Sûriye û Federalîzm
Têgiha Federalîzmê, weke rastiyeke berdest u kiryareke siyasî, bi sepandina wê mîna şêweyê desthilatê u forma dewletê li Iraqa ku bi Suriyê re hevsînor e, derbasî jiyana siyasî li herêmê bû.
Ev derbasbûna federalîzmê ya ne li hiş, bîrewerî û arezûya erebî ne diçû, ligel du bûyer û guhertinên sereke hat ku rolek mezin di reşkirina naveroka vê têgihê de weke forma dewletê û şêweyê desthilatê leyîstin.
Bûyer, derbasbûna hêzên Amerîka nav axa Iraqê û xistina rejîma wê di 9ê nîsana 2003an de bû, ligel wî wêneyê dramatîk yê xistina pûtê Seddamê zordar ku nêzîka 30 salan di mejiyê regezperestên ereb de mîna nobedarê sêncên erebperestiyê li hember farisên (mecûs) rawestiya bû.
Guhertin jî ew bû ku di mejiyê regezperestên ereb de, pûtê netewperestiyê bi yekîtiya pîroz hat veguhertin û bi vî şêweyî wêneyê federalîzmê di xeyala birîndar a regezperestên ereb de weke dabeşkirin û parҫekirinê hat meyandin.
Ji pişt vê bûyer û vê guhertinê, federalîzm mîna derdekî ku ne tenê wê laşê Iraqê wêran bike, lê dibe ku li tevahiya Herêmê belav bibe hat fêmkirin. Lewra reşkirin û dijîtiya wê cihê herî berfireh di gotara regezperestên ereb ên Iraqê û derdorên wan li herêmê de vegirtin.
Lê dema Amerîka ji Iraqê vekişiya û pêkhateyên wê rû bi rû li hember hev rawestiyan û li berhemê kêferat, dijberî û pevҫûnên xwe temaşe kirin, rêxistinên wan yên siyasî û pêkhateyên wan yên civakî ne tenê li gotara xwe, lê li projeyên xwe yên siyasî jî vegeriyan û federalism, ji bo dijminên wê yên herî radîkal, ji derdekî wêrankar bû dermanekî kargêr.
Bi destpêka şoreşa aştiyane ya Sûriyê û pêşketina wê re, û vebûna asoyên projeyên siyasî, Federalîzm weke duruşm ji aliyê partiyên kurd yên di Encûmena Niştimaniya Kurd de hate sepandin.
Lê ji ber ku ev duruşm ji bernameyên wan yên siyasî pirr dûr û cuda bû, mîna ҫavlêkirinekê ji nimûneyê Başûrê Kurdistanê re û bilindkirina asta duruşman hat nirxandin.
Vê yekê hişt opozisyona Sûriyê dest bavêje cebilxaneya gotara regezperestên ereb li iraqê û bi zarê wan federalîzmê reş û riswa bike.
Eger bi rastî rewşa kurd li Sûriyê ji ya Iraqê cuda ye, em dikarin li ser pêvajoya dîrokî ya damezrandina dewleta Sûriyê û rewşa wê ya niha rawestin.
Bi rastî, di dîrokê de, tu dewlet bi wateya siyasî û civakî li ser erda Sûriyê, ne di ҫarҫoveya sînorên wê yên niha de û ne jî li ser parҫeyekê jê, ne hatiye damezrandin, û dewleta Sûriyê, bi sînorên xwe yên niha, li gorî ҫend rêkeftinên navneteweyî, piştî peymana Sykes–Picot ku di 16ê gulana 1916 an de, di navbera Fransa û Brîtaniya de hatibû îmzekirin, hatiye damezrandin. Rêkeftina herî dawî jî, rêkeftina destnîşankirina sînor di sala 1939 an de bû.
Di çarçoveya vê destnîşankirinê de, Sînorên Sûriyê ku bi fermî sala 1946 an serxwebûna xwe wergirtiye, gellek pêkhateyên netewî, olî û mezhebî vegirtin.
Di destpêka serdemê xwe de, desthilata Fransayê hewl da ku vê piralîtiyê, bi taybetî di warê mezhebî de, li ber çavan bigre û wê çend piçûk-dewlet li ser vê bingehê damezrandin, mîna piçûk-dewleta Elewiyan, ya Çiyayê Durziyan, dewleta Sûriyê û Sinceqa Skenderûnê jî weke Rêveberiyeke taybet.
Paşêm desthilata Fransayê yekîtiyek di navbera wan her çar dewletan de, di sala 1923an de, ragihand.
Ev pêngav şêweyekî federalîzmê yê zûdem bû li Sûriyê, lê tenê ji ber ku ew pêşinyar û berhema desthilata Fransayê bû, şerê wê bihêz hat kirin û bi çavê gumanê hat temaşekirin.
Tevî ku ew şêweyê federalîzmê hat têkbirin, û paşê jî, dema ku hizrê şovenîst pêş ket û desthilat li Sûriyê zevt kir, kar ji bo jibîrkirina vê ezmûnê hat kirin, lê kargêriyên vê piralîtiyê li Sûriyê di nav hiş û hestên pêkhateyên civakî yên cuda de nêzîka 90 salan berdewam man.
Dema şoreşa Sûriyê dest pê kir, bayê şoreşê toz û teraf li ber xwe bir û perengên cîwaziya civakî gur kir.
Niha, her yek ji rejîm û opozisyonê pêşbirkiyê bi hev re li ser dilsoziya xwe ji bo parastina hevgirtin û navendbûna dewleta Sûriyê dikin.
Lê şerê dijwar ê ku herdu alî li dijî hev dikin û yê ku li gellek cihan bûye dijberiyeke tayifegerî beloq, bandoreke mezin û têkariyeke kûr li ser bingehên siyasî, civakî, çandî, derûnî û aborî yên pêkhateyên Sûriyê kiriye.
Herwiha gellek artêşên xwecihî, ku di binyata xwe ya civakî û baweriyên xwe yên îdolojî de cuda ne, hatine damezrandin û nvçeyên welêt di navbera wan de hatine belavkirin.
Di encama van rastiyan de, pêkhateyên Sûriyê, li şûna ku di hevkîn û hevkuştinê de berdewam bin, wê berve formek ji nenavendbûnê herin, da ku her pêkhateyek bi aramî û ewlekariyê hest bike.