Dirêjtirîn şeva Tirkiyê

Darbeya şikestî ya şeva 15ê Tîrmeha 2016an, eger senaryo be yan wek Erdogan dibêje «nîmetek bû Xwedê ji ezmanan şand », dibe rojeke werçerixîn û vebirîna dîrokî li Tirkiyê. Di wê rojê de Erdogan, AKP û alîgirên wê bûn kesên serkeftî yên wê şeva herî dirêj û bixof a Enqere û Stenbolê. Berî hilatina rojê Erdogan û AKPê tîrêjên roja serkeftina xwe li ser yên din belav kirin û ji xeweke bixof hişyar bûn û bi rûtkirina cilên leşkerî yên darbekaran û tazîkirina wan li ber tîrêjn berbangê, xewna wê hêz û bereyê jî bi temamî bidawî anîn. Ev hêza ku piştî darbeya sala 1980 a general Kenan Evren, li hêviya rojekê bûn ku dewleta Tirkiyê bixin jêr rehmet û hêza dayîmî ya artêşê yan beşek ji endamên artêşê ku hertim heybet û serweriya dezgeha xwe di ser a dewletê re digrin.


Serketina Erdogan li ser darbekaran, ew nîmeta Xwedê bû ku Erdogan li benda wê bû bo tevizandina beşekî eskeran. Herwiha dûrxistina sîber û heybeta wan li ser wê dewleta polîsî ku Erdogan qonax bi qonax, bi eşkere û nihênî, mijûlî damezrandina wê ye wek dezgeheke polayî li hember dezgeha artêşê. Berî darbeyê jî, Erdogan bi paqijkirina artêşê ji neyarên xwe daketibû. Wî artêş paqij kir ji hemû kesên ku metirsî û kelem bûn li pêşiya avakirina wê dewleta polîsî ku Erdogan dixwaze şûna artêşê bigre.


Sikestina darbeyê tê wateya serketina Erdogan û alîgirên wî. Herwiha bi temamî jî dawî li xetera dubarebûna darbeya leşkerî yan vegerandina desthilata dewlet û dezgehên wê bo bin destê artêşê anî. Artêşa Tirkiyê berî bi prensîbên sekûler û nasyonalîst ên Ataturk bê guvaştin, wek tekane serwer û parêzvan û garantiya dewleta bermaya Împeratoriya Osmanî dimîne.


Artêşa Tirkiyê ji serdema Împeratoriya Osmanî ve, li tenişta desthilata bêhed a sultanê mûazeem ku xwe wek şahê cîhanê didît, hertim roleke wê ya çarenûssaz di Împeratoriya Osmanî de jî hebû û hertim dewletek di nav dewletê de bû. Sîbera darbeya artêşê hertim li ser ezmanê Tirkiyê bilind bû û tevî vegera Tirkiyê li prose û jiyana demokratîk di lîstika desthilatê de, piştî xilasbûna lîstika dawî ya darbeya Kenan Evren, hertim li Tirkiyê tirsa vegera şiva generalan li ser pişta siyasetvanan amade bû û şêniyên Tirkiyê pêşbîniya darbeyeke nû dikirin.


Di dîroka Tirkiyê de, her deh salan carekê darbeyeke leşkerî diqewime. Lewra dibe li ba gelên Tirkiyê sosret be ku piştî 35 salan ji darbeya Evren, Tirkiyê ji wê rêjeyê derketibe ku wek kabûsekê di xewnên rojane yên xelkê de dijiya. Bi                                     taybetî di vê dema dawî de ku Erdogan ber bi takrewiyê çû, xwest bibe sultan û Tirkiyê ji xewnên ewropî yên Ataturk dûr kir û îslamîkirina Tirkiyê zêdetir kir.


Lewra nîmeta şikestina darbeyê eger ne bo hetahetayê be jî, lê bo dehan salên din Tirkiyê ji metirsiya darbeya leşkerî dûr kir. Rûtkirina leşkerên darbekar, dezgeha bihêz û qewîn a artêşê jî rût kir. Êdî divê artêş bikeve jêr rehmeta dewleta polîsî ya Erdogan û dezgehên polîs, ewlekarî, MIT û îmandarên xwedî rih ku berevaniya Erdogan kirin û di lîstikê de biser ketin.


Di wê şeva dirêj de yên ku împeratoriya Erdogan ji mirineke tekûz rizgar kirin  alîgirên wî bûn ku daketin ser cade û kolanan. Piştî ku Erdogan peyamek bi telefonê ji gelê Tirkiyê re şand da dakevin ser cadeyan û berevaniya dewlet û demokrasiyê bikin ku bi rastî ev peyama wî ji bo alîgirên AKPê bû.


Lê yê ku bi rastî Erdogan xilas kir, ew dewleta polîsî bû ku ev çend sal e Erdogan wê ava dike. Nemaze dezgehên hêzên polîs û hêzên ewlekariya sivîl ku ne tenê nahêlin dizî û tawanên biçûk biqewimin, lê xuya kir ku dezgehên îmandar û bidîsplîn ên AKPê ne.


Yê ku Erdogan xilas kir, dezgehên nihênî yên girêdayî dewleta polîsî ya AKPê û ciwanên îmandar ên xwedî rih bûn ku amade bûn êrişî tankan bikin û rê li ber pêşveçûna wan bigrin. Yê ku Erdogan xilas kir dezgeha nû ya MITê bû ku Erdogan bi şêweyeke din û wek dezgeha parêzvana partiya xwe û dûrî desthilat û destêwerêdana artêşê û eskeran ava kiriye.


Di dema ku çend hezar kes daketin ser cadeyan, van hêzan li gor lîstên hazir bi dirêjiya wê şeva dirêj dest bi girtina darbekar û gumanbaran kirin û herwiha dest bi paqijkirina rêzên artêşê kirin. Van hêzan darbekar li ber tîrêjên rokê tazî kirin û ew nîşan dan. Êdî ew roj bû roja şikestina darbeyê û serketina Erdogan û têkçûna derûnî ya darbekaran û xwe radestkirina wan bo ciwanên xwedî rih û îsalmî yên dilsozên AKPê.


Vê şikestinê destê Erdogan vekir ku êdî bi awayekî eşkere şer li dijî dijmin û rikeberê xwe Fethulla Gulen ragihîne û alîgirên Gulen ji hemû dezgehên dewletê û artêşê û dezgehên ewlekarî, yasayî, aborî, kultûrî û civakî yên Tirkiyê dûr bixe. Piştî ku Tirkiyê yekemîn dijminê neteweya Tirk û rêberê dabeşkirina nasname û dewleta Tirkiyê Ocalan avêt zindaneke tenê, niha dixwaze duyemîn dijminê Tirkiyê Fethulla Gulen ku li kêleka dewleta Erdogan dewleteke paralel û bihêz di kûrahiya hemû movikên Tirkiyê de ava kiriye û tekane rikeber û rûxênerê dewleta Erdogan e, di heman zindanê de deyne tenişt dijminê neteweyî yê Tirkiyê !


Erdogan û alîgirên wî û partiya wî ji vê darbeyê serketî derketin. Wan li ser kolanan xwe wek berevanên demokrasî û hukmê yasa û dewletê nîşan da. Nemaze ku helwesta partî û hêzên dijber şermînok û qels bû.


Serkirdên partiyên dijber piştî ku dawiya lîstikê fêm kirin, bi hevokeke texlîdî piştevaniya xwe ji demokrasî û dewleta dezgehan re nîşan dan. Lê eger darbekar biserketa, dê opozisyon bi dawiya Erdogan kêfxweş bibûya. Di dawî de dema Erdogan biserket, hêzên dijber bi şermînî piştgiriya xwe ji berevanê demokrasî û dewleta yasayê re derbirîn!


Lê tiştê di wê şeva dirêj de li ser cadeyan qewimî, derketin û xwenîşandana alîgirên Erdogan û AKPê bû ku bersiva mesaja telefonê ya Erdogan bi dirûşma Allahûekber û rûbirûbûna tank û fîşekên darbekaran dan. 


Lê pirs ne ev e ka kê ji Erdogan hez dike û kê jê nefret dike, pirs pirsa cih û statûya Tirkiyê li navçe û cîhanê ye. Niha Tirkiyê hêz û dewleteke wiha ye ku têkçûna aramiya wê û jinavbirina demokrasiya wê ya nîvco ne di berjewendiya ti alî de ye. Dewletên Ewropa, Amerîka, Rûsya û Asyayê naxwazin bi têkçûna rewşa Tirkiyê, aloziyeke bixof û gefa şerekî mezintir û bêdawî li navçeyê derkeve holê. Lewra tevî ku ew ji Erdogan hez nakin jî, lê ji tirsa xirabtirbûna rewşa xirab a navçeyê ku di nêv agirekî mezin de ye, hemû piştgiriya Erdogan dikin.


Pêkan e Erdogan jî kêfxweş be û dersekê ji qurretiya xwe ya siyasî û desthilata xwe werbigre. Divê Erdogan spasiya dahênerê bernameya FaceTime bike ku peyama wî kir rastî û ew ji mirineke nêzîk dûr kir û bi dirêjiya şeveke dirêj hemû xilaskerên wî anîn ser kolanan û êdî spasiya wê heqîqetê jî bike ku bi rastî internetê cîhan kiriye gundekî biçûk û dawî li dastana wan çend generalan aniye ku bawer dikirin hîn di wê serdemê de dijîn ku dagîrkirina avahiya radyo û televizyonê û xewendina daxuyaniyeke tenê bes e bo xweveşartina hemû şêniyên welêt di malên xwe de û serketina darbeya wan!