana 2023yan de YNKyê li dijî yasaya hilbijartinên Herêma Kurdistanê li Dadgeha Federal dozeke qanûnî veke. Gilîname bi giranî li ser kursiyên kotayê, bazneyên hilbijartinê û tomara dengderan bû.
Di 21ê Sibata 2024an de Dadgeha Federal gilîname li berjewendiya YNKtê yekalî kir. Xalên herî girîng ku dadgehê biryar li ser wan da ev bûn:
Yekem, dabeşkirina Kurdistanê li ser çar bazneyên hilbijartinê: Hewlêr, Dihok, Silêmanî û Helebce.
Duyem, rakirina 11 kursiyên kotayê. Bê guman, ev biryareke neqanûnî û nedestûrî bû, ji ber ku li Parlamentoya Îraqê û li parêzgehan kursiyên kotayê hene û bi ti awayî jî metneke destûrî dijî hebûna kursiyên kotayê nîne lê xuya ye ku merema herî sereke ya rakirina kursiyên kotayê lêxistina pêgeha PDKê bû, ji ber ku piraniya kêmneteweyan nêzî PDKê ne.
Sêyem, Dadgeha Federal Komîsyona Îraqê erkdar kir ku serperiştiya hilbijartinên Herêma Kurdistanê bike. Her wisa dadgehê di raveyên xwe de Komîsyona Hilbijartinan a Herêma Kurdistanê betal kir û tekez kir ku Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê berpirsa proseya hilbijartinan li ser asta Îraq û Herêma Kurdistanê ye û têkildarî danîna siyaseta xwe ya pêvajoya hilbijartinan, danîna yasaya hilbijartinan û sazkirina pêvajoyê ye.
Piştî derketina biryara Dadgeha Federal, Serokê Herêma Kurdistanê di 3yê Adara 2024ê de, li gorî desthilata ku hebû, roja 10ê Hezîrana2024ê ji bo lidarxistina hilbijartinan destnîşan kir lê di biryareke ji nişka ve di 18ê Adara 2024ê de, PDK ragihand ku bi şert û kelemên ku ji aliyê Dadgeha Federal ve hatine çêkirin, dê beşdarî hilbijartinan nebe û xwe ji pêvajoyê kişand.
PDK bi rêya daxuyaniyekê sedemên boykota xwe bi wê yekê ve girêda ku Dadgeha Federal bi destwerdana yasaya hilbijartinên Kurdistanê û bendên girêdayî sîstema diyarkirina bazneyên hilbijartinê û nehiştina kotaya pêkhateyan û hejmara kursiyan û aliyê serkar û aliyê taybetmend bi yekalîkirina taneyên hilbijartinê, bi awayekî beloq destûr binpê kiriye.
Ev helwesta PDKyê di demekê de bû ku Serokê Herêma Kurdistanê di 13ê Adara 2024ê de nameyek ji Komîsyona Hilbijartinan a Îraqê re şand û daxwaz kir ku çareseriyekê ji mijara wan dengderan re bibîne ku tilîmora wan nayê xwendin û hejmara wan digihe ji sedî 20ê dengderên Herêma Kurdistanê. Her wisa Serokê Herêma Kurdistanê xwest ku kursiyên Helebceyê bo 4an bên zêdekirin û proseya hilbijartinan li Desteya Komîsyonê li Herêma Kurdistanê were sazkirin û nûnerê Herêma Kurdistanê di warê teknolojiyê de li Navenda Teknîkî ya Komîsyonê xwedî desthilat be.
Vekişîna PDKyê li ser asta navxweyî û derveyî bû sedema bertekên cuda. Li ser asta navxweyî piraniya hêzên siyasî ji wan YNK, Nifşa Nû, Tevgera Helwesta Niştimanî û hêzên Îslamî pabendbûna xwe bi lidarxistina hilbijartinan ragihand. Di vî warî de, berdevkê YNKyê di daxuyaniyekê de ragihand ku ew rijd in li ser lidarxistina hilbijartinan di dema xwe de. Di heman demê de serokê Nifşa Nû tekez kir ku ger hilbijartin di dema xwe de neyên kirin yan jî kar ji bo paşxistina wan bê kirin, ew dê gilînameyeke din ji bo hilweşandina hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşkêşî dadgehê bikin. Li ser asta Îraqê jî bertekên cuda cuda hebûn. Ji aliyekî ve hêzên Şîe nemaze Çarçoveya Hemahengiyê ya nêzî YNKyê ji PDKyê xwest ku ji biryara xwe vegere û beşdarî hilbijartinan bibe. Her wiha hêzên Sunî jî bi fikar li vê biryara PDKyê mêze kir.
Li ser asta derveyî jî, Amerîkayê tekez kir ku ew ji biryara PDKyê nîgeran in û daxwaza hilbijartinên paqij û dadmend dikin da ku encamên wan bawerpêkirî bin. Di vî warî de, Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê ragihand 'Em ji metirsiyên ku Kurd derbarê biryarên Dadgeha Federal a Îraqê de behsa wan dikin, fêm dikin; lê digel vê jî divê bizanin ku boykota hilbijartinan ji aliyê PDKyê ve xizmeta berjewendiyên Herêma Kurdistanê, gelê wê û Îraqê bi giştî nake.' Her wisa nûnertiya hevkariya NY ji bo Îraqê tekez kir ku divê hemû alî ji bo berjewendiyên welatiyan kar bikin û bigihin çareseriyeke guncaw, ne ku qeyraneke din li Kurdistanê çêbikin.
Diyar e beşdarnebûna PDKyê di proseyê de, dê metirsiyeke rasteqîne li ser tevahiya proseya siyasî ya Herêma Kurdistanê çêbikira û dê herêm bi çend bijardeyan re rû bi rû bihişta. Yekem, sazkirina hilbijartinan bêyî beşdariya PDKyê. Duyem, pêşîlêgirtina li sazkirina hilbijartina li devera zer. Sêyem, karkirina ji bo paşxistina proseyê, çi bi rêya Serokê Herêma Kurdistanê û çi bi rêya Dadgeha Federal.
Di vê derbarê de, PDK bêtir bi rêya Îran û hêzên Şîe hewl da ku proseyê zêdetir paşde bixe. Ji bo vê yekê jî Nêçîrvan Barzanî di 5ê Gulana 2024ê de serdana Îranê kir û bi rêberê Îranê Elî Xamineyî û piraniya rayedarên payebilind ên wî welatî re civiya. Armanca herî sereke ya vê serdanê paşxistina hilbijartinên Herêma Kurdistanê bû.
Di encama van hewldanan de, Dadgeha Federal li jêr zextên Îran û hêzên Şîe, 7ê Gulana 2024ê li ser gilînameyeke serokê hikûmetê Mesrûr Barzanî fermaneke welayî (girêdayî Îranê) ji bo ragirtina karên komisyonê derxist û di 21ê Gulana 2024ê de dadgehê biryar da ku 5 kursî ji 100 kursiyên parlamentoyê ji bo pêkhateyan werin veqetandin li gel çend rêkarên din ên şefafkirina proseyê. Piştî vê pêngavê û ji ber nebûna demê, Serokê Herêma Kurdistanê piştî paşxistina çend caran, roja 20ê Çiriya Pêşîn a 2024ê ji bo hilbijartinan destnîşan kir.
Çima ev hilbijartin girîng e?
Diyar e ku ev hilbijartin pir girîng e, xasma piştî gelek nakokiyên di navbera aliyên siyasî de, diyarkirina roja hilbijartinê gelekî kotek bû. Di derbarê girîngiya vê hilbijartinê de ez dikarim bi kurtî behsa van xalan bikim:
Yekem, ev hilbijartin di demekê de ye ku ev şeş sal in hilbijartin li Kurdistanê çênebûne. Di demekê de ku li gorî destûra Îraqê û prensîbên demokratîk, divabû ev hilbijartin beriya du salan bihata kirin. Bê guman ev paşxistina han jî bû sedemeke sereke ji bo çêbûna valahiya qanûnî û destûrî û kirîza rewatiyê li Herêma Kurdistanê. Ev yek ji bo Herêma Kurdistanê ku berê jê re digotin “Îraqeke din” bû xisareke mezin. Lewra lidarxistina hilbijartinan bi hemû kil û kêmasiyên xwe ve, sedemeke herî girîng e ji bo vegerandina rewatiya saziyên Herêma Kurdistanê û cardin aktîvkirina proseya demokrasiyê ku rûbirûyî krîzeke mezin bûye.
Duyem, diyar e ku encamnedana hilbijartinê sedemeke sereke bû ji bo zêdetirbûna destwerdana Îraq û Dadgeha Federal di karûbarên navxweyî yên Herêma Kurdistanê de. Ev jî bû sedem ku Dadgeha Federal gelek biryaran li dijî Herêma Kurdistanê bide, ji wan jî hilweşandina parlamento, hilweşandina Komîsyona Hilbijartinan a Kurdistanê û destwerdana di qanûna hilbijartinên Kurdistanê de. Ev hemû jî êrişeke rasterast li ser maf û desthilatên Herêma Kurdistanê bû. Loma jî ev hilbijartin û avakirina parlamentoyeke çalak dikare bibe destpêkek ji bo bidawîkirina destwerdanên Bexdayê di karûbarên Herêma Kurdistanê de, nexasim ên girêdayî pirsa hilbijartinan.
Sêyem, li ser asta derve, ev hilbijartin gelekî girîng e, bi taybetî ku Amerîka û welatên herêmê bi hûrî çavdêriya proseyê dikin û dostên Kurdan tekez dikin ku berdewamiya piştevaniya Herêma Kurdistanê girêdayî proseya demokrasiyê ye. Di vê perspektîfê de her ku herêm di warê demokrasiyê de pêş bikeve, dê piştevaniya dostan jî ji bo Herêma Kurdistanê zêdetir bibe. Berovajî wê, bi nebûna demokrasiyê re, dibe ku Amerîka û dostên din pişta xwe bidin Herêma Kurdistanê.
Çarem, ev hilbijartin dê arasteya siyaseta Herêma Kurdistanê diyar bikin. Diyar e ku hêzên siyasî yên Herêma Kurdistanê, bi taybetî PDK û YNKyê xwedî araste û siyasetên cuda ne. Ji ber wê jî encamên hilbijartinan dê arasteya pêwendiyên siyasî yên Herêma Kurdistanê li gel Amerîka, Îran, hêzên Şîe û tewra proseya siyasî ya Herêma Kurdistan û Îraqê diyar bikin.
Pêncem, wer dixuye ku ev cara yekem e ku hilbijartinek tê kirin û zêde nayê xuyakirin ka dê encamên wê çawa bin û dê şêwaza pêkanîna hikûmeta bê çawa be. Loma hevrikî û rikberiyeke pir tund di navbera hêzên siyasî de ji bo kişandina dengên dengderan heye.
Senaryoyên çaverêkirî yên piştî hilbijartinê
Gelek senaryo derbarê wê yekê de hene ka hikûmeta dahatû ya Herêma Kurdistanê dê çawa be lê hemû pêşbînî nîşan didin ku vê carê proseya pêkanîna hikûmetê dê gelekî dijwar û zehmet be û dê wekî berê ne hêsan be. Di vî warî de senaryoyên herî darîçav ev in:
Senaryoya yekem, avakirina hikûmetê ji aliyê PDK û YNKyê ve, ger bikarin bi hev re dengên pêwîst bînin û piraniyê di parlamentoyê de pêk bînin. Bê guman, ev yek ji egerên herî xurt e, lê pirsgirêkên vê senaryoyê jî hene. Ji ber ku vêga pêwendiya PDK û YNKyê pir xirab e û YNKyê dixwaze desthilat bibe pêncî bi pêncî ku bê guman dibe ku ev ji hêla PDKyê ve were redkirin. Loma hevkêşe ne mîna berê ne û lihevkirina PDK û YNKyê ne mîna berê hêsan e û demeke dirêj digire. Her wiha ev eger jî heye ku dibe ku ev her du hêz negihin rêkeftinekê, nexasim vê carê di slogana YNKê ya kampanyaya hilbijartinan de tekezî li ser wê yekê tê kirin ku dê 'dawî lê bînin', ku mebest jî rakirina PDKê ji desthilatê ye.
Senaryoya duyem, avakirina hikûmetê ji aliyê PDK û Eniya Gel a bi serokatiya Şêx Lahûr e, ger bikarin bi hev re piraniyê çêbikin. Bê guman, xirabiya têkiliyên PDK ligel YNKê dikare PDK han bide ku li ser vê senaryoyê jî bifikire. Bê guman, ger ev bi ser bikeve dê guhertineke mezin û hîmdar di proseya siyasî ya Herêma Kurdistanê de çêbibe û ji bo cara yekem piştî sala 1991ê, YNKyê dê bi fermî li derveyî proseya pêkanîna hikûmetê bimîne. Dibe ku yek ji motîvên PDKê ji bo gavavêtina ber bi vê arasteyê ve tolvedan be ji wê siyaseta ku YNKyê li Mûsil û Kerkûkê meşand û PDKê li derveyî proseya pêkanîna hikûmeta xwecihî hêla lê di rastiyê de ev senaryo dikare gelek encaman derxe holê.
Ji ber gelek sedeman derxistina YNKyê ji proseya hikumdariyê ne hêsan e: Yekem, YNK xwedî hêz û xak e û her hewldanek di vî warî de Herêma Kurdistanê bi pirsgirêkên rastîn re rû bi rû dihêle û egera parçebûna Herêma Kurdistanê û vegera li federalîzma parêzgehan derdixe holê. Duyem, ev senaryo dê bibe destpêkek ku YNK ji niha zêdetir berê xwe bide Bexdayê û rasterast bi Bexdayê re tevbigere, xasma ku niha rewş ji bo vê pêngavê gelekî guncaw e. Li milekî mûçe di destê Herêma Kurdistanê de nemaye, li milê din jî Bexda dê wê demê pêşwaziya vê pêngava YNKyê bike. Sêyem, hêzên Şîe û Îran rê nadin ku PDK hevpeymana wan (YNK) ji pêvajoya siyasî biqewitîne, çimkî ev yek dê bandoreke xirab li ser siyaseta van hêzan li Herêma Kurdistanê bike û hevsengiya hêza navxweyî ya Herêma Kurdistanê bi awayekî radîkal biguhere. Çarem, ev yek dê wer bike ku hêzên Şîe û Îran fişarên xwe li dijî Herêma Kurdistanê zêdetir bikin û rageşî gurrtir bibin. Dibe ku senaryoya dûrxistina PDKê jî li Bexdayê derkeve holê.
Senaryoya sêyemîn jî pêkanîna hikûmetê ji aliyê hêzên opozîsyonê ve bi alîkariya YNKyê ye. Her çend ev senaryo qels be jî, lê wek îhtimal divê neyê paşguhkirin. Bi taybetî ger dengên PDKê kêm bibin û aliyên din jî bikarin dengên zêde bi dest bixin. Di vê senaryoyê de, tewra ger PDKê dengê yekem bi dest bixe jî, dibe ku bi sedema alîgiriya Dadgeha Federal, fraksiyona ku bikare piraniya parlamentoyê pêk bîne, mafê avakirina hikûmetê pê bê dayîn, çawa ku di dema nakokiya di navbera Elawî û Malikî de di 2010 de, di bin bandora Îranê de, dadgehê ew biryar da.
Di vê bijardeyê de tewra ger YNKyê jî nekeve nav hikûmetê, lê dibe ku YNK alîkariya hêzên opozisyonê bike ji bo temamkirina nisabê (rêjeya qanûnî ya pêwîst). Li vir ji bo YNKê ne girîng e kê dibe desthilatdar an ew bi xwe ne di desthilatê de be. Li şûnê, ya girîng ew e ku PDKyê ne desthilatdar be. Bê guman, pirsgirêkên vê senaryoyê jî hene, ji ber ku PDKê xwedî hêz û xak e û dê bêçare nesekine. Her wisa yasaya Herêma Kurdistanê zelal e ku mafê pêkanîna hikûmetê bi lîsteya serketî ya yekem tê dayîn.
Senaryoya çarem jî ew e ku PDK û YNKyê negihêjin rêkeftinekê û aliyên opozisyonê jî ji bo pêkanîna hikûmetê nikaribin piraniyê dirust bikin. Ev jî dê wer bike ku Herêma Kurdistanê cardin têkeve nava krîza pêkanîna hikûmetê û heta demeke dirêj nola Îraqê nikaribe hikûmeta nû pêk bîne. Tewra dibe ku wê demê bigihe radeya ku cardin hilbijartina pêşdem li Kurdistanê bê kirin. Bi taybetî ger di heyama xwe ya qanûnî de ne pêkan be hikûmet were pêkanîn, dîsa metirsî heye ku Dadgeha Federal biryara hilbijartinên pêşwext bide. Bê guman ev yek jî dê Herêma Kurdistanê tûşî krîzeke mezin a siyasî bike û dê niqoyî nav pirsgirêkan bibe û dê rê li ber destêwerdanên zêdetir ên Bexda û dewletên herêmê di karûbarên navxweyî yên Herêma Kurdistanê de veke.
(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse