Hilbijartina pêşwext a Iraqê û nirxandineke seretayî

19-10-2021
Ziryan Rojhilatî
A+ A-

Ziryan Rojhilatî*

Dawiya dawî hilbijartina pêşwext a Iraqê hat kirin. Lê wek dihat pêşbînîkirin, her ji derketina şepêleke nerazîbûnê ji encamên destpêkê, piştî rojeke mitbûn û bêdengiyê, heya gengeşeyên çaverêkirî yên pêkanîna hikûmeta nû, hevîrê vê hilbijartinê aveke zêdetir hildikêşe!

Lê encamên seretayî yên hilbijartina pêşdem a Iraqê çi ji me re dibêjin? Em dikarin bi awayekî giştî ji encamên ku heya niha hatine ragihandin van encaman derxin: Yekem: Baskê siyasî yê hêzên Heşda Şeibî tûşî şokê bûn, xasma jî Rêxistina Bedir ji Hevpeymaniya Fetihê zirarmenda yekem e. Di vê hilbijartinê de, 73 berbijêrên Fetihê hebûn. Di gelek bazneyan de jî berbijêrekî tenê danîbû ji bo ku şensê birina wan zêdetir be. Lê bi şeş aliyan ku Esaîbên Ehlî Heq jî tê de ye û berê nêzîkî 15 parlamenterên wê hebûn, di navbera 15-20 kursiyan bir. Ji tomeriya kursiyên Fetihê di hilbijartina borî de, tenê 18 ji wan kursiyên Bedirê bûn û niha bi şeş aliyan ve. Hejmarek ji wê dewreyê bidest xistine ku beşeke kursiyan jî bi saya pêkhateyên Şiî yên xeyrî Ereb ên nav Bedirê bi dest wan ketine!

Ketayîbên Hizbullahê bi bêhtirî 32 berbijêran dixwest xwe test bike, lê tenê yek an du bi ser ketin. Windakiriyekî din ê vê hilbijartinê, Serokê Desteya Heşda Şeibî Falih Feyaz bû ku bi hevpeymaniyeke 7 aliyên Şiî û Sunî, 81 berbijêr danîbûn lê belê karnameyeke serkeftî nîşan neda.

Helbet, ne şert e ku kêmkirina hejmara kursiyên van grûpan were wateya kêmbûna bandora wan di qada siyasî ya Iraqê de. Çimkî hêzên çekdarî û keresteyên guvaşê yên bihêz li ber destê wan hene ku wek lîstikvanên siyasî bimînin.

Duyem: Komên pro-îranî (alîgirên Îranê) li Iraqê di paşvekişînê de ne, lê bilindbûna hejmara kursiyên Nûrî Malikî - Dewleta Yasa balansek ji wan re çêkir.

Sêyem: Serkeftina Sedir tiştekî çaverêkirî bû. Vê tevgerê (Tevgera Sedir) şûnpiyê xwe li Bexda, Besra, Mîsan û Zîqarê ji berê bêhtir tekûz kiriye. Helbet ev serkeftin nayê wateya ku gotara “ez çawa bixwazim dikarim hikûmeta nû pêk bînim” serî bigire.

Heke Sedir bi nêta hukmdariyê be, serencam dikeve proseyeke danûstandinê bi grûpên pro-îranî (alîgirên Îranê) re, heke na Sedir nikare hikûmeteke aram çêbike. Xaleke din jî ew e ku Sedir ne ewqasî dûrî grûpên nêzîkî Îranê ye. Li Qumê bi wan re daxuyaniya bereya berxwedanê xwend, dawiya dawî jî piştî civîneke bi Emar Hekîm û Hadî Amirî re bû ku Sedir ji biryara xwe ya beşdarnebûna di hilbijartinê de poşman bû. Derketina rikeberekî mîna Malikî jî wî neçar dike ku li deriyê tifaqa bi wan koman re bide.

Çarem: Beşdarnebûna nêzîkî ji %60ê dengderan ne bûyereke ji rêzê ye, wek çawa tişta ku di 2018an de qewimî ne ji rêzê bû. Tew bandoreke bihêz a daxwazkariya Ayetullah Sîstanî jî nebû ku xelk werin ser sindoqên dengdanê û rêjeya beşdariyê dîsa kêm ma. Dengên piraniya partiyan jî li jêr bandora vê boykotê kêm bûn, her çiqas dibe ku kursiyên hinekan ji wan zêdetir jî bûbin. Ev ji bo civakeke nola Iraqê ku piraniya şêniyên wê serê xwe bi siyasetê re diêşînin, ne tenê nebeşdarî bû, lê belê nerazîtiyek pê ve diyar e û di egera her krîzeke girîmaneyî de, potansiyela teqîn û derketina vê nerazîbûnê heye.

Pêncem: Geşbûna komeke wek Îmtîdadê di vê hilbijartinê de hêviyekê ji kesên nerazî re çêdike da di qonaxên bê de rêya hilbijartinê biceribînin. Berî hilbijartinê, me civînek bi hejmarek ji nûnerên Tişrîniyan re li Navenda Lêkolînên Rûdawê lidar xist. Ew bi giştî dudil bûn ku bikarin bi hilbijartinê guherînê çêbikin û bêhtir wek proseyeke demdirêj lê mêze dikirin. Helbet encama Îmtîdadê dikare guherîna wê nêrînê leztir bike. Ji xeynî Tişrîniyan (serhildêr û xwepêşanderên meha Cotmeh û Mijdarê li piraniya parêzgehên Iraqê), derketina nêzîkî 25-30 berbijêrên serbixwe, ku piraniya wan li navîn û başûrê Iraqê ne, diyardeyeke din a vê hilbijartinê ye ku hêja mirov lê hûr bibe.

Şeşem: Hinek hevpeymanî serkeftî bûn û hinekên din na. Hevpeymaniya YNK û Goranê (Hevpeymaniya Kurdistan) di nav Kurdan de ket qezenca YNK, xasma piştî wan bûyerên navxweyî ku berî hilbijartinê di hundirê wê partiyê (YNK) de qewimîn. Hevpeymaniya Hekîm-Ebadî li nav Şîeyan û hevpeymaniya Ezm li nav Suniyan ji wan hevpeymaniyan bûn ku qet nebe xêra wan ne ji bo hemî aliyên beşdar bû. Wekî din, Hevpeymaniya Dewleta Yasa careke din bihêz bû. Ev pêgeha Nûrî Malikî li nav Partiya De`wayê jî bihêztir dike ku piştî sala 2008an bi destê çend cudabûn û nakokiyên navxwe yên Partiya De`wayê dinaland. Em dikarin bêjin ku Mihemed Helbûsî jî serokatiya hevpeymaniyeke serkeftî di nav Suniyan de kir û xwe di vê hilbijartinê de wek lîderekî berçav ê Sunî nîşan da.

Heftem: Hêlên siyasetê li Iraqê careke din vegeriyan her sê hêlên Şiî, Sunî û Kurd. Ev jî piştî ku bi sedema şerê DAIŞê û bûyerên piştî giştpirsiyê, gotara giştî ya Iraqê xasma di sala 2018an de di rewacê de bû. Siyaseta hinek partiyên Şîe ji bo ku li seranserê Iraqê, xasma li navçeyên Şiî û Sunî jî berdevk bin, neçû serî. Tişta ku Ebadî, Hekîm û Fetihê di hilbijartina borî de li navçeyên Sunî kirin, vê carê neçû serî û Helbûsî got ez heme! Berê li Kurdistanê jî xweceribandina komikên Şîe neçûbû serî, bi ser neketibû.

Heştem: Li Kurdistanê zêdetir ji hevpeymaniyê, beşdariya hizbî bi tikûtenê bêhtir bersiv da. Ev di nimûneya PDK û Nifşê Nû de derket holê. Li gor encaman, gotara îslamgeriyê bi giştî paşve çû. Lê gotara reform-dijatiya gendeliyê û bi gotara netewegeriyê yan tevliheviyek ji gotara îslamî-neteweyî wek nimûneya berbijêrên Yekgirtûya Îslamî di rewacê de ye.

Dawî

Her çiqas di destpêkan de gelek aliyên navxweyî û derveyî behsa wê yekê dikirin ku proseya dengdanê bi başî hatiye birêvebirin, lê aloziya ku di ragihandina encamên seretayî de derket, daxuyaniyên Sedir li ser destwerdana di karê komîsyonê de, nerazîbûna komikên çekdar ji encamên hilbijartinê, bûyerên Kerkûkê, pevguhertina dengê aliyan û pirsa nevegera beşek ji encaman, derxist ku hem îdareya hilbijartinê ne ewqas baş bû ku dihat qalkirin, her wisa jî vêga zehmet e tenê dengdana xelkê her tiştî beralî bike! Rast e hilbijartin tê kirin, lê ne ev tenê ye û dezgehên nehilbijartî yên navxweyî û derveyî, bi roleke mezin û berçav di destnîşankirina arasteya bûyerên piştî hilbijartinê de dilîzin.

* Ziryan Rojhilatî: Rêveberê Navenda Lêkolînên Rûdawê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Diyar Sadî

Qonaxeke metirsîdartir a êrişên elektronîk

Çiqas teknolojî bêtir bi pêş ve here, hêza dijberên wê jî zêdetir dibe. Yek ji wan êrişkarên cîhana dîjîtal in ku li ser du çînan hatine dabeşkirin. Armanca çînekê ji wan çareserkirina pirsgirêkên şirket û welatiyan e seba misogerkirina jiyaneke parastî di qada dîjîtal (siber) de. Armanca çîna din jî wêrankirin û dizîna agahî û daneyên şirketan ji bo meremeke taybet e.