Plana B ya Berhem Salih çî ye?

Di dema borî de Serokê Hevpeymanî bo Demokrasî û Dadperwerî Dr. Berhem Salih rojeva sereke ya piraniya nûçe, raport û şiroveyên medyaya Kurdistanê bû. Boykotkirina hilbijartinên Kurdistanê yên 30ê Îlonê, paşî ji aliyê kurê mezin ê Talebanî Pavêl ve (bêguman Qubad Talebanî û zirpismamê wî Lahor jî agahdar in) agahdarkirina PDKê ku Berhem Salih berbijêrê YNKê ye ji bo serokomariya Iraqê, hiştiye hemû bal û awir li ser wî bin û di nav namzedên YNKê jî navê wî derbas bibe. Bi wateyekî Dr. Berhem Salih li aliyekê û yên din tev de li aliyekê.  

 

Piştî zelalbûna postê cîgirê duyem ê serokê parlamentoyê, bi kurtî diyar bû ku PDK postê serokomariyê naxwaze. Bi tevê ku pêdagiriyeke bihêz a navdewletî û navxweyî (ji hemû aliyên şîe û sunnî) hebû ku Nêçîrvan Barzanî bibe berbijêrê bêyî rikber ê serokomarê welatê binav “Iraq” û ev post ji bo PDKê be (wek partî ev tişt ji bo PDKê jî xweş bû) lê Nêçîrvan Barzanî ev tişt red kir. Ew post niha ji YNKê re ma lê bi merc. Çimku eger YNK bixwaze namzedekî li derveyî westeka PDKê pêşniyar bike, PDK jî wek aliyeke Kurd (ji ber ku ev post ji bo Kurdan e ne ji bo YNKê) dê berbijêrê xwe hebe.

 

Mesele hata vê derê ron û zelal e lê yeqîn nayê kirin ku YNK tev de li ser namzedekî rêbikeve, ji ber ku mala Talebanî jî bûne du beş, bi vî awayî kar ji bo Berhem Salih jî giran dibe. Di vê mijarê de PDK jî bûye du beş. Nêrîneke di nav PDKê de heye dibêje, eger tekane berbijêrê YNKê jî be divê em bi ti awayî piştgirî nedin Berhem Salih. Lê eger bibe wezîrê derve yan wezareteke din bidin, hingî piştgiriya wî bikin.

 

Lewma dibe di rojên pêş de ji bo gelek post û payeyan “Plana B” yê Berhem Salih hebe, ku paşeroja wî ya siyasî û partiya wî bi vê ve girêdayî ye. HEman awayî dibe planên B yên PDK û YNKê jî hebin.

 

Kî berbijêrê YNKê?

 

Ji îro heta roja Seşema heftiya pêş me deriyê guftûgoyê heta kêliyên dawiyê ji bo diyarkirina berbijêrê Kurd ê serokomariyê, herwiha serokwezîrê nû yê Bexdayê, vekirîne. Pêvajo di du arasteyan ve pêş dikeve, ya yekemîn ew e, ku çawa hemû alî bi piraniya dengan li ser desteya serokatiya parlamentoyê rêkeftin, heman awayî ji bo serokomarî û serokwezîriyê jî rêbikevin. An nexwe bixin nav rikeberiyê de.

 

Eger YNKê kesekî li gorî dilê PDKê pêşniyaz bike, PDK jî ti kesekî din nake namzed (bêguman ev yek jî bi peşeroja hikûmeraniya Kurdistanê û Kerkûkê ve girêdayî ye). Eger Berhem Salih biryara hilweşandina partiya xwe bide (ku ev yek merceke giran a polîtbûroya YNKê ye), hingî dê ew jî bibe yek ji berbijêrên YNKê. Di rewşeke wiha de ne dûr e PDK jî Fazil Mîranî yan Fûad Husên ji bo pêşbirkê bîşîne meydanê. Bi vî awayî jî bi otomotîkî berbijêrên lawaz ên YNKê dûr dikevin.

 

Senaryoya duyemîn jî ew e, ku YNK û PDK her yek berbijêrên xwe hebin, Dr Berhem Salih jî (eger heta wê demê partiya wî tevlî YNKê nebe) ji derve, bi piştgiriya beşek ji YNKê û partiyên din (herweke ceribandina Ehmedê Hecî Reşîd) bikeve nav milmilaneyê.

 

Ev senaryo tev de li wir dixetimin ku berbijêrek piştgiriya bi temamî ya mala Talebanî wergirtibe, dibe serokomarê nû. Di hilbijartina cîgirê duyem ê serokê parlamentoyê de derket holê ku aliyên şîe û sunni ji Kurdan zêdetir pabendî rêkeftinên navxweyî ne. Lewma ew berbijêrê ku ji sedî sed piştgiriya PDK û YNKê wernegire şansê wî jî nabe bibe serokomar.

 

Fair playa PDKê

 

Gotara Serok Barzanî ya di dema merasîma despêkirina propagandaya hilbijartinên 30ê Îlonê de û herwiha beriya wî jî serdana Nêçîrvan Barzanî ya ji bo Yekgirtû, Komel û Goran heta astekî tansiyona siyasî ya Kurdistanê daxist û xav kir.

 

Dibe berovajiyê hemû reşbîniyan hilbijartinên vê carê yên Kurdistanê aramtir û hêmintir bin. Herwiha du nêrînên cud ali ser serpereştîkirina rasterast a cenabê Serok Barzanî ya ji bo hilbijartinên Kurdistanê hene. Yek ji wan di wê arasteyê de ye, ku di nebûna Talebanî û Newşîrvan Mistefa de PDK şerekî nedadperwerane li gel rikberên xwe dike, pêwîst nedikir Serok Barzanî xwe bi vê mijarê ve mijûl bike. Lê nêrîneke din jî heye, ku hebûna Serok Barzanî û bandora wî ya li ser dengder û berbijêrên PDKê, (bi taybetî jî di nav YNKê jî Kosret Resûl serpereştiya proseyê dike), dihêle ku proseya propaganda û hilbijartina bêyî alozî û gengeşî birêve biçe.

 

PDKê biryar daye di vê heyamê de bi ti awayî li gel aliyên din şerê gotinan neke, ku dengan bi vî awayî berhev bike. Ji ber ku di hemû rewşan jî de dengderên PDKê diçin ser sindoqan. Tişta ku karê yê beramber giran dike ew ka çawa bikarin dengderên xwe di nav vê bêhêvitiya mezin de, bi şerfirotina PDKê bibin ser sindoqên dengdanê!