Dabeşkirina Kurdistana Osmanî li Ser Her Du Dewletên Sûriye û Îraqê

Lêkolîneke Berfireh Derbarê Hin Nezelaliyên Dîrokî

Pênaseya Lêkolînê

Dabeşkirina Kurdistana Osmanî li Ser Her Du Dewletên Sûriye û Îraqê” lêkolînek e bi Zimanê Erebî ji aliyê Dr. Azad Ehmed Elî ve hatiye amadekirin. Çapa wê ya yekem, sala 2023Z - 2723K, ji aliyê Navenda Lêkolînan a Rûdawê ve hatiye çapkirin û belavkirin.

Ev pirtûk ji 27 beşan pêk hatiye û valahiyekê hem di pirtûkxaneya Erebî, hem jî di pirtûkxaneya Kurdî de tijî dike. Tê de, daner rêbazeke zanistî dişopîne û xwe dispêre gelek belgename, jêder, çavkanî û referansan.

Lêkolîn ji hin grîmanên (hîpotez pêşîn dest pê dike, bi mebesta gihiştina bi encamên ku dawiyê di puxteyekê de, cih digirin û xalên sereke yên vê lêkolînê berhev dike, ji pênaseya “KURDISTANA OSMANΔ di nav re jî gelek qonaxên dîrokî derbas dibe, heta digihêje vê dema me ya îroyîn, bi awayek bîrokeyên girêdayî mîrnişînên Kurdan û serxwebûna wan, serbarî gihiştina bi têrma “Gelên payedar” ango ew gelên cihgirtî di dîrokê de, herwiha girêdayî “hebûna xwe ya civakî û xweşguzeranî, berî geşbûna şêwazên pêşîne yên dewletê, sepandiye”, hevdem daxwaz û arezûya wan civakan bi mebesta “xwederbirînê û daxwaza desthilateke xwecihî û serweriyê li ser navçeyên xwe” serbarî “avedaniya gundewarî weke nîşana berdewamiya" wan gelan û girêdana wan qonaxên dîrokî yên kevnar bi qonaxên ku di piştre hatin, û siyasetên erebkirinê û danpênedana bi hebûna Kurdî ya resen, li navçeyên Nîvgirava Feratê.

Nivîskar di vê lêkolîna bi berfirehî aliyên cuda cuda yên dîrokî, cografî, siyasî, demografî, hizrî û zimanî anîne ziman, êdî bi wê yekê pirtûkxaneyan bi materyalekê dewlemend bike, da nezelaliyê ji ser hin pirs û giriftan rake ku gelek nihênî û bêserûberî tê de hene.

Hûrgiliyên Nezelaliyên Dîrokî

Lêkolîna “Dabeşkirina Kurdistana Osmanî li Ser Her Du Dewletên Sûriye û Îraqê” koka civakên Kurdî û pêşketina wan a siyasî di qonaxên dîrokî de, dişopîne, ew civakên ku bingehek ji têgeha “KURDISTANA OSMANΔ re daniye, bi amajedana bi xaka Kurdistanê ku bi sedên salan li jêr destên Dewleta Osmanî bû, piştre berdewamiya wê serdestiya Osmanî di warên cografî, dîrokî, siyasî, aborî, demografîk û neteweyî de, û rengvedana wê li ser dema niha û paşeroja gelê Kurd ku vê lêkolînê bi belgeyên dîrokî û belgenameyên zelal, rastiya hebûna wî gelî li ser vê xaka ku li tenişta xakên din ên li jêr destên Osmaniyan bû, ango ew ji aliyê bakur ve hatin û li tenişta wê xakê bûn ku Erebên hawirde yên ji başûr hatin û li wan navçeyan bi cih bûn, êdî xaka Kurdsitanê kete jêr serdestiya her du hêzên hawirde, yek ji bakur (Osmanî) û yek ji başûr (Ereb).

Lêkolîn nêzîkî mijarên corbicor dibe û bi vekolîna koka her du têgînên (Kurd) û (Kurdistan), herwiha nasîn û danasîna "Mîrnişînên Kurdî" û "Civakên Kurdî" li wan herêman.

Herwiha "Civakên Erebî", ku ji aliyê cografî ve, tevlî wan civakan bûne, bi hev ve girê dide. Fokusa vê lêkolînê li ser mijara derbasbûna van civakên Kurdî ye jî ku “ji sîstema mîrnişîn û hikûmetên serbixwe, ber bi qonaxa hevalbendiya bi Osmaniyan re diçin, paşê dilsozî û tevlîbûna di nav Sultanatiya Osmanî de, heta digihêje Şerê Cîhanî yê Yekem... Şerê ku Civakên Kurdî yên li jêr desthilatdariya Împeratoriya Osmanî rastî erdhejeke siyasî û şaristanî kirin, ew ji hev xistin û rola wan a siyasî berze kir.. Di encamê de Kurdan weke netewe, mafê xwe yê serweriya siyasî ji dest da û ji derfeta pêkanîna dewleta xwe ya neteweyî ya yekbûyî bê behr man”.

Lêkolînê du têrmên ku “di nivîs û belgenameyên Osmanî de, heta serdema ku dihatin bikaranîn, nîşan dan, ew jî têrmên “Kurd” û “Kurdistan”ê ne, gelek caran dihatin bikaranîn, heta serdema Federalîstên netewperistên Tirk, hingê ev her du têrm hin bi hin hatin veşartin, piştre hatin çewisandin û ji bikaranîna wan di pirtûk û danûstandinên rêveberî û siyasî de, hatin dûrxistin. Piştre jî hate qedexekirin û kesên ku kar pê dikin hatin sûcdarkirina û sizadan û bi (Başûrê Rojhilatê Anadolê) hate pênasekirin”.

Lêkolînê mebesta xwe ji têgeha “KURDISTANA OSMANΔ eşkere kir û diyar kir ku mebest ji vê têgehê wiha ye: “Qewareya siyasî û rêveberî ya dawî ku ji encama pêwendiya şaristanî, bajarvanî û siyasî ya piraniya hikûmet û mîrnişînên Kurdan, bi dirêjiya demê, dirust bûye.

Bi awayê fermî, di rojnameya (Salnameya Bûyeran) de, weke herêmeke mezin (Iyaleta Kurdistan), 5ê Muheremê, sala 1264ê koçî, li gorî 14ê Berfanbara 1847an hatiye ragihandin.” Ew ragihandin pêwendîdarî belgenameyekê bû, derbarê bidawîanîna Tevgera Bedirxan Beg û fermandariya wî ji projeyeke berfireh re, di navbera mîrnişînên Kurdî de, ku arezûya wan di bidestxistina serxwebûnê de û rizgarbûna ji raspastina Osmanî hebû.”

Arasteyên vê lêkolînê ber bi gelek waran ve diçin: Erdnîgarî, dîrok û siyasetê, herwiha rola hêzên kolonyalîst di jinûvedanîna sînorên her du dewletên Sûriye û Îraqê de, nîşan dide, hevdem li gel “jidayikbûna Tirkiyeya komarî bi sînorên xwe yên nû ku tenê beşek ji Eyaleta Kurdistana Osmanî di destê xwe de hişt lê beşeke mezin ji navçe û wîlayetên Kurdistana Osmanî ser bi her du dewletên Sûriye û Îraqê de berda, ew jî di qonaxa damezrandina wan her du dewletan de ku demeke dirêj di navbera her du şerên cîhanî de, (1920 - 1940Z), dirêj kir. Paşê lêkolîn nîşanê bi wê yekê dide, çawa “çend herêm ji Kurdistanê li gorî peymaname û rêkeftinên navdewletî yên ji aliyê dewletên kolonyalîst ên serketî ve, hatine çêkirin, li ser du qewareyên nû hatine girêdan.”

Di çarçoveya eşkerekirina koka girifta dîrokî û siyasî ya “Kurdistana Osmanî” de, weke di nanvîşnana vê pirtûkê de diyar bûye, ev lêkolîn bersiva gelek pirsan dide.

Di lêkolînên berê yên di vî warî de, nehatine dan, wan lêkolînan rastiyên pêwendîdar bi bîrokeya "Hevbendiya Erebî" neşopandine lê ev lêkolîn wiha dibîne ew “Hevbendiya Erebî” paşxaneyeke dîrokî ye “di peydakirina efsane û vegotineke piştgir ji mafê serweriya Erebî li ser navçeyên berfireh ên Sûriye, Nîvgirava Ferat û Îraqê”, bû sedema pêkhatina her du dewletên Sûriye û Îraqê bi sînorên xwe yên îroyîn, di çarçoveya awayekî ji hizirkirinê, ku naskirina taybetmendiya civakên Kurdî û yên din red nake lê belê hewl dide proseya asîmîlekirin û pişaftina wan civakan di nav civakên Erebî de bisepîne, bi awayekî ku piştgiriya wê ji aliyê beşeke berfireh ji bijardeya Erebî ve, hate kirin.

Zêdebûna hûrguliyên van nezelaliyên dîrokî, erdnîgarî, demografîk û siyasî, ev lêkolîn ber bi asoyên vekolîna rastiyan ve, di belgenameyên Erebî û Ne-Erebî de, bir, bi mebesta çareserkirina “çîroka geşbûna Eyaleta Kurdistana Osmanî, cara yekem û piştre çerçoveyên veguhastina beşên wê ji bo dewletên Îraq û Sûriyê.”

Êdî girîng bû lêkolîn derbarê sînorên erdnîgarî, xwezayî û rêveberî yên wê eyaletê bê kirin, li kêleka balkişandina ser bi tiştên girêdayî bajarvanî û demografiyê, weke bersiv li ser idîayên xwediyên bîrokeya (Koça Kurdan a Sûriyeyê)” li ser bingeha gotara hikûmetên Erebî yên li pey hev hatin û rastiya hebûna Kurdan li (Herêma Nîvgirava Ferat) red kir û rastî û taybetmendiya ku lêkolînê ew bi "Civakên Payedar" ên pirçand û berfireh bi nav kirine.

Reseniya Gelên Payedar

Lêkolînê xwe spartiye beşeke girîng ji hûrguliyên li ser têgeha "GELÊN PAYEDAR", û destnîşan dike ku ew yek tê wateya "Diyardeya hebûna gelên kevnar ên hebûna xwe ya civakî û xweşguzeranî ya organîzekirî nîşan didin, berî ku formên dewletê yên destpêkê bêne zelalkirin".

Hewl dide “nasnameya xwe ya zimanî û kulturî ji destpêka dîrokê û vir ve, mana xwe ya li ser xaka xwe bi qonaxên dîrokî yên dirêj, herwiha serdestiya şêwazê jiyana cotkarî, bi her du beşên xwe yên çandinî û ajeldarî, li ser pergala sîstema xwe ya berhemanîna civakî û bi pêkanîna beşeke mezin ji xweseriya” ku hinek cîgirbûn jê re peyda bû, “berevajî gelên koçber ên bi zeviya çandiniyê ve negirêdayî bûn û bi organîzekirina serbazî û rêkxistina desthilatdarî ya piledar hatin naskirin, êdî mekanîzmaya civakên ajeldarî ji hejariya wan û pêdiviya wan bi liv, tevger û veguhestinên berdewam hebû.”

Ji bo sepandina taybetmendiya van “Civakên Payedar” lêkolîn ber bi diyarkirina nasnameya wan civakan ve diçe, yek jê, nasnameya etnîkî, ev yek bû hander ji lêkoler re da bêhtir ji beşeke ji vê lêkolînê ji bo vekolîna nasnameya gelê Kurd ji aliyê têrma (Kurd) ve, bi dirêjiya qonaxên dîrokî yên dûdirêj, bi vegera li kesên pispor di karûbarên Kurdî/Kurdolojî de, yên weke Mînorskî ku dibêne reseniya Kurdan yan jî “yekemîn derketina Kurdan li Kurdistanê, pirsek e hîn jî gotûbêj li ser têne kirin û nerînên cuda û dijber derbarê wê hene.”

Piştre diyar dike ku “zanayên serdemî gelên pêwendîdar bi wan navên binavkirî li ser du beşan dabeş dikin”, li ser pirsgirêka Kurd/Kurdolojên wek Mînorskî, ku lêkolîn li ser wan hatiye kirin, destnîşan dikin ku reseniya Kurdan “an jî, bi rastî, yekem xuyabûna li Kurdistanê mijarek e hîn li dora wê gotûbêj derdikevin û bîrkirinên ciyawaz derdikevin holê.” Piştre wiha pê de çûye ku hinek lêkolerên serdemî dibînin gelên ku bi navên du beşan ve hatine binavkirin pêwendîdar in, bi taybetî Kardoxî, dibêjin ew bi resen ne Arî ne lê ew “Kurtiyên rojhilatê welatê Kardoxiyan, bav û kalên Kurdan in.” Li gorî gotina Minorskî, weke ku lêkolînê nîşan pê daye.

Piştî wê yekê, lêkolînê her du têgehên (Kurd) û (Kurdistan) şopandine, ew jî li gorî amajayên “hinek belge û datayên arkeolojîk diyar dikin ku navê (Kurd) an jî (Kurda), di tabloyine axîn ên kevnar de, di nav arşîva Koşka Zimrlim de, li şahnişîna Marî ya li ser keviya Feratê Navîn, hatiye, ew jî di hezarê duyem ê berî zayînê de.

Ev yek ji aliyê Cemal Ehmed Reşîd ve hatiye şirovekirin: “Herêma Cizîrê ku dikeve bakurê rojhilatê Sûriyeyê, ji destpêka dîrokê ve bi wargehên xwe yên çandiniyê navdar bû ku nûçeyên wê di tabloyên kevnar ên Hîtît û Babiliyan de hatine tomarkirin, navdartirîn yek ji wan, nişîngeha Nelapşîno bû, ku dibe bi Lelapsinum bê xwendin, ku niha bi Til Brak tê naskirin û ji aliyê tobografîk ve jî, girêdayî Şahnişîna Orkêş a Hûrî bû, li Newala Çemê Xabûr û navçeyên Aşnakkom (Şehrbazar) û Kaxat (Til Berî), hemûyan jî derdora welatekî girtiye, di van tabloyan de bi welatê Kurdan (Mat Kurda Ki) hatine naskirin, ku zeviyên li ser Çemê Xabûr li bakurê Hesekê û Newala Amûdê û Girê Reş ên bi Cexcex naskirî ne, li xwe digirin. Li ser vê bingehê, darêja tobografîk a (Kurda), bi nerîna me, kevintirîn û nêzîktirîn formên dîrokî ye, ji forma nasnavê neteweyî yê neteweyê Kurd ê serdemî”.

Lêkolîn di şopandina hûrbîn de, ji bo pênasekirina nasnameya (Kurd) û (Kurdistan) her berdewam e. Êdî xwe sparte berhemên kevn ên nivîsên Aramî, Romanî, Aşûrî û Somerî, ku Heredot behsa wan kiriye, serbarî nivîsên erdnîgarzanên Ereb û yên din, êdî li gorî texmîna lêkolînê, egera wê yekê heye ku têrma Kurdox bêhtir ji têrmên din, di serdema desthilatadiya Yûnan û Romanan de, belav bûye ku tê de hatiye (Kurdoxî) “li başûrê Çemê Botan li Kurdistana Tirkiyeyê bi cih bûn. Piştî ev çem tevlî Çemê Dîcleyê dibe ku sînorê rojava yê navçeyên Kardoxan pêk tîne. Sînorên wan li başûr, bi bidawîbûna pêgehên latî, li nêzîka gundê Mensûriyê bi dawî dibûn, êdî navçeyên Kurdoxiyan navçeya Botan li Tirkiyeyê li xwe digirt.

Naverokên girêdayî vê mijarê, di nivîsên Erebî de, rûberekî berfireh ji vê lêkolînê girtiye, bi taybetî berhemên (Ibn Werdî, Meqdisî, Teberî, Mesûdî, Belazerî, Ibn Feqîh û Ibn Fezlella Umerî, ku di lêkolînê de hatiye, peyva (Kurd) bi vê forma di ferheng û nivîsên Erebî de, di qonaxa Îslamî de, hatiye û bikaranîna wê kûrtir û berfirehtir bûye, heta derbirînê bi “komelyeke etnîkî ya taybet a berfireh bike, serbarî ku neteweyek bû li tenişt neteweyên din li kêleka Ereban.”

Di heman çarçoveyê de lêkolînê têrma “Cizîra Feratî” bi awayekî ciyawaz bi kar aniye ku cuda ye ji awayê bikaranîna hikûmetên Sûrî û gelek nivîsên Erebî, yên têrma (Cizîra Sûrî) yan (Welatê Navbera Her du Çeman) ango (Mesopotamya) bi kar tanîn, weke nîşandanê bi wan zeviyên ku dikevine navbera her du çemên Dîcle û Feratê, êdî vê yekê li Ebû Fîdayê Eyûbî vedigerîne ku gotiye, Cizîr, “Ew welatê ku dikeve navbera Dicle û Ferat” herwiha vedigerîne Ibn Fezllella Umerî ku dibêje “sînorên welatê Kurdan piranî eger ne hemû navçeyên Cizîra Ferat li xwe digirin, êdî bi vê yekê gaveke bêmînak di pênasîn û diyarkirina welatê Kurdan de davêje, wiha jî sînorê wan bi hûrbînî diyar dike.”

Ji Mîrnişînên Kurdî bo Kurdistana Osmanî

Lêkolînê nîşan bi wê yekê daye, “Mîrnişînên Kurdistanî hikûmetên pêşketî, di çarçoveyên demê de, hatine dirustkirin. Kêm caran jî hevterîpî wan di serdemên klasîk de, di wê serdemê de, peyda bûbin, lewra destkeftiyên mezin li ser hemû astan hatibûne bidestxistin, di nav de jî destkeftiyên zanistî û bajarvanî. Bi taybetî Mîrnişîn – Dewleta Dostikî ya Merwanî (973-1094Z), ku kakila pêşîne  û xurt bû ji bo desthilata Xîlafeta Ebasî, di heman demê de. Wiha jî, vê mîrnişîna Kurdî ya bêhempa ya pêşketî rê li ber peydabûna Şahnişînên Eyyûbî li Şam û Cizîra Ferat vekir.” Herwiha diyar kiriye, desthilata Osmanî milmilanî û dijayetî di navbera malbatêtên Kurd ên desthilatdar de dirust kirin..

Bi piştgirêdan bi derencamên lêkolêrê Brîtanî Mark Sayks û yên din, ev lêkolîn gihiştiye encamekê ku, “piraniya nişteciyên Dêrezorê, di dawiya sedsala 19em de, Kurd bûn; beşek ji wan jî bi Erebî nediaxivîn.” lê ew dibîne, pêwîst e bê gotin “Civaka Dêrezorê ya şaristanî ya bi resen Kurdî ye, ji derdora xwe ya civakî hate birîn û hin bi hin çand, nerît û Zimanê Kurdî ji dest dan, bi taybetî piştî ku Şerê Cîhanî yê Yekem qewareyên desthilata Osmanî parçe kirin, di nav de jî Eyaleta Kurdistanê û Cizîra Feratê, heta deştên Cizîra Feratê ji derdora xwe ya şaristanî hatin birîn. Deştên Cizîrê wê demê ji civakên gundewarî yên lawaz pêk dihatin, li piraniya navçeyên wê koçberî hebû.”

Malbatên Kurdresen li bajarê Dêrezorê zûtir ketin bin bandora Ereban, piştî ku pêwendiya wan ji derdora wan a eşîrtî û gundewarî ya Kurdî hate birîn, ew jî li jêr sîbera “zêdebûna serdestiya êlên Ereb li bajarê Dêrezorê”.

Piştre Fransa kar li ser tevlêkirina navçeya rojhilatê Ferat yan Cizîrê, bo nav Sûriyeyê li gorî çareseriyên siyasî, di çend rêkeftinên navdewletî de, “piştre jî sînorên bakur û rojhilatê Sûriyeyê li gorî rêkeftinên sînorî yên navbera her du hikûmetên Tirkiyeya Kemalî û Îraqa Brîtanî ya Feyselî, danîn”.

Lêkolîn diyar dike, guhestinên êlî û koçên koçberan bandor li qewreya Cizîra Feratê kiriye, herwiha “terazûya demografî û piştre ya siyasî, heta radeyekê ku kete şêwazê êrîşên çekdar ên wêranker ji deverên bajarvanî, heta ku civakên nîvcîgir û yên bajarvanî yên Kurdî, kurt bûn, wiha jî yên Erebî yên gundewarî yên li ser keviyên çeman. Koçên koçberan ên her yekê ji Şemmer û Inize, ku weke du koçên dereng û mezin bi awayekî rêjeyî, piraniya civakên kevn li Cizîr û Îraqê dane ber xwe û bûne sedema hejînên civakî û siyasî yên mezin.” Wiha jî siyastên Fransayê xwedî rol bûn di bicihkirina Ereban de li wan navçeyan, bi mebesta pêkanîna guherîna demografîk ku taybetmendiya Kurdî ji Cizîra Feratê re nehişt, ev yek piştre di Erebkirina siyasî de, hate bercestekirin ku hemû navçeyên Cizîra Feratê li xwe bigire, bi mêtingehên ku bûne defaktoyên sepandî û hikûmetên Sûrî li pey hev piştgiriya wê yekê kiriye.

Ji Puxteya Lêkolînê

Ev lêkolîn bi dirêjiya bêhtir ji 600 rûpelî, tekez dike, projeya Eyaleta Kurdistanê ya Osmanî, di dawiya sedsala 19em de bi ser neket, bi hin sedemên girêdayî piştgiriya derekî û herêmî ji bo projeya serxwebûna Kurdistanê, serbarî berdariya “her yekê ji Brîtanya, Almanya û Rûsya di alîkarîkirina desthilata Osmanî de”, ji bo jinavbirina tevgerên rizgarîxwaz ên neteweyî yên Kurdî. Bandora vê yekê li ser paşeroja Eyaleta Osmanî, herwiha bandora veguhestina civakên Erebî bo çalakiya siyasî di serdema nû de, di dirustbûna her du dewletên Sûriye û Îraqê de û beşdarbûna  wan a “neyekser di hilweşandina serxwebûna Kurdistanê de, bi rêya jinavbirina gelek stûnên wê yên cografî û demografî û dabînkirina alternatîva wan a herêmî ya erkdarî ji bo welatên rojava yên kolonyalî”, bi awyekî ku (Civakên Kurdî) ji jihevketina desthilatdariya Osmanî rastî ziyanê hatin, bi awayekî hevşêweyî ziyana ku berê jî ji hebûna wê desthilatdariyê dîtibûn.