Têkiliyên Herêma Kurdistanê û Yekîtiya Ewropayê

Têkilî û pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Yekîtiya Ewropayê (YE), li ser çend astên mîkrostratejîk xwedî girîngiyeke herî mezin in. Ev têkilî yek ji mercên sereke yên hebûn û paşê berdewamî û xurtbûna Herêma Kurdistanê li Rojhilata Navîn in, xasma ku Rojhilata Navîn bê navber di nav proseya xwe jinûve avakirinê de derbas dibe.

Ji destpêkê ve, rast e ji sedsalî zêdetir e ku nasyonalîzma Kurdî xebata çekdarî seba serxwebûna Kurdistanê dimeşîne lê ev jî rast e ku ya ku Herêma Kurdistanê wekî rastiyekê li ser pergala Îraq, Rojhilata Navîn û tewra cîhanê jî ferz kir, Ewropa bi giştî û Fransa û Brîtanya bi taybetî bûn, nexasim piştî serhildana gelê Kurdistanê li dijî rejîma Beisê di sala 1991ê de.

Van dewletan Encûmena Asayişê neçar kir ku navçeya dijfirînê li Herêma Kurdistanê ferz bike, herwisa ew bûn ku sala 2001ê pêşî lê girtin ku Cund û Ensarên Îslamê aramî û ewlehiya Herêma Kurdistanê têk bidin û ji bo şikandin û têkbirina terorê piştevaniya Hêzên Pêşmergeyan kirin.

Piştre jî Ewropa û Rojava bûn ku di sala 2014an de rê nedan ku hêzên DAIŞê paytexta Herêma Kurdistanê dagir bikin û bi rêya Hevpeymaniya Cîhanî ya Dijî DAIŞê Kurdistan ji ketina nav lep û destên çekdarên DAIŞê rizgar kirin. Paşê dîsa ew bûn ku piştî giştpirsiya serxwebûna Kurdistanê rê nedan ku milîsên Heşda Şeibî Kurdistanê dagir bikin!

Bi kurtî, bila em ketwara Herêma Kurdistanê ne weke ku em dixwazin hebe, lê weke ku bi rastî heye bibînin! Ango Herêma Kurdistanê di rêza yekem de berhema biryareke Ewropayî ye û paşê di rêza duyem de berhema biryareke Rojavayî ye. Lewra ji bo Herêma Kurdistanê zaf girîng e ku piştî 33 salan fêm bike ka çi li Ewropayê diqewime û bizane ku 33 salan bi şûn de, Ewropa çawa li Herêma Kurdistanê dinêre û çawa bi Herêma Kurdistanê re tevdigere? Bi taybetî di kêliyekê de ku Ewropa li ser asta siyasî û civakî rastî guhertinên bingehdar tê û encamên hilbijartinên Parlamentoya YEyê jî ev guhertin bi awayekî pir eşkere nîşan da.

Tiştê ku ez dixwazim di vê gotarê de behs bikim du mijar in: Yekem, çawa pirsa Kurd Ewropa kiriye du enî û ya duyem jî vegera Ewropayekê ye ku rastgirên radîkal lê serdest in û ezmûna şênber a Herêma Kurdistanê bi wan rastgirên radîkal re pir hindik e.

Paşê ez dê bi lez vegerim ser serdana Serokê Herêma Kurdistanê ya Otrîşa (Nemsa) ku ev pêla nû ya Ewropayî lê serdest e: Çawa ji vir û bi şûn de ev serdan û serdanên din ên Îtalya, Vatîkan, Macaristan û çend welatên din ên Ewropayê dê bibin derfeteke girîng ji bo avakirina têkiliyeke sazûmankirî ligel hêzên ku dibe ku Ewropaya siberojê bi rê ve bibin.

Dabeşbûna Ewropayê li ser Rojava û Herêma Kurdistanê

Zêdetirî 10 salan e, li hemberî pirsa Kurd li Rojhilata Navîn, qada siyasî ya Ewropayê li ser du eniyan dabeş bûye: Eniya çepên tundrew li hêlekê û hemî hêzên din ên çepên asayî û rastgirên asayî û navîn li hêla din.

Çepên çep an tundrew ango çepên radîkal ên Ewropayê, bi hêza xwe ya herî zêde, serokatî û bingeha xwe ya cemawerî piştgiriya Rojavayê Kurdistanê dikin û di wê baweriyê de ne ku Rojava cîwarê vejîna şoreşa karkeran û sosyalîzma dawî ye û hevrikiya di navbera kapîtalîzm û şoreşa karkeran de li Rojavayê tê yekalîkirin û divê ji bo parastina Rojavayê her mekanîzma bê bikaranîn.

Di heman demê de, ev hêz di wê baweriyê de ne ku qewareya Herêma Kurdistanê ji aliyê zilhêzên pergala kapîtalîst ve pê tê lîstin û parçeyek ji bedena xerab a kapîtalîzmê ye ku niha baskên xwe li ser cîhanê vedaye. Loma jî qet ne amade ne ku piştgiriya wê bikin. Wek mînak, piştî referandûma serxwebûna Kurdistanê û dema ku Herêma Kurdistanê di bin gefên milîsan de bû, çepên çep an radîkal ne tenê ne amade bûn xwenîşandanekê li Ewropayê li dar bixin, tew bi gotarekê li parlamentoyê berevaniya wê bikin, di demekê de ku ji bo piştgiriya Rojavayê Kurdistanê bi dehan manîfestoyên mezin saz kirine.

Li hemberî çepên çep an tundrew, rastên radîkal, rastên rasyonel, sosyalîst û sosyal demokrat heta asteke zaf bilind piştgiriya Herêma Kurdistanê dikin û tewra beşeke girîng a van hêzan di wê baweriyê de ne ku Rojavayê Kurdistanê ku ji çepên radîkal ên Ewropayê re bûye cîwarê koçberiyê, dikare li ser asta dirêjdem bibe çavkaniya metirsiyeke mezin li ser aramî û ewlekariya welatên Ewropayê.

Di vê çarçoveyê de, Serokwezîra Îtalya Giorgia Meloni û Serokkomara Macaristanê Katalin Novak ku nûnertiya rastgirên radîkal ên Ewropayê dikin, serdana Herêma Kurdistanê kirine. Herwisa gelek serok û serokwezîrên din jî, wekî Serok Macron û Serok Hollande ku nûnertiya rastên lîberal û sosyal demokratan dikin serdana Herêma Kurdistanê kirine. Rast e hêzên çekdar ên van welatan li Kurdistanê hene, lê ev jî rast e ku Herêma Kurdistanê wekî hevkareke stratejîk li deverê dibînin.

Divê dîplomasiya Herêma Kurdistanê bi baldarî vê dabeşbûna Ewropayê li ser Herêma Kurdistanê û Rojavayê kurdistanê têbigihe û bizane bi kîjan stratejiyê û bi kê re û kengî û çawa tevbigere, heke na dê demeke zêde di tiştên bêkêr de vala xerc bike.

Divê Herêma Kurdistanê çawa li hember vê rewşa nû ya Ewropayê tevbigere?

Encamên hilbijartinên Parlamentoya YEyê nîşan dan ku civakên Ewropayê çi qasî guherîne û çawa rastgirên radîkal sal bi sal pêgeha xwe di qada siyasî ya Ewropayê de xurtir dikin. Min di gotara xwe ya bi sernavê "Neteweperestî gefan li Yekîtiya Ewropayê dixwe" ku li ser portala Rûdawê hatiye weşandin de qala vê yekê kiribû. Ev guhertin di heman demê de civakî, aborî, çandî û siyasî ne û çîrokeke mezin a îqanakirinê li pişt wan heye.

Rastgirên radîkal li Îtalya û Macaristanê desthilatdar in û li çend welatên din ên YEyê jî li ber deriyê desthilatê ne û îmkana gihîştina wan a navendên biryardanê nemaze li Fransayê zaf hêgin e.

Lewra, divê pirsa sereke ya dîplomasiya Herêma Kurdistanê çavdêrî û paşê têgihîştina wê yekê be ka gelo dema ku ev hêz bigihîjin navendên biryardanê, dê heman helwestên wan ên erênî li hember Herêma Kurdistanê hebin an na? Paşê têkilî çawa bi van hêzan re were danîn, di demekê de û di hundirê welatên wan de, rûbirûbûneke wan a tund li gel hemû dostên din ên Herêma Kurdistanê heye? Ango Herêma Kurdistanê bêyî ku dostên xwe yên dîrokî yên li Ewropayê bêhêvî bike, çawa dikare têkiliyeke dînamîk bi rastgirên radîkal re ku gelek caran wek buldozereke navxweyî tevdigerin, dirust bike?

Dawî

Serdana Serokê Herêma Kurdistanê ya Nemsayê ku bi giranî di bin siya rastgirên radîkal de ye, di vê hûrdema hestyar de tê ku Ewropaya piştî hilbijartinan xwe di ber çavan re derbas dike, pirsan ji xwe dike û xwe rexne dike. Ewropa di hûrdema gumanên mezin de ye. Gumana li ser çawaniya reftara ligel Rûsyaya Putin û şerê Ukraynayê, gumana li ser çawaniya reftara ligel vegera Donald Trump li Qesra Spî û gumana li ser çawaniya sazkirina reftara ligel şerê Xezeyê.

Di vê hûrdema hestyar de, pêdiviya dîplomasiya Herêma Kurdistanê bi heman proseya serrastkirin û pirsa li ser pergala amadebûn û xwerexnekirinê heye, ji bo ku bikare stratejiyeke nû ya çalak ji bo çêkirina pêwendiya bi rewşa niha ya Ewropaya piştî hilbijartinan re pêk bîne.

Di rastiyê de, ev yek ji wan keleman e ku rûbirûyî gelek welatên din ên ne Ewropayî jî bûye û pir bi hûrbînî û baldarî pê re tevdigerin ji ber ku metirsiyên wê dizanin. Ji ber vê yekê, pir girîng e ku pêngavên siberojê yên dîplomasiya Herêma Kurdistanê ne berhema xwespartina bendewariyê û reftara ji nişka ya bi bûyeran re bin, li şûnê, berhema lêkolîn û zanînên objektîf ên kûr û dûr bin!