21ê Sibatê, Roja Zimanê Zikmakî

Bi biryara UNESCO (Rêxistina Perwerde, Zanist û Çandê ya Yekîtiya Neteweyan, 1999), 21ê Sibatê bûye “Roja Zimanê Zikmakî” û di wê rojê de bi mebesta xweşbîniya di navbera ziman û çandan da, çalakî tên lidarxistin.

Em deyndarên Bengaliyan in, ji ber ku: Pakistanê sala 1952ê zimanê “ordû” kir zimanê fermî. Bengladeş hingê hê beşeke Pakistanê bû. Xwendevanên bengalî, bi navê “Bizava Zimanê Bengal” bi çalakiyan dest bi daxwaza fermîbûna zimanê xwe kirin. Hêzên pakistanî bi çekên kujek diçin ser wan, gellek xwendevan jiyana xwe ji dest didin (21.02.1952).

Ew bûyer bû sedema navneteweyîbûna 21ê Sibatê. Bi gotinên dubarêkirî: Bengladeş vêga serbixwe ye û bengalî zimanekî azad e. Lê em û zimanê me, hê kole ne.

 

Kurd bi taybetî bi bûyerê ve girêdayî ne

 

Ji ber ku Kurd li seranserê dinê netewa herî mezin a bêdewlet in û tevî statukoya Başûr jî, kurdî di bin talûkê de ye. Li dinê bi hizrî 6 hezar ziman hene û nivê wan di bin xetera tinebûnê de ne, ji ber ku di nav sed salan de kesên wan zimanan biaxifin namînin. 18ê wan li Tirkiyê ne û yek ji wan “zazakî” ye. Li Zanîngeha Dêrsimê, beşa zimanê zazakî vebûye. Lê wê ew têra rakirina wê talûkeyê bike? Ji ber ku ewlekariya ziman, bi azadiya gel ve girêdayî ye.

 

Ji bo kurmancî talûke boriye?

 

Li Tirkiyê bi hêza makezagonê, zimanê fermî tirkî ye. Roja 12.09.1980ê kurdî yekcar hat qedexekirin. Qedexe roja 12.04.1991ê hat rakirin, lê beyî encamên erênî.

Hikûmetên AKPê, di çarçoveya “çareserkirina pirsa kurd” de hin gav avêtin. Televîzyon û radyoyên kurdî vebûn. Li Zanîngeha Mêrdînê, beşa mamostayên kurdî vebû. Bikaranîna tîpên kurdî “q, x, w” heya 2014ê qedexe bû. Heman salê, di dibistanan de kurdî bû dersa bijarte. Rê ji dibistanên taybet ên kurdî re vebû(?)

Mirov dikare bi xweşbînî li wan gavan binêre, lê ji çareserkirina pirsê gellek dûr in. Pêşeroja dibistanên kurdî tineye, malbat zarokên xwe naşînin wan û ew ji deqbûnê jî ditirsin. Hikûmetê ji bilî astengiyên tevlîhev ên zagonî û kargêriyê, bi konetî dersên olî kirine vebijarka dersa kurdî. Li Mêrdînê bi sedan kesî beşa mamostatiya kurdî qedandine, lê hikûmet kar nade wan.

Ew gavên hikûmetê, heqaret e li kurdî û li Kurdan, ji ber ku zimanê neteweyekê nabe yê bijarte. Dewlet ji pişaftinê bawer e. Mixabin û çi heyf! Me li kelheyên weke Colemêrg, Şirnex, Sêrt, Wan û Batmanê jî serdestî ji kurdî daye tirkî.

 

Sûc hemû yê dewletê ye?

 

Em di bêçareyiyê de ne. Bêhtiriya me lave dikin ku xwezîka siyaset û têkilî bi tirkî bûna. “Şerê ji bo Kurdistaneke bi zimanê tirkî, wê çiqas xweştir bûya!”

Em ji bîr dikin ku di nav faktorên netewebûnê de, yê diyarker ziman e. Ziman zexm be, hestên netewî û tevger û tekoşîna netewî zexm dibe. Îro sedemekî qelsiya di çand, stran, tevger, bizav û yekbûna me de, pişaftina ziman e.

Em hê ne têgihiştiyên rastiyê ne. Diviyabû me di pirsa ziman de erd bihejanda. Mixabin, gav û kampanyayên me, ji girîngiya bûyerê gellek dûr in. Em yek-du gavan tavêjin, roja din wan ji bîr dikin. Me xwe radestî zehmetiyan û pişaftinê kiriye. Tevî ku em zanin ku ziman weke hewa û avê ye jî, me ew spartiye “pêvajoya” nediyar.

 

Rewşa beşên din

 

Rewşa Rojavayê diyar e, ew di şer de ye. Desthilatên “kantonî”, qala xebateke mezin a kurdî dikin. Xwezî! Ji ber ku di kurdî de potansiyela Rojavayê, hêvîdariyek e. Ew kurmanciya axaftin û nivîsandinê bi tîpên latînî bi serkeftî bi kar tînin. Ew valayiyekê tijî dikin. Em hemû bi lezgînî hewceyê wê potansiyelê ne.

Li Rojhilatê kurdî xwedêgiravî serbest e, lê di bin kontrola Tehranê de û tenê ji bo propagandaya wê. Li wir jî pişaftin xetera herî mezin e.

Başûr, ji bo me mijara hêviyê bû. Em di wê bendewariyê de bûn, ku ew bibe ‘Qîble’ya kurdî. Lê ji wê bendewariyê gellek dûr e û heyfa hewqas derfetan. Ji ber ku; tevî rewşa şer û astengiyan jî, 24 sal desthilatbûn ne demeke hindik e.

Bi kurdiya soranî û kurmancî, televîzyon, radyo, çapemenî û gellek dezgehên din ên ziman hene û perwerdeya bi kurdî... Dîsa jî mirov nikare li Başûr qala şoreşa ziman bike.

Di zanîngehan de hê erebî serdest e. Cudahî û “pêşbirk û dibe şerê bênav” ên herdu zimanên kurdî berdewam e, ku heke ev pirs neyê çareserkirin, mixabin wê bandora xwe li ser kûrbûna dubendiyên siyasî û dibe zêdetir jî nîşan bide.

Başûr di pirsa ziman de li himberî beşên din berpirsiyariya xwe nayne cih. Tiştên dike jî, qet têrê nake. Wan kurmancî ji bîr kiriye, tevî ku kurmancî li Bakur û Rojava zimanê giştî ye û li Rojhilatê û li Başûr zimanê nîvê gel e jî.

Min vîn û xebata ziman di wan de nedît. Berovajî; ji beşên din rewşenbîr zorê li wan dikin, da ku ew giranî bidin kurmancî û tîpên latînî.

 

Bendewariya min

 

Bila roja 21ê Sibatê rêxistinên kurdan li ser ziman çalakiyan li dar bixin, pesnê xebata xwe bidin. Dibe berhemên serfiraziyê gellek bin, lê wêneyê berbiçav qet ne yê serfiraziyê ye.

Li hemû beşan jî pirs bi çareserkirina siyasî ve girêdayî ye. Lê mînaka Başûr li ber çav e, carnan statukoya siyasî jî têrê nake. Ziman tiştekî wisa ye ku ew her dem, di her şert û mercan de û li her derê pêwîst e.

Weke her tiştên me, di ziman de jî hewceyiya me bi polîtîka û dezgehên hevpar û fonên terxankirî heye, da ku lêkolîn bên kirin û rêyên çareseriyê bên dîtin. Lê divê mirov li benda çareseriyên siyasî nemîne, xwedî zimanê xwe derkeve, him jî jidil, ne ji bo propagandayê. Divê em ji bîr nekin; di qada navneteweyî de rewatiya xebata ji bo ziman ji ya siyasî gellek mezintir e.

Ji ber zexta tirkî û yên din, kurdî dewlemendiya xwe winda dike. Di nivîs, axaftin, stran û berhemên nivîskî de ew tama xweş a kurdî êdî tineye. Ew dewlemendî jê dizîne. Divê em bi vîn û xebata xwe careke din wê bedewiyê bidinê.

Ji bo min ziman, mafê baweriyê ye. Ew, mafê hebûn û xwedîbûna nasnameya netewî ye. Kurdî rûmeta me ye, weke canê xwe parastina wê erka me ye.