Koçero lehengê bi navûdeng, mêrxasê çol û çiyan esker û leşkerên Tirk dabû ber qaqa reş. Navê wî yê rastî Mihemed e. Koçerok Axikî ye û ji Eşîra Elikan e. Elikan eşîreke Kurd a Herêma Xerzan li Bakurê Kurdistanê ye ku cihekî berz û xuya li welêt standiye. Mîna gelek êl û eşîrên Kurd ên din, Elikan jî bi mêranî û welatparêziya xwe deng daye û gelek caran paşmêrên wê eşîrê şer û berxwedan li dijî nijadperestên Tirk kirine.
Ji Koçero re digotin Mihemedê Silîvanî. Çimkî ew bi bavê xwe re çûbû Farqînê “Silîvan” ba mala xwişka xwe ya ku li wir mêr kiribû û li wir jiyana xwe qedandin. Dayika wî jî Silîvanî bû. Piştre, piştî xeyd û dilmaniyekê di navbera wî û zavayê wî de, Koçero vegeriya herêma xwe nav Elikan.
Koçero xortekî rind, dirêj û sipehî bû. Bêvila wî hinekî tewandî bû. Bi mêraniya xwe hatibû naskirin. Çavê wî ji tu kesî nedişikest. Li dijî hikûmeta Tirkan rabû û wek “eşqiya” hat naskirin an jî “çete.” Helbet Tirkan ev nav lê dikirin. Koçero zulm û zor qebûl nedikir. Bêyî tifing birêve nediçû. Ew bi xwe yekem kes bû ku dikarîbû xwarinê û pêdiviyan ji belengazan re peyda bike, timî li Xerzan, li Reman û li Dodan şer û mêraniya xwe dikir.
Vê dawiyê piştî ku lê teng hat û zanîbû êdî wê rojekê bê girtin bazda çû Sûriyê. Tê bîra min em zarok bûn behsa wî dihat kirin li gundê me li Cimayê ku bi 5 kîlometran dikeve rojhilatê bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê. Li Cimayê, Koçero dihat mala Xwedê jê razî Sofiyê Badê ba kurê wî Resûl, dêmek hevalê hev bûn. Pir caran di navbera wî û leşkerên Tirk de dibû qîr û qiyamet li wan çiyayên Kurdistanê. Pir caran wek nûçe di radyo, rojname û çapemeniyên Tirkiyê de navê Koçero derbas dibû û dihat belavkirin.
Li Binxetê (Rojavayê Kurdistanê) Koçero bû wek penaber. Tu kes ji xwe aciz nedikir, ewqas peya jî bi xwe re nedibirin, kêfa wî ji pirbûnê re nedihat, paşmêrek an didu timî bi wî re bûn. Hecî Fehîm ku ew jî Axikî ye wiha dibêje: Carekê (qumîtan alayî) yê Tirk jê xwest rûniştinekê bi Koçero re rûne û wî bibîne û çend wêneyan pê re bikişîne.
Qumîtan soz da Hecî Fehîm ku wê karekî delal di dewletê de jê re bibîne eger Koçero bi vê rûniştinê razî bike. Hecî Fehîm Koçero dît, nameya berpirsyarê Tirk jê re got, daxwaz jê kir ku vê hêviyê erê û cîbicî bike, tenê rûniştinek û çend fotograf û hew û her kes wê bi oxira xwe ve here. Hecî Fehîm bi rastî ji Koçero re got ku zarokên wî hûr in û qumîtanê Tirk soza kar jê re daye û jê hêvî dike gotina wî li erdê nexe!
Wek me got Koçero dilovan û birehm bû, ji Hecî Fehîm re got: Hecî Fehîm! Tu ne ewqasî emekdar î û ez bi benê te naçim avê, lê ji bo zarokên te, ji bo îşê te, ez ê soza rûniştinê bidim te, lê ji qumîtanê xwe re bêje çi liv û tevdaneke şaş bê kirin, ez ê we tune bikim û tu fam dikî ez çi dibêjim!!
Li Girê Reş li Dêrika Hemzo soz dane hev, rojek ji xwe re destnîşan kirin, di heman demê de herdu alî çûn cihê destnîşankirî. Qumîtan û Hecî Fehîm tevlî ajokar û wênegir wisa jî Koçero bi du paşmêrên xwe re ku wek Koçero ji wan re gotibû wê ji dûr ve çavnêriyê bikin û tevlî civatê nabin.
Ji berê ve gotine nanê mêrikê romî li ser çoka wî ye. Di rê de qumîtan ji Hecî Fehîm xwest ku divê Koçero bê kuştin û divê tu ango Hecî Fehîm bi xwe wî bikujî û îşareta me jî benê pêlava min e - qumîtan wiha got û berdewam kir, dema ez destê xwe biavêjim benê potîna xwe, tê hingê bi demançeya xwe wî bikujî.
Di cî de hîn di cîbê de mehdê Hecî Fehîm tevlîhev bû. Di dilê xwe de biryar stand ku dinya tev wêran bibe ew vê xiyanetê bi Koçero re nake û tu carî wî nakuje, wisa jî eger bê ya dawî wê li aliyê wî bisekine.
Li ser xirecira otomobîlê –cîba leşkerî- di wan çiyan de Hecî Fehîm nû bi ser hişê xwe ve hat, dît ku va Sêrt, Pêtro, Sîxura û Sinê hemû derbas kirine û nêzîkî cih bûne. Piştî çend xulekan wê li Dêrika Hemzo bin. Gihîştin cih, her çar ji cîba xwe peya bûn. Qumîtan û Hecî Fehîm, ajokar û wênegir. Hecî Fehîm gazî Koçero kir, ji nişka ve Koçero wek lehengekî ji nav dehlê derket.
Xortekî bilind, dirêj, bisaw, ziravê qumîtan jê qetiya, wek melkemotê mirinê bi ser de xuriya, ji desthilanîn ket, soza ku dabû Hecî Fehîm di xewnên şevan de jî nema tê bîra wî. Koçero hat silav kir û rûnişt, çend fotograf pê re kişandin, peyvek tenê jî ji devê qumîtan derneket, wisa jî lingê xwe di ber xwe de ramedand û dirêj kir ji xwe dûr kir qena bi şaşîtî jî destê wî nêzîkî benê pêlavê nebe!
Rûniştin qediya. Hecî Fehîm fam kir ku çi bi serê hevalê wî yê qumîtan hatiye, her di bin çavan de lê dinere û dixwaze rabe. Koçero yê ajokar nas kir, ku hîn ji mêj ve, pereyên Koçero li bavî wî mabûn, ew berneda, bi zor û kotekan û rica û hêviyan bi qurban û heyrana qumîtan ew berda. Vê dawiyê apê min Hecî Husên, di derdora sala 1986an de Hecî Fehîm dibîne, jê dipirse ka qey te nexistin kar? Got: Belê, lê bi Xwedê me çend heb lûleyên petrolê dizîn, em ji kar qewitandin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse