Almanya çima wiha dike?

Ev hefte ji bo min hefteyeke çalak bû. Min hewl da her roj gelekî li ser lingên xwe bimeşim. Ez dixwazim heta ji destê min were bi tevgera zêde, xwarin û vexwarinên tendurist hêza xwe vegerînim.

Digel vê yekê jî ez nikarim xwe ji bûyerên rojê veqetînim û tim ji xwe dipirsim: Ger ez niha li ser kar bûma, min dê çi ji Rûdawê re rûmal bikira? Ji bo vê hefteyê, ez dê li ser mijareke ku dizanim ji bo gelê me li hundir û derveyî Kurdistanê girîng e, rawestim.

Wîlayeteke Almanyayê biryar daye ku welatînameya Almanî nede kesên ku li dewleta Îsraîlê mikur neyên. Ango her Kurdek an koçberekî din li Wîlayeta Sachsen-Anhaltê bijî û doza welatînameyê kiribe, divê soznameyekê tijî bike û piştrast bike ku ew dê di paşerojê de tiştekî dijî dewleta Îsraîlê neke.

Herwiha kesên di siberojê de jî daxwaza welatînameyê bikin, dê heman şert û merc li ser wan jî werin bicihanîn. Kêfa wezîrê navxwe yê wîlayetê bi vê biryarê pir xweş e û dixwaze ku li seranserê Almanyayê jî were cîbicîkirin lê gelo ev pêkan e? Herwiha, qanûnên Almanyayê çi li ser vê yekê dibêjin? Ji bilî vê jî çima ev li Almanyayê tê kirin?

Vêga reşnivîseke hê berfirehtir li Bundestagê (Parlamentoya Federal a Almanyayê) heye. Partiya Demokratên Xiristiyan (CDU) li wîlayetê desthilat e û dê ew qanûn derxistiye. Niha, li ser asta tevaya Almanyayê jî dixwaze tiştekî berfirehtir ji bo parastina Cihûyan û Dewleta Îsraîlê di yasa bingehîn a Almanyayê de bi cih bike.

Berê Angela Merkel ku rêbera wê partiyê û şêwirmenda Almanyayê bû, sala 2008an û di 60emîn salvegera damezrandina Dewleta Îsraîlê de, li Knessetê (Parlamentoya Îsraîlê) ragihand ku ji bo dewleta wê, parastina Dewleta Îsraîlê mîna parastina Dewleta Almanyayê ye.

Herwisa piştî bûyerên roja 7ê Çiriya Pêşîna 2023yan li Îsraîlê, Ursula von der Leyen ku serkirdeyeke payebilind a Demokratên Xirîstiyan û seroka Komîsyona Yekîtiya Ewropayê ye, bêyî ku li hevkarên xwe yên di wê yekîtiyê de vegere, xwe bi lez û bez gihand Îsraîlê û piştgiriya xwe ji bo dewleta Îsraîlê careke din tekez kir.

Divê ez diyar bikim ku du tiştên cuda li vir hene. Di destûra Almanyayê de parastina Îsraîlê li ser Dewleta Almayayê nebûye erkek. Tiştê ku heye ne biryareke destûrî lê biryareke siyasî ye.

Lê parastina mafên hemû merivan û azadiyên wan li ser bingeha olê yan her tiştekî din wekî erkê dewletê di wê destûrê de cih girtiye.

Reşnivîsa ku Demokratên Xiristiyan dixwazin li parlamentoyê deng li ser were dayîn, ew jî hûrbîntir destnîşan dike ku divê Cihû û Dewleta Îsraîlê werin parastin. Hemû partiyên Almanyayê jî bi vê fikrê re hevbîr in lê şîroveyên wan ên cuda li ser hûrguliyên wê hene. Hemû tê digihin ku ji ber sedemên dîrokî berpirsiyariya Almanyayê li hemberî Cihûyan û Îsraîlê heye lê hin partî dibêjin nabe ev wiha bike ku piştgiriya ji bo Filistînê were piştguhkirin.

Bi baweriya min, aliyekî din ê vê mijarê heye ku girîng e ji bo Kurdistanê were zanîn. Ew jî bandora lobiya Îsraîlê li seranserê cîhanê, nemaze li Almanyayê ye. Berî çend rojan, serokê dewleta herî bihêz a cîhanê Joe Biden, bi dengekî bilind di civînekê de kir hawar: "Ez Siyonîst im".

Herwiha serokê nû yê Arjantînê jî berî sondxwarina xwe wekî serok ragihand ku ew bûye Cihû, ez nizanim ev çawa dibe! Herwisa Olaf Scholzê ku Şêwirmenda Almanyayê ye û rewşa partiya wî di rapirsiyan de ne baş e, di kongreya partiya xwe de tekez kir ku parastina Îsraîlê wekî erkê dewleta xwe dibîne.

Ti yek ji van daxuyaniyan ne ji ber hezkirina Îsraîlê ye. Herwiha ji hêla derhişiyê ve ne ji ber mafxwarina Filistîniyan e. Hemû jî dizanin çi hatiye serê sivîlên Xezeyê. Gelek kes jî li wan welatan siyasetên Netanyahu rexne dikin lê bi saya hevpeyvîn û gotûbêjên ku min berê bi biryarsaz û karbidestên Ewropa û xasma Almanyayê re kiribûn, ez tê digihim ku niha çavê wan bêhtir li ser wan hilbijartinan e ku dê di demeke nêz de li welatên wan bên kirin. Di wan hilbijartinan de jî lobiya Îsraîlê roleke mezin dilîze. Loma razîkirina dilê wê lobiyê ji bo wan girîngtir e.

Ji bo min jî razîkirina dilê hemî hêja û şirînên ku her roj nameyan ji min re dişînin û li rewşa min dipirsin, girîng e.

Ji bo min girîng e wekî ku em hîn bûne ez tim wêneyê mezin ê bûyeran bi awayekî profesyonel nîşanî wan bidim. Bi hêviya hevdîtina bê.