Mam Celal; bêhna hemû parfûmên dinyayê di yek parfûmê de
Em li ber deriyê payîzeke din sekinîne. Li ser êş û jana oxira serok û rêberê me, ji çavên me hemûyan hêsir dibarin. Em li ber şîna weşîna pelên rengîn ên darên vê payîzê rûniştine.
Êdî dem hatiye ku em bi van hêsiran reh û kokên yekîtiya xwe ˈYNKˈ av bidin û em wê di bihara bê de bikin dara herî kesk û mezintirîn sî û sîbera Kurdayetiyê.
Payîz û serpêhatiyên wê me dibin ser bîranîna şehîdên me, girtiyan û çîrokên berxwedana wan a bêhempa. Çawa bi hev re li gel kampanya pêşmerge û girseyên gel bûne harmoniyeke nû û bihara serhildanê afirandin, divê îro jî pirsgirêk û qeyran me sar nekin, lê enerjiyê bidin me ji bo ku em xwe û yên derdora xwe biguherin, helbet bi îlham û vegera li zîrekiya siyasî ya Mam Celalî.
Qedera YNKê wiha bû li pişt her serkeftinekê xwînek û li pişt her xweşiyekê xemeke kûr hebû, her ev jî wiha kiriye ku em ji kesên din zêdetir nirxê destkeft û berhemên xwe bizanin, lê niha pişt û stargeha me, apê me hemûyan (Mam Celal) ne bi me re ye, ku berê li pişt YNKê û endam û alîgirên YNKê çiyayek bû, lewra vêga pêwîst e ruhê Mam Celal û rêbaza wî qublegeha me be, ne tenê ji bo ku em dilsozê rêbaza wî bin, lê ji bo ku em xeletiyên mezin û stratejîk nekin.
Dîsa di vê payîzê de, piştî çend rojên din, em ê rastî bîranîneke din a tije êş û jan bên, ku dostên me yên duhî bi bêwijdanî derba xwe li me anîn û referandûm kirin (kirasê Osmên), ku gelek têbînî jî li ser hebûn.
Tişta ku me bi xwînê ji DAIŞê stand û parast, bi darê zorê ji me stendin û dorpêça siyasî, darayî, aborî û îdarî li ser Herêma Kurdistanê ferz kirin, û bi raweşandina xencera xwe ya jehrî, ne tenê beşeke mezin ji axa Kurdistanê dagir kirin û hejmareke zêde ya pêşmergeyên YNKê şehîd kirin, bi ser de jî tovên dubendiyeke nû di nav me de çandin, ku ev sê sal in tevî qeyranên din, ew jî bûye belayeke din ji bo Kurdistanê û tê ku bedena Kurdayetiyê tîş tîşî bike, bi awayekî ku neyarên me kirin yek û em jî parçe parçe û dabeş kirin.
Tevî hemû astengiyên derveyî, ya ku vê payîza xwezaya Kurdistanê dike wek payîzeke siyasî, gendelî û lawazbûna saziyên demokratîk, neguhertina rewatiya şoreşê bo rewatiya yasa û dewletbûnê û qurbanîkirina paşerojê ji bo destkeftên biçûk yên rojane ye.
Ji bo derbaskirina van, divê em careke din vê payîzê bikin alav, enerjî û şiyan ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkan û bi yekrêzî û yekhelwestî û yekdengî ji bo em bigihin bihareke demdirêj a Kurdayetiyê ku bi qasî pirbûna rengên pirrengiya siyasî û nêrîn û azadiya ramanê rengorengo be û em hemû bi hev re bibin harmonî û senfonya vejandina Kurdayetiyê.
Pênc sal in ku em bê Mam Celal mane, Mam Celalê ku dareke tekane bû, lê tehma hemû bexçeyên cîhanê dida, gurzek gul di gulekê de bû, bêhna hemû parfûman di parfûmekê de bû, hemû Kurdistan di rêberekê de bû. Her ku dem bêtir di ser oxira wî ya bê veger re bibore, ew bêtir nêzîkî me dibe.
Îro pêwîstiya YNK û hemû aliyên Kurdistan û Iraqê bi jîrî û dûrbîniya Mam Celal heye. De werin em xwe li hikmetên wî bigirin û bibêjin tu heta-hetayê rêber û rênîşanderê me yî, ji ber ku te bi şarezayiya xwe wiha kir ku tu îro ji YNK û ji her cure partîzaniyekê mezintir bî û bi vî awayî jî tu ji hemûyan re bûyî sî û sîber.