Hêjahiya hevpar ya neteweyî: 15 Tebax

Çima 15 Tebax?

- Rewşa gel: Desthilata leşkerî ya 1980ê, bi girtin û zordariyê gel tefisandibû, mafên demokratîk û rêxistinî hemû ji holê rakiribûn. Gel li benda bertekekê bû.

- Rewşa girtiyên azadiyê: Di Girtîgeha Leşkerî ya Amedê de hovitî û komkujî hebûn. Berxwedanên lehengiyê jî dibûn. Mijar bi girîngî di rojeva gelê Kurd bû.

- Amadekariyên PKKê: PKK li Libnanê di nav tevgera Filîstiniyan de bi siyasî û leşkerî xwe amade dikir. Li rojhilat û başûrê Kurdistanê jî komên wê yên çekdar hebûn. PKK Konferansa xwe ya 1mîn (Libnan, Tirmeh 1981) û Kongreya 2mîn (Sûriye, Tebax 1982) pêk anîbûn û bernamêyên şerê çekdarî amade kiribûn.

- Rewşa Başûr û Rojhilatê: Li herdû beşên Kurdistanê tevgerên çekdarî hebûn. Li Başûr heremên berfireh, di destê Kurdan de bûn. Kurdên Rojavayê, jixwe bi hişmendî û piştgiriya xwe, di nav vejîna Kurd de bûn.

- Hêza penaberên siyasî: Li rojavayê Ewropayê tevgereke mezin a çepgir a Kurd û Tirkan li ser piya bû.

- Li Rojhilata Navîn rewşa siyasî: Nakokiyên NATO û Pakta Varşovayê li herêmê gellek germ bû. Ji Afganistan, Îran-Îraq heya Filîstin, Libnan, Yemen û Kurdistanê şer hebûn.

Biryara şerê çekdarî

Herdû civînên PKKê yên navborî, biryara şerê çekdarî dabûn, lê dem û şiklê wê nehatibû diyarkirin. Bi pesendkirina Abdullah Ocalan, rêvebirên PKKê 22ê Tirmeha 1984ê li Lolanê biryara 15 Tebaxê dan. Di civînê de yên amade: Ali Haydar Kaytan, Cemil Bayik, Duran Kalkan, Halil Ataç, Kesire Yildirim û Selahattin Çelik bûn.

Yên êrîş pêk anîn çend kes bûn?

PKK bi dawiya 1982yê ve hêza xwe li Kurdistana Başûr kom kiribû. Ji bo vê, bi PDKê re peyman girê dabû. Ango destûr, xweşbînî û heya radeyekê piştgiriya PDKê, di destpêkirina 15ê Tebaxê de roleke erênî leyistibû.

Di stratejiya berxwedana PKKê de, sê herêmên bingehîn hatibûn hilbijartin: Sêrt, Colemêrg û Wan. Ji bo her herêmê, navçeyek hatibû niqandin. Herwiha sê yekîneyên bingehîn ava kiribûn: Ji bo êrîşa Dihê, Yekîneya 14ê Tirmehê (herêma Sêrt an jî Botan), Yekîneya 21ê Adarê (Şemzînan/Colemêrg), Yekîneya 18ê Gulanê (Şaxê/Wan). Ya yekemîn hima li ser 30, ya duyemîn li ser 20, ye siyemîn li bin 20 kesan bûn. Ango hêza hersê êrîşên, ji sed şervanan kêmtir bû. Lê ji Semsûr heya Dêrsim û Agirîyê komên biçûk hebûn. Li Başûr bi sedan şervan weke hêza awarte amade bûn. Xebata li Rojava û Libnanê jî berdewam dikir.

 

Encamên êrîşan

Êrîşên Dihê û Şemzînanê bi serkeftî pêk hatin, lê ya Şaxê ji ber kêmahiya amadekariyan û ji ber sistiya fermandarê wê, pêk nehat. Li Dihê leşkerek mir. Şervanekî kurd jî ji destê xwe birîndar bû. Li Şemzînan windayiyên leşkerên tirk eşkerê nebûn. Şervanên kurd, li Dihê dest danîn çek û pusatên leşkeran.

Bi êrîşan PKKê gihiştibû bendewariyên xwe. Bûyerê, bandoreke êrenî li gele Kurd kir. Di herêmê û qada navneteweyî de jî pirsa Kurd bû mijareke navendî.

Di encamê de desthilata leşkerî derb xwaribû. Dewleta Tirk, stratejiye şerê taybet xiste pratîkê, ku ew ji zagonên û hêzên taybet pêk dihat (koçberî, yekîneyên taybet yên leşker û polîsan, komên kontergerîlla, cerdavan, aşarte kujer û yên din).

Dawiya fermandar û şervanên êrîşan

Fermandarê êrîşa Dihê Mahsum Korkmaz (Egît), li Çiyayê Gabarê (Şirnex) di xefika leşker û tîmên taybet yên tirk de jiyana xwe ji dest da (28.03.1986). Fermandarê êrîşa Şemzînanê Abdullah Ekinci (Elî), xwe kuşt (Libnan/1986). Fermandarê êrîşa Şaxê Ali Omurcan (Cemal), ji aliyê PKKê ve hat kuştin (1993). Ji Yekîneya êrîşa Dihê, li dora 10, ji ya Şemzînan tenê du-sê kes di jiyanê de ne, ku di 9.11.2005ê de yek ji wan li Şemzînan di pirtûkfiroşxaneya xwe de rastî êrîşeke JITEMê hat. Ji ya Şaxê jî, yên di jiyanê de hene.

Çima tenê PKKê?

Bi derbeya leşkerî ya 1980ê, ne tenê PKKê, lê rexistinên din yên kurd jî derketibûn derve. PSK, Ala Rizgarî, Kawa û KUK, wan jî komên çekdarî ava kiribûn. Li Rojhilat, Başûr, Rojava û li Libnanê hebûn. Lê sedem çibin jî, xwe nedan hev, bi nakokiyên navxweyî ji hev ketin û xwe dan paş, rê ji PKKê tenê re hiştin. Lê têkiliyên wan bi PKKê re qet ne xweş bûn û herdu alî jî ji lihevhatin û hevalbendiyê gellek dûr bûn.

Bi fermî mebesta êrîşan çi bû?

Peyamê êrîşan rasterast ne leşkerî, lê siyasî bû, dixwest mizginiya destpêkirina berxwedanê bide gel.

PKK, hêza çekdarî bi navê Hêzên Rizgariya Kurdistanê (HRK) ava kiribû. HRK mebestê xwe bi belavokekê eşkere kir (15.08.1984). Tê de du mebestên bingehîn dihatin rêzkirin: “1- Peşvebirina hişmendiya demokratîk-neteweyî, tevgerkirin û pêkanîna yekîtî û rizgariya neteweyî, 2- Xebata HRKê, ya azadî û serxwebûna gelê Kurdistanê, bi pêşkeşiya PKKê dibe”.

Bi vê pîvanê mirov dikare bêje ku gellek mebestên PKKê yên îroroj, li hedefên 15ê Tebaxê nayên. Bi xemxwarinî mirov dikare bide pêş, ku bedkarî li leheng û şehîdên 15ê Tebaxê tê kirin jî. Lê dîsa jî; tevgera heyî, bi bawerî û dilsozî an jî bi bedkarî, bêgav dimîne û xwe dispêre vîna 15ê Tebaxê. 

Êrîş gihiştin mebesta xwe?

Gava em 29 salan tevgera Kurd bidin ber çavên xwe, mirov bi her awayî; bi sazî, siyasî, wêjeyî, hunerî û çandî serkeftineke mezin dibîne. Ne tiştekî sosret e ku mirov bêje; artêşa gerîllayan ya îro, partî û parlamênterên kurd, şaredarî û bi dehan saziyên din, berhema 15ê Tebaxê ne.

Lê ya mezin,  girseyîbûn e. Mirov dikare bêje, 15 Tebaxê ji hingî ve dizê. Nifşên berhema 15ê Tebaxê hatinê dinê û ew îro rêvebir û çalakvanên tevgera nûjen in. Bi hişmendiya 15ê Tebaxê tevdigerin. Çirav, Kato, Herekol, Gabar û Tenînê û bi dehan çiyayên kurdistanê… Ev çiyayên êdî pîroz, bi xwînê hatine şûştin û xemilandin. Îro em dibînin ku girseyên gel ne bi çek, lê bi aştî û bi dilanê hildikişin serê van çiyayan. Ev e mezinahî û serkeftina êrîşên 15 Tebaxê.

Diyar e ku 15 Tebax, leheng û şehîdên wê, êdî ji zû ve ne yên PKKê tenê ne. Ew nirx û mîrata hevpar yên gelê Kurdistanê ne. Divê em Kurd hemû bi vê girîngiyê, 15ê Tebaxê binirxînin û pîroz bikin.