Ji bilî şerekî dorfireh rêyeke din li pêşiya Îsraîlê tune!
Her kesê ku haya wî ji dîroka nûjen a Îsraîlê hebe, dizane ku mabûn û geşbûna dewleta Cihûyan li ser hîmê nêrîn û stratejiyeke siyasî û leşkerî bû ku hêz stûna wê ya here sereke bû.
Li gorî dîtina Îsraîlê, hêz yekane faktora mabûn û geşbûna dewleta Cihûyan e. Ji bo ku xwe bi Filistîniyan û cîranên xwe yên din re jî biguncîne, baweriya Îsraîlê bi bikaranîna amûrên 'siyaseta nerm' nedihat. Li şûnê, da ku zindî bimîne û hebûna xwe teqez bike, baweriya Îsraîlê bi bikaranîna hêzê tê. Ev jî bi rêya êriş, berevanî û tew firotina şer e.
Avakerên Dewleta Îsraîlê xwediyên dîtineke lap rastbîn a mabûna Îsraîlê bûn ku ev jî bû çavkaniya peydabûna stîl û çandeke siyasî û leşkerî ya taybet ku serkirde û karbidestên Îsraîlê pabendî wê bûn.
Vê çanda dewletbûnê, di 70 salên borî de, ji bo stratejiya ewlehiya neteweyî ya Îsraîlê du eqîde (doktrîn) berhem anîn ku her kar û karvedaneke leşkerî ya Îsraîlê li navçeyê bi rê ve dibin.
A yekem 'Eqîdeya Ben-Gurion' û ya duyem jî 'Eqîdeya Moshe Dayan' e. Li vir, ez ê bi kurtî qala naveroka van her du doktrînan bikim, paşê li ser hîmê çanda leşkerî ya Îsraîlê pêşbîniyekê ji bo bijardeyên Îsraîlê yên niha nîşan bidim.
Doktrîna Ben-Gurion
Nêrîn û stratejiyeke leşkerî ye ku di salên pêncîhî yên sedsala bîstem de, lap piştî ragihandina Dewleta Îsraîlê hat sazkirin. Ev doktrîn xwediya sê stûnên sereke ye ku ya yekem 'tirsandin/rêgirîkirin' e, ya duyem 'kifşkirin/vedîtin' e û ya sêyem jî 'şer û serkeftina yekalîker' e.
Doktrîna Ben-Gurion li ser hîmê vê têgihiştinê ye ku cihê Îsraîlê ji hêla erdnîgariyê ve xerab e û ji her çar aliyan ve, bi dijminan dorpêçkirî ye. Loma divê Îsraîl hêza xwe nîşan bide, dijminên xwe têk bibe û nehêle ku ew fikra êrişa li ser Îsraîlê bikin. Her wiha, ev eqîdeya leşkerî şîretê li Îsraîlê dike ku li hemberî her tevgereke dijmin û neyarên xwe çavbel û hişyar be û berî wan destê xwe bihejîne û planên wan pûç bike.
Stûna sêyem a doktrîna Ben-Gurion ev e ku divê Îsraîl dijminên xwe di şerekî bilez û yekalîker de li çok bike, şer ji mala xwe dûr bixe û li ser axa dijminên xwe şer bike. Doktrîna Ben-Gurion ji bo nehêlana metirsiya dewletên neyar ên cîranên Îsraîlê bi bandor bû. Weke ku di şerê şeş-rojî yê sala 1967an de hat xuyakirin, ev çanda leşkerî û nêrîna stratejîk di serketina Îsraîlê, berfirehkirina sînorê axa wê û avakirina dewleteke hêgin de bû faktoreke yekalîker.
Eqîdeya Moshe Dayan
Lê di destpêka salên 1970yî de, bi peydabûna Eniya Rizgarîxwaziya Filistînê (PLO) ya bi serokatiya Yasir Erefat re, metirsiyeke din derket holê 'şerê nav bajaran' ji hêla dijminekî navxweyî ve ku ne karaktereke dewletê lê belê rêxistineke çekdarî ya nedewletî bû.
Her çend rêgezên Doktrîna Ben-Gurion jî di rûbirûbûna van gefan de kartêker bûn lê dîsa jî pêdiviya Îsraîlê bi dîtineke nû hebû ku xwe li gorî metirsiyên wê serdemê biguncîne. Wê çaxê doktrîna Moshe Dayanê ku hingê wezîrê parastina Îsraîlê bû, derket meydanê.
Doktrîna Moshe Dayan li ser hîmê du prensîbên girîng ava bûye, ya yekem "Tolhildana tund" e û dibêje "Divê dijmin berdêlên giran ên rijandina xwîna me bidin." Prensîba duyem jî ev e"Rewşê aloz bike û dûv re aram bike" ji bo kêmkirina rageşiyê yan jî rasttir "Şer bifroşe heta dijmin teslîmî armancên te bibe".
Dibe ku doktrîna Dayan serkeftineke yekalîker a bilez (wekî ku doktrîna Ben-Gurion dixwaze) bi dest nexe lê heman armanca wê ya serketina bi rêya şerê westandina dijmin heye. Ev bawermendî bû kakila stratejiyeke leşkerî ya Îsraîlê wekî bersiva ketwareke nû û neyarekî nû yê Îsraîlê.
Dîrok ji me re dibêje ku Îsraîl bi Hemasê tenê ranaweste..!
Êrîşên Hemasê ji roja 7ê Çiriya Pêşînê û heta vêga ji bo Dewleta Îsraîlê, nemaze ji bo dezgeh û saziyên dewletê yên ku ji parastina Îsraîlê berpirsyar in, cihê şermezariyê bûn. Tevî ku tez û teorî niha pir berbelav in jî lê bi her hawî ya rast ew e ku operasyona Hemasê rûmeta Îsraîlê wekî dewleteke xurt şikand, di heman demê de, heta radeyekê paşxan û çanda leşkerî/îstixbaratî ya ku Îsraîl pê tê nasîn jî xera kir.
Aniha, seba vegerandina heybet û prestîja dewletê, rayedarên Îsraîlê ne tenê soza tunekirina Hemasê didin lê di heman demê de soza jinûvexêzkirina nexşeya Rojhilata Navîn jî didin.
Dibe ku ev gotin wekî retoreke siyasî yan jî wekî bersiveke tund a nerast bên şîrovekirin lê ger em dîroka nû ya Dewleta Îsraîlê û çanda leşkerî ya Îsraîlê li ber çav bigirin, nexwe divê em vê rastiyê tê bigihin ku bersiva Îsraîlê dê bi kontrolkirina Xezeyê tenê sînordar nebe.
Dîrok ji me re dibêje ku Îsraîl, ji bo ku rûmeta xwe biparêze, neçar e ku şerekî din ê berfireh û yekalîker dijî hemî neyarên xwe yên li deverê bide meşandin (wekî şerê şeş-rojî yê 1967an û şerê Yom Kippur ê 1973yan).
Erê! Dîrok û doktrînên leşkerî yên Îsraîlê ji me re dibêjin ku ev şer dê tenê bi jinavbirin an jî qet nebe derxistina Rêxistina Hemasê ji bajarê Xezayê kuta nebe lê ji bo vegerandina rûmeta Dewleta Îsraîlê, divê hemû neyarên Îsraîlê, çi rêxistin an dewlet bin, baca tevkujiya 7ê Çiriya Pêşînê bidin û divê hemû, kêm zêde, derbên Îsraîlê bixwin.