Çima darbe biser neket?

Li Tirkiyê tew di serdema Împeratoriya Osmanî de jî darbe wek edet û nerîteke gelemper bo guherandina desthilata siyasî dihat bikaranîn û serê çend siltanên Osmanî jî xwar. Di serdema Komara Tirkiyê de jî, ji sala 1960 û heta niha dora 6-7 darbeyan qewimîn. Dibe ku tekane xala hevbeş di navbera darbeya serketî ya sala 1980 bi serkirdatiya general Kenan Evren û darbeya vê carê de, ew be ku 36 salan piştî 12ê Îlona 1980, dîsa tankên artêşê daketin ser cadeyan! Tevî derbasbûna serdema darbeyan jî, lê gelo çima darbeya 15ê Tîrmehê biser neket? Bi baweriya min, em dikarin sê yarîkerên (lîstikker) sereke ji bo vê serneketinê destnîşan bikin:

 

Raya Giştî

 

Kolanê bi awayekî rasterast ji yekem kêlîkên darbeyê û piştî bangewaziya Erdogan li Mermereyê ku got: Werin meydanan, ez jî têm! karvedaneke pir bilez nîşan da. Xelk daketin ser cadeyan bo piştevaniya dewletê “tiştê min li navenda Anadolê bi çavên xwe dît amadebûna xelkê bû ku xwe bikin qurbanî ji bo mabûna desthilatê”, medya û medyaya civakî bi roleke berçav rabûn bo rawestana li hember darbekaran. Tenê li hinek navçeyên herdu bajarên mezin Enqereya paytext û bi taybetî Stenbolê, tevlîheviyeke demkurt hat dîtin, lê li bajarên din hesta piştgiriya dewletê xelk rijandin ser cade û kolanan.

 

Darbekaran çend cih û navendên bi baweriya wan girîng wek firokexaneya Stenbolê, Walîtiya Stenbolê, baregeha TRT û parlamento li Enqereyê bi awayekî demkî kontrol kirin. Lê Meydana Teqsîmê û pira mezin a Stenbolê bûn navendên kombûna xelkê û hevkêşe hat guhertin. Rola oldar û mizgeftan jî pir girîng bû bo bangewazîkirinê û birêkxistina xelkê bo protestokirina darbeyê, her ji şeva darbeyê ango 15ê Tîrmehê heta nîvroya 16ê Tîrmehê bi kêmanî bi dehan car bangdan hat kirin!

 

AKP bi xwe

 

Balkêş bû ku Erdogan bi xwe bi rêya mobaylê karî rê li ber darbeyeke leşkerî bigre û bi bangewaziya xwe, xelkê birjîne ser cade û kolanan. Erdogan pir bilez tevgeriya û xwe radest nekir. Herwiha Abdullah Gul, Bulent Arînç û heta radeyekê Ehmed Davutoglu ku wek baskê nakok ê AKPê dihatin dîtin, bi daxuyaniyên xwe piştevaniya Erdogan kirin, nemaze  kartêkirina gotinên Abdullah Gul wek serokomarê berê yê Tirkiyê pir berçav bû. Hêzên polîs û asayîş û MITê pir bi dilsozî rûbirûyî darbekaran hatin.

 

Di vê navê de, hemû partiyên sereke ango CHP, HDP û MHPê li dijî darbeyê derketin û bi şermînî jî be helwesta xwe jê nîşan dan. Lê rola parlamento ku bi rastî kulmoza siyasî ya xelk û partiyên Tirkiyê bû, bi destpêşxeriya AKPê li dijî kudetayê derket.

 

Darbekar

 

Kesên ku plana darbeyê dariştibûn rastî çend çewtiyên hesabkarî û stratejî hatin ku em dikarin çend xalan destnîşan bikin: Nebûna kesayetiyeke karîzmatîk û naskirî wek rêberê darbeyê. Bi awayekî ku leşkerekî sade yê artêşê digot, ez nizanim min ferman ji kê wergirtiye û tenê ji me re gotin herin ser kolanê û nehêlin xelk çûnûhatinê bikin!

 

Sînordarbûna navçeya darbeyê ku tenê li herdu bajarên mezin Enqere û Stenbolê bû û bajarên din piştguh kir. Xafiliya ji rol û bandora medyaya azad û medyaya civakî ku bû sedema birêkxistina xelkê û daketina wan ser cade û kolanan. Bi baweriya darbekaran, bi desteserkirina TRTê êdî kar xilas e. Zihniyeta wan bi rastî ya serdema darbeyên klasîk bû. Ev darbe tew di nav artêşê de jî hemû efser û piledar û serbaz li xwe negirtin. Di dawî de tirsa medyayê û medyaya civakî û karvedanên cîhanî nehîştin artêş destê xwe biavêje tetika tifing û keleşan!

 

Meha borî, Erdogan daxwaza lêborînê ji Rûsyayê kir û têkiliyên xwe yên dîplomatîk bi Îsraîlê re birin qonaxeke nû û bi nêt e bi Misrê re jî gotûbêjan bike û gotegot hene ku xwe nêzîkî Sûriyê jî bike. Ev hemû werçerixîneke cidî ne di siyasetên Tirkiyê de û bi mebesta derketina ji wê îzoleyê ne ku dema du sê salan e tûşî wê bûye û di warê aborî û siyasî de ketiye nizmtirîn asta xwe. Pêkan e nehatibe bîra Erdogan ku di dema ew mijûlî reformkirina kêşe û aloziyên xwe bi welatên din re bû, di bêhnvedana xwe li Mermereyê de artêşa Tirkiyê lê biqulipe.

 

Lê darbe qewimî û bilez bidawî jî hat. Piştî darbeyê dîroka Tirkiyê û AKPê û bi taybetî kesayetiya Erdogan wiha xuya dibin: Erdoganê berî darbeyê û Erdoganê piştî darbeyê. Tevî ku Erdogan wek min behs kir berî darbeyê dest bi reformkirina têkiliyên xwe bi welatên derve re kiribû, lê piştî darbeyê niha rewşa wî aramtir û bihêztir e û dikare siyasetên xwe berdewam bike. Lewra ji gelê Tirkiyê re, Erdoganê piştî darbeyê bi peyama xwe ya Skype dibe ku karîzma wî çend qatan bilindtir bibe. Lê dîsa jî mezintirîn astengî li pêşiya Erdogan Pirsa Kurd e.

 

Kurdên ku bi dirêjiya dîroka xwe xwedî bîreweriyên tehl û kambax in bi artêşa Tirkiyê re, piştgiriya vê darbeyê nekirin û ew şermezar jî kirin. Lewra divê Erdogan û şêwirmendên xwe serketina xwe li ser vê darbeyê bi çareseriya aştiyane ya Pirsa Kurd li Bakurê Kurdistanê re girêbidin. Bi baweriya min, serketina kudetaya leşkerî ne di qezenca kurdên Bakur û Başûrê Kurdistanê bû!