Şer nema: Gelo Kurd û Tirk dikarin hev efû bikin?
Ji dema împaratoriya osmanîyan heta îro li Tirkiyê şidet bûye bingehek siyasî û civakî. Millet û olên li wî welatî herdem şahidê vê şidetê ne. Gelê tirk jî bûye qurbanê vê çanda şidetê ku bixwe şidet bikar aniye an jî şidet dîtiye. Lê gelê kurd li ser navê tirkbûnê, netewperestî û nijadperestiyê şidet li ser şidet dîtiye û kêm mabû ku di bin vê şidetê de tine bibe. Ev meseleke dirêj e.
Lê niha pirsa min ev e: kurd û tirk dikarin bi nebûna şidetê di vê konsepta “pêvajoya demokratîk” de guneh û ziyanan li hev helal bikin û bi hev re di aşitiyê de bijîn? Piştî rawestandina şerê çekdarî yê PKKê li Tirkiyê tekoşina aşitiyê destpê dike. Ji bo vê jî divê tirk û kurd, çi dibe bila bibe, hev helal bikin. Ev gengaz e?
Beriya hertiştî helwêsta derûnî û xwestineke kûr ya xelkê tirk û kurd, aktorên wan yên siyasî û leşkerî ji bo nebûna şidetê divê peyda bibe. Tenê gotina “em jî şidetê naxwazin” têr nake, divê mirov bawer bike ku şidet ne xêr e û aşitî baş û xêrê tîne ji bo her mirov, her milletî. Lewra, beriya “axaftinên mezin” divê şidet were rawestandin. Lê rawestandina şideta çekan tenê ne bes e.
Pirraniya xelkê kurd û tirk, ne tenê leşkeriya Tirk û PKKê, divê xwe bidin ber barê aşitî û bixwazin bi hev re bijîn. Eger şideta çekdarî û psîkolojî tine be, ev tê vê wateyê kurd û tirk amade ne hev qebûl bikin. Civak û siyaset ku were vê baweriyê bê şidet jî mirov dikare bigihîje heqê xwe, êdî gavekî mezin ji bo aşitiyê tê avêtin. Lê ev ne wiha hêsan e.
Hê jî serboriyên kurdan û birînên wan wek Koçgirî, Dêrsim, Roboskî, Kobanî û bûyerên din vekirî ne. Heta ev serboriyên kurdan neyên eşkerekirin , hevhelalkirin an jî hevefûkirin zehmet e. Ji xwe gellek kurd dibêjin: Divê tirk lêborîna xwe bixwazin, dawî em dikarin wan efû bikin. Ev dibe ku rast be. Lê dawî dîsa jî ji bo aşitî lihevatin an jî hevhelalkirin (reconsiliation) hewce ye.
Hevhelalkirin çiye?
Lihevhelalkirin bixwe pêvajoyek e, ku tê de aliyên aloziyekê têkiliyeka bihevrebûna aştiyane ya xwe disipêre hevqebûlkirin, hevbawerî, hevkarî û qebûlkirina pêdiviyên hev, ava dikin. Ango hevhelalkirin yekane rê ye ku kîn, nefret û pêşdarazê di şerê demdirêj de di navbera kurdan û dewleta tirk de û pê re jî di nava beşa mezin ya xelkê tirk de peydabûyî li paş were hiştin. Bi vî awayî hevhelalkirin "pêvajoyeka civakî-çandî" ye, ya ku pirraniya welatiyên li Tirkiyê dihewîne. Ji bo wê têgihîştineka nû ya li hember dijminê berê, li hember kurdan û herweha PKKê pêwîst dike û pêdivî bi awayên nû yên têkiliyên aşitiyane yên civakî, çandî û aborî heye.
Pêvajoya aşitiyê li Tirkiyê hewceyî van gavan e: 1. Rastî (truth), ya ku divê bi xwe jî rûbirûbûneka bi rabihuriyê re bihewîne; 2. Rehm (mercy) girêdayî lêbihurîn û qebûlkirinê; 3. Edalet (justice) tevî tezmînkirin û jinûveavakirina civakî; 4. Aştiya (peace) girêdayî siberojeka hevpar û halxweşî û ewlekariya ji bo tevahiya komên civakê.
Hevhelalkirin bi vî rengî pêvajoyeka jinûve çêkirina pêwendiyên di navbera kurd û tirkan de ye ku ji ber înkar û zilma dewletê ji hev sar bûne. Ji bo ku civakekê ava bikin divê kurd û tirk hevdu tevî xweseriyên xwe yên çandî, daxwazên xwe û hêviyên xwe nas bikin.
Li vir pirsa ku em pê re rû bi rû dibin ew e, gelo "çandeka şidetê" ya van 80 salên dawiyê çawa wê li Tirkiyê li paş were hîştin û "çandeka aştiyê" hem li Tirkiyeê û hem jî bi terorîzma heremî û navnetewî li Rojhilata Navîn bi pêş keve? Serokomarê Tirkiyê Erdogan mirovekî aştixwaz e, an jî aştiya wî û ya kurd ne yek e?
Ev pirseke ku divê yekcar dewleta Tirkiyê li ser sedemên kirinên xwe yên li dijî kurdan heta îro bersiv bide. Ji bo ku ev pêvajo pêk were pirraniya civakê pêwîst e, ku wê vîna xwe ya hevhelalkirinê bide zanîn, amade be sazûmaniyên xwe yên dewletî û yên civaka sivîl li gorî vê biguherîne û personelên wan perwerde û fêr bike. Di heman demê de divê ji bo kurdan cihgirtina hevmaf ya di tevahiya qadên civakî de mimkin be.
Hevhelalkirina koman, di mijara me de, ya PKKyê û dewleta tirk bi tenê yek ji faktorên ji bo aştîyê ye. Ya ku ji vê bêhtir pêwîst lihevhelalkirina kurd û tirkên li Amed, Stenbol, Samsûn, Izmîr û hwd. e, ev jî wê ewqasî bilez pêk neyê.
Bêguman hinek komên tirk û kurd yên li dijî ve pêvajoyê hene û dê hebin. Ewê hewl bidin bi operasyonên siyasî, çandî û mihtemelen leşkerî, aloziyan derxin. Armanca wan aloziyan jî ew e ku dîsa şidet hebe. Heta şidet hebe aşitî nabe.
Herwiha nabe ku pirsgirêka kurd wekî pirsgirêkek asayî û ewlekarî were dîtin. Wiha jî pêvajo, ango aşitî di nav gelê kurd û tirk de çênabe, nakokiyên heyî dê zêdetir bin. Tenê bi qebûlkirna gelê kurd û mafê wan wek milletekî li Tirkiyê şidet dê kêm bibe.
Di dawiyê de hêja ye were gotin ku têgeha aşitiyê, pêvajoya aşitîyê û hevhelalkirinê niha li Tirkiyê di nav millet û siyasetê de kêm serwext e. Herwiha divê kurd û siyasiyên kurdan li Tirkiyê jî li ser nakokiyên navxweyî, derfet û hewldanên aşitî di nav xwe rawestin. Eger gelê kurd û hemû partiyên kurdan li Tirkiyê di nav xwe de aşitiyê û hevhelalkirinê pêk neynin, ew nikarin bi dewleta Tirkiyê re pêvajoyeke aşitiyane bi serkeftin bimeşin in.