Armanca Îranê ji hilbijartinên Iraqê çi ye?

18-10-2021
RÛDAW
Nîşan Îran Iraq Hilbijartinên Iraqê 2021
A+ A-

Mihemed Hewramî

Hilbijartina pêşwext a Parlamentoya Iraqê roja 10ê vê mehê (Cotmeh) li seranserê Iraqê birêve çû û piştî kêmtir ji 24 demjimêran Komîsyona Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê encamên berahî (encamên destpêkê) ragihand ku ji bo piraniya hêzên siyasî yên Iraqê sersamker bûn, xasma ji bo Hevpeymaniya Fetihê ku komkera kesên nêzîkî Heşda Şeibî ye û gelek kes wan wek hêzên leşkerî yên nêzîkî Îranê wesf dikin.

Kêmkirina berçav a kursiyên Fetihê û hêzên ser bi Heşda Şeibî ji 48 kursiyan bo 14 kursiyan wiha kir ku medyayên navxweyî û cîhanî behsa hatina fermandeyê Feyleqa Qudisê bikin bi armanca guherîna encamên dengdana Iraqê li berjewendiya Fetihê.

A rast ew e ku piştî kuştina Qasim Suleymanî û hatina Îsmaîl Qaanî, şêwaza karê Artêşa Qudisê li Iraqê heya radeyekê rastî guherînê hatiye. Her çiqasî ev guherîn ne di stratejiya Îranê li Iraqê û guherîna nêrîna wî welatî de, lê belê di şêwaza karkirinê de ye.

Di vê çarçoveyê de, hemî hewldanên Îranê berî hilbijartinên Iraqê ji bo misogerkirina yekhelwestiya mala Şiî li hember Kurd û Suniyan bû. Qasî ku Îranê hewla kêmkirina nakokiyên nav mala Şiî dida, ewqasî ne di xema destwerdana di hilbijartinan û hûrkariyên wê proseyê de bû. Lewra li ser bicihgirkirina servera hilbijartinên Iraqê li welatê Îmaratê (ku wek welatekî Sunî û dijî Îranê tê hejmartin) û zêdekirina rola Neteweyên Yekbûyî (NY) û danîna şirketa Almanî ji bo ewlehiya (security) servera hilbijartinê, Îranê pirsgirêk û kelem çê nekirin çimkî wiha bawer dikir berî hilbijartinê karê xwe yê stratejî pêk aniye û encama hilbijartinê çi dibe bila bibe, ji Îranê re cudahiyeke mezin nabe. Çimkî çêkirina hikûmeta bê bi hevahengiya hemî aliyên mala Şiî dibe û ev ji bo Îranê stratejî ye, ne serkeftina Fetihê yan Dewleta Qanûnê yan Sedir.

Berî hilbijartina Iraqê, berpirsên bilind ên Îranê çend caran serdana Kurdan (PDK û YNK) û hêzên Sunî kirin û her carê tekezî li ser tiştekî tenê dikirin ku ew jî ev e ku nabe Kurd û Sunî destwerdanê di pirsgirêkên navxweyî yên mala Şiî de bikin û herwisa piştî hilbijartinê yekalî bi beşek ji Şîeyan re nekevin gotûbêjên pêkanîna hikûmeta bê de, lê belê her danûstandinek divê bi mala Şiî re be.

Bi wateyeke din, berevajî hemî bîr û nêrînên ku em piştî ragihandina encamên hilbijartinê dibihîzin, serkeftina Sedir an Fetih û yan Malikî li cem Îranê, ne armanc û stratejî ye lê belê armanca Îranê ya sereke yekhelwestiya aliyên Şîe û bihêzbûna wan li hember Kurd û Suniyan e da ku ti yek ji wan aliyan, xasma Amerîka û welatên din nikaribin sûdê ji nakokiyên navxwe yên Şîeyan ji bo bicihanîna armancên xwe wergirin.

Gelo dê rewşa hilbijartinê bigihe ku derê? Li gor min, ragihandina encamên berahî yên hilbijartinê û derketina cudahiya berçav a kursiyên Tevgera Sedir û hêzên din ên Şîe û piştî vê jî, twitên Muqteda Sedir derbarê pêkanîna hikûmeta bê ya Iraqê, zengilekî metirsîdar bû li ser siberoja navmala Şîe û stratejiya ku çend meh bûn Îranê li ser kar dikir. Çimkî vê cudahiya mezin wiha li Sedir dikir li hember hêzên din bêminet be û bi tena serê xwe li derveyî mala Şiî hewla çêkirina mezintirîn frakisyona parlamentoyê bide ku ev li ba Îraniyan hêla sor e.

Lewra di dawî de, encama hilbijartinan ber bi wê arasteyê diçe ku ew cudahiya mezin a ku di navbera lîsta Sedir û lîsta Fetih û Malikî de çêbûye namîne û bi zêdebûna kursiyên Fetih û Malikî, cudahiya kursiyan di navbera wan de tê kêmkirin da ku şensê her duyan ê pêkanîna mezintirîn frakisyona parlamentoyê hebe û ti yek ji wan nikaribe bi temamî bi ser aliyê din de serdest be.

Ji bo Îranê, beşdarîkirina hemî hêzên Şîe di hikûmeta bê de stratejî û hêla sor e, lewma heke Malikî û Fetih jî serkeftiyên hilbijartinê bûna, vê carê Îranê alîgiriya Sedir dikir û nedihişt Malikî û Amirî bêyî Sedir hikûmetê pêk bînin.

Gelo Kurd çi bikin baş e? Bi baweriya min, giring e Kurd tev li nakokiyên nav mala Şîeyan nebin û alîgiriya ti yek ji van her du bereyan nekin û tekeziyê li ser pêkanîna tifaqê bi beşdariya hemî aliyan bikin.

Herwisa divê Kurd çewtiya pêkanîna hikûmetê di sala 2018an de dubare nekin û bi awayekî cuda cuda gotûbêjên pêkanîna hikûmeta bê dest pê nekin, lê belê hemî alî bi hev re û bi yek paketê (ku xwestekên gelê Kurdistanê li xwe bigire), dest bi gotûbêjên pêkanîna hikûmeta bê ya Iraqê bikin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Mehmûd Necmedîn / Wêne: Rûdaw

Beyrût dîsa dikele

Kurdên çarereş mîna lîstika Real Madrîd û Barselonayê di kuştina Heniyeyê de jî fitfit li wan ketiye, hinek şînê li ser wî girê didin û hinek jî serê govendê digerînin.