Şah Ebdullah
Mihemed Xoşnaw
Her kesê hinekî haya wî ji dîroka nêzîk a malbata şahane ya Urdinê hebe, şaşwaz dibe çawa wê malbatê xwe li ber wan hemî lehî û bahozan girtiye û kariye wî welatî û gelê wî biparêze.
Bavê wî Şah Hisên, berî wî jî bapîrê wî Şah Ebdullahê damezrînerê Şahnişîna Urdinê, di roja înê 20.07.1951ê de li Mizgefta Eqsayê ji aliyê filistîniyekî hat kuştin. Her wî Şah Hisênî dît komkujiya pismamê xwe û malbata wî li Iraqê çawa qewimî, bi destê şoreşgerên şoreşa Ebdilkerîm Qasim di sala 1958an de hatin kirin û kesî behîname jê re neşand, lê pîrozbahî li leşkerên şoreşê hat kirin.
Piştî şikestina Ereban, di şerê 1967an de bi Îsraîlê re, Urdin bû baregeha Rêxistina Rizgarîxwaz a Filistînê. Ev li Urdinê wiha tevdigeriyan ku ew dewlet in di nav dewletê de û hewl dan Şah Hisên hilweşînin, du caran jî ji hewldana terorkirinê filitî. Lê dawiya dawî li wan da û artêşa Urdinê ew bajar dorpêç kirin ku Rêxistina Rizgarîxwaz lê bû. Paşê çûn Libnanê. Her bavê wî Şah Ebdullahî, ji gelek planên komunist, neteweperest û beisiyan rizgar bû, dû re bi hemûyan re li hev hat û hemû hembêz kirin. Ev e aramgirtina stratejî.
Şah Ebdullah di hembêza van bûyerên bijan mezin bû û wexta ku hate ser koşka şahane, çavdêran guman jê dikirin ku ew şiyana wî nîne bikare kirîza aborî ya welatê xwe îdare bike, xasma ji ber mîrata şerê kendavê yê 1990î ku jê re ma, çunkî welatê wî pişta xwe bi petrola Iraqê girêdida ji bo pêşxistina aboriya xwe.
Lê wî karî bi awayekî serkeftî wê qonaxê derbas bike û di dehsaliya yekem a desthilata xwe de, pêşniyara çaksaziya mezin a aborî ji bo Urdinê pêşkêş kir bo welatekî ku ji %80ê axa wê şorezar e û biçûktirîn aboriya navçeyê ye jî.
Tiştekî wî welatî yê wiha tune ye ku xwe pê vejîne. Lê Şah Ebdullah dest bi bernameya azadkirina aboriyeke bihêz û bilindkirina asta debara hevwelatiyan kir û karî rewşa aborî pêş bixe. Ev jî vedigere wê yekê ku karî veberhênerên biyanî bikişîne welatê xwe û ligel çakkirina kompanya di navbera her du kertên giştî û taybet de li Urdinê, bi vê bingehek ji bo aborî û kerta teknolojiya zanyarî û pêwendiyan danî û çend navçeyên aborî yên taybet damezrand.
Bi van çaksaziyan geşbûna aborî duqat kir û peymana bazirganiya azad ligel Amerîkayê îmze kir û hinardeya Urdinê bo Amerîkayê duqat kir. Ev siyaseta dirust a malbata şahane ye ku li derfetên aborî ji welatê xwe re digerin, da ku di sazûmana aborî ya cîhanî de li şûna wî ya dirust danin, karî bi awayekî jîr nerazîtiyên li ser bilindbûna nirxan, belavbûna bêkariyê û daketina asta debara jiyanê çareser bike.
Di sala 2019an de korbendeke aborî ya cîhanî li koşka Şah Hisên li Deryaya Mirî hate sazkirin, ku Şah Ebdullah bi xwe vekir, bi hêviya ku welatê wî bêhtir geş bibe, ev çalakiya Urdinê wek (Davosekê) bû li Urdinê, ku bêhtirî 100 ji baştirîn şirketên nû pêgihiştî û afirîner ên Rojhilata Navîn û Afrîqayê beşdar bûn.
Ev korbend asoyeke nû bû ji bo vejandina aborî û pencereyeke hêviyê bû ji bo navendên genc û lawan ku dixwazin xewnên xwe di realîteyê de bi cih bîbin. Ev destpêşxeriya Şah Ebdullah çîrok û nimûneyeke kêmpeyda nîşan dide û xetîreyek e ji bo guftûgo û pêwendiyeke wiha ku çirûska hêviyê diyar dike.
Ev padîşah li hundir û welatên derdorê û cîhanê bi wê yekê tê naskirin ku serkirdatiya welatê xwe bi şêwazekê dike ku aramiya welatê wî parastî be. Bi wê yekê jî tê naskirin ku doza diyaloga olî bi armanca pêkvejiyana olan bê xwînrijandin dike û cengawerekî serhişk li dijî tundrewî û tundûtûjiyê ye.
Ev e ew Şah Ebdullahê ku berî demekê bi rêzeke mezin pêşwaziya Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kir. Ev pêşwazî û rêzgirtineke mezin li Kurdistanê û gelê wê bû.