Goran û pêkanîna hikûmetê

19-10-2013
WLADİMİR VAN WİLGENBUR
A+ A-

 

Pêkanîna hikûmeta bê li Herêma Kurdistanê gellekî giran dibe. Yekem car e ku Lîsteya Goran dibêje ew dixwaze tevlî hikûmetê bibe. Lê gelo kîjan wezaretan werdigirin?

Berpirsên Lîsteya Goran ji min re gotin ku ti helwesteke wan a fermî nîne derbarê vê yekê de ku ew kîjan wezaretan dixwazin. Lê ji ber ku Goran behsa xizmetguzarî û berpirsyarbûna beramber welatiyan û zelaliyê dike, baştir e ku Goran "wezaretên taybet bi xizmetguzariyan" werbigre, da ku bidin xuyanê ku dikarin çi biguherînin. Di nav guhertinan de kesên teknokrat hene ku ji Ewropoayê hatine û dikarin karê baş ji bo Kurdistanê bikin.

Di meha yekem a 2010ê de Newşîrwan Mistefa ji balyozê Amerîkayê Christopher Hill re gotiye ku gellekî girîng e ji bo Kurdan ku ji bo "wezaretên taybet bi xizmetguzariyan" wezîrên  xwedî bandor hebin, wek wezareta perwerde, tendirustî, çandinî, pîşesazî û petrolê, ne "wezaretên desthilatdarî" di hikûmeta Iraqê de. Newşîrwan Mistefa ev beriya hilbijartinên Iraqê ji balyozê Amerîkayê re gotiye.

Gumana min heye ku PDK wezaretên wek ya samanên siruştî, navxwe yan pêwendiyên derve bide Goran yan YNKê. Dibe ev hêlên sor bin ji bo PDKê. Herwiha bi ser wê de jî rexne ye, lê PDK serketîbû ji rakêşana kompanyayên petrolê. Lewma dibe hêsantir be ku Goran teqez li ser wezaretên nedesthilatdarî bike. Wezaretên desthilatdarî tenê sûdê li Goran dikin, dema ku ev tevger bibe serketiya yekem.

Berpirsên YNKê rexneyê li PDKê dikin ku berdewam ji bo vê yekê kar bikin, da ku wezîrên wan rêdanê ji cîgirên partiyan werbigirin. Lewma Lîsteya Goran dixwaze kontrola wê ya tevayî li ser wezaretan hebe û dawiyê li sîstema fifty-fifty bîne.

Di dawiyê de baştir e ku Goran wezaretên xizmetguzariyan wek wezaretên tendirustî, perwerde yan çandiniyê li Kurdistanê bidest bixe. Tena metirsiya ji bo Goran ew e ku eger herê nav hikûmetê û nikaribe tiştekî biguherê, hingê wê xelk rexneya vê yekê lê bikin û wê bêjin bêencam bûn. Hingê rexneya wan bêhtir li Goran dibe, ne ku li PDKê û YNKê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst