Di şerê kendavê CNN, şerê Efxanistanê Al Jazzera û şerê DAIŞê de jî Rûdaw bi ser ket

Sê şerên mezin di sê deh salên ciyawaz de li heman navçeyê rû dan: Destpêka 90an şerê kendavê, seretayê 2000an şerê Efxanistanê û çend salên derbasbûyî jî şerê DAIŞê. Di şerê yekem de, CNNê karî bo yekem car dîmenên şer raste rast bibe nav malên xelkê. Di şerê duyem de Al Jazeera karî ji ber wî şerî, xwe bi cîhanê bide nasîn. Di şerê sêyem de jî Rûdawê karî brandaya xwe û dengê Kurdan jî bigihîne hemû cîhanê. Vê çîrokê çawa rû daye?

Li gel destpêka şerê kendavê (1990-1991) televîzyona CNN a Amerîkayê weke kenalekî navdewletî xwe nasand û profîleke cîhanê bo xwe pêk anî ku heta niha jî her bi wê rûmalê tê naskirin. Yek ji wan jî ku ji bîra xelkê wê serdemê naçe, dîmenên raste rast ên şer bûn ku CNNê bo yekem car li hoteleke Bexdayê bo cîhanê veguhast û wê demê jî yekem kenal bû ku 24 demjimêr pexşa raste rast hebû. CNN bi rûmalkirina şer li nav raya Amerîkayê karîgerî û desthilata televîzyonê anî bîra cîhanê. Taybet jî li welatên rojhilata naverast.

Karîgeriya wê rûmala CNNê û karîgeriya medyaya dîtbar (satellite) li ser xelkê, wisa li berpirsên wê heyamê yên Siûdiyê kir ku bîr li medyayeke hevşêweyî ya karîger bi zimanê Erebî vekin, bo wê yekê jî her zû; MBC hat damezrandin. Desthilatdarên Siûdiyê, çendîn rojnamevanên Amerîkî û Ewropî birin nav wî kenalî û jê re gotin, “Me CNN a xwe bi Erebî divê”, lêbelê karîgerî û hejmûna berpirsên Siûdiyê rê bi wê yekê neda ku ti caran MBC bibe CNN û roleke mezin li navçeyê hebe. Sala 1994an radyoya BBC Erebî 14 milyon guhdarên wê hebûn. Ji ber wê yekê berpirsên wî kenalî bîra wan anî ser wê yekê ku televîzyona BBC Erebî bi fona Siûdiyê bê damezrandin. Lêbelê ev bi ser neket û proje rawesta. Ji ber yek sedemeke zelal: Berpirsên Siûdiyê rê bi rojnamevanên BBC nedan li ser binemaya rojnamevaniyê kar bikin. Qeterê sûd ji xeletiye wergirt. Ew xebatkarên BBCiyê birin wî welatî û Al Jazzera sala 1996an ji dayîk bû. Bi vê yekê serdema duyem dest pê kir.

Di serdema duyem da, çendîn rûdanên mezin û girîng li navçeyê pêk hatin ku bûn sedem Al Jazzera gelek bi hêsanî sînorê welatên Erebî derbas bike û bibe cihê serînca medya û ajansên mezin ên cîhanê. Kenalekî asmanî li welatekî biçûk ê weke Qeterê ku hejmara rûniştvanên wê kêmtir bû ji milyonekê û hikûmraniya wê mîrîtî bû. Çawa li hemû malên welatên Erebî  bi milyonan bînerên wê hebûn? Hemû welatên din ên Erebî xeyala avakirina Al Jazzerayeke din kete hişê wan û niha jî ew daxwaza wan heye. Lêbelê yek ji wan nekarî ku bi hevşêweyê Al Jazzerayê hebe.  Ev ne ji ber nebûna pere, belkû ji ber wê yekê ku rê nedan rojnamevan bi xwe siyaseta nûçe û rûmalên xwe darijînin. Ew a ku Al Jazzerayê, bo yekem car nûçe û zanyarî bi zimanê Erebî bi xelkê navçeyê digihand. Al Jazzera di şerê Efxanistanê yê sala 2001an de yekem çavkaniya nûçeyan a xelkê navçeyê bû, weke çawa şerê kendavê CNN li ser asta cîhanê  nasand û bi wî awayî CNN ji medyayên din ên Amerîkayê derbas kir, Al Jazzera jî di şerê Efxanistanê de karî di gelek mijaran de bibe yekem çavkaniyek, taybet di belavkirina gotara dengî ya Usame bin Ladîn û hinek vîdyoyên taybet ên hêzên El Qaîdeyê.

Serdama sêyem jî bi kêfxweşî (di warê medyayê de) bi ber Kurdan ket. Di şerê DAIŞê de ji sala 2014an heta 2017an Tora Medyayî ya Rûdawê, karî bibe yekem çavkaniya nûçeyan, ne tenê bo bînêrên Kurd, bo medyayên cîhanê jî. Di şerê kendavê de CNN bi dîmenên raste rast ên şer karî bibe yekem. Di şerê Efxanistanê de Al Jazzera bi destgihiştin, bi tomarên dengî yên girîng ên Ladîn ku cîhan çaverê bû, karî bibe yekem. Di şerê DAIŞê de jî Rûdaw bi rûmala raste rast a ji bereyên şer ku li gel şer û rûbirûbûna Pêşmerge, hevdem êş û azarên koçberan bi awayekî raste rast bi rêya televîzyon û medya civakî veguhastin. Karî serdema nû bi rûmalên medyayî bi navê xwe tomar bike ku serdama dîjîtal û medya civakî ye.

Weke çawa di şerê kendavê de CNN raya giştî ya Amerîkayê û di şerê Efxanistanê de jî Al Jazzera zêdetir ya raya giştî ya Qeter û welatên Sunne dixiste ser, di şerê li gel rêxistina DAIŞê de jî Rûdaw weke medyayeke Kurdî, ji perspektîfa Kurdan ew şer bo cîhanê vediguhast. Ev gelek girîng bû di warê mirovî de ku welat bi hawara koçberan ve bên, di aliyekî din de jî ku Kurdan şerê mezintirîn rêxistina ‘terorîstî’ dikirin. Hebûna pêdawîstiya medyayan bo rûmal û raste rast a zanyarî û nûçeyan bo cîhanê ew xal bûn ku Rûdaw di nav medyaya Kurdî û navçeyê de cuda kiriye. Lêbelê her ew girîng nebûn, belkû hebûna çend peyamnêran ku wan dikarî bigihine kongreyên rojnamevaniyê yên serokên welatan karekî din ê mezin ê Rûdawê bû. Di encamê de deng û daxwazên Kurdan taybet li Başur û Rojavayê Kurdistanê bi başî gihişte navendên biryarê yên cîhanê li Washington, New York û Moskowê.