Belgeyek li ser boçûna Komeleya Jê Kafê di heqê Mele Mistefa Barzanî de
Doktor Sebah Xalib
Di tarîxa rêxistin û partiyên kurdî de Komeleya Jê Kafê yek ji rêxistinên neteweyî yên kurd yên herî rastgo, liserhev û programzelal bû. Bêguman dema ku her partî û rêxistineka neteweyî ya kurdî li her parçeyeka dagirkirî ya niştimana me bêt ava kirin, divêt û baş e ku qenaeteka wê di heqê beşên dî de hebe û di programa wê de behsê hatibe kirin. Di rewşa hingê û ya niho de jî pêwist bû û dê pêwist be jî her partiyeka beşeka Kurdistanê, hesabekê hûrbîn yê siyasî û xudanberpirsiyarî û hevkar ji bo beşên dî bike.
Li ser esasê vê têgehiştinê şert e ku civaka xelkê Kurdistanê jî, û nemaze siyasetmedar û rewşenbîr, bi aqilane û bi xwedûrgirtina ji sozên nesaxlem, li gor realîteya siyasî û tarîxî ya her beşeka Kurdistanê rewşa wê li ber çavan bigire. Rewşa niho wisa dixwaze ku em ji bergeha siyasetê û ilmî ve li meseleyan temaşa bikin û rênedin ku sloganên neteweyî yên ji realîteyê dûr û sozên bêbingeh xwe li ser analîzên siyasî ferz bikin.
Di salên 1943, 1944 û 1945-ê de Mele Mistefa Barzanî li hemberî hikûmeta dagirker ya Iraqê ji bo doza miletê kurd rikeberî û xebata neteweyî dikir. Di wan salan de Hizba Hîwa bi hemî hêza xwe ya siyasî û beşerî hevkar û piştgira Barzanî bû. Gelek ji efserên (subay) di ordiya Iraqê de endamên Hizba Hîwayê bûn û têkiliya wan û arîkariya wan ji bo wê tevgerê hebû. Sala 1945-ê û berî hingê jî navûdeng û têkoşîna Barzanî li hemî cîhana kurdan belav bûbû. Hesta hevneteweyîbûnê û qenaeta siyasî ya programa xebatê ya Komeleya Jê Kafê digel qenaet û fikra Mele Mistefa Barzanî hevdu digirt. Barzanî li başûrê Kurdistanê xebat dikir lê belê merkeza serkirdayetiya Komeleya Jê Kafê li Mihabadê bû. Xebata herdu aliyan di nêv tixûbên şiyan û desthilata wan de ji bo bidestveanîna mafên miletê kurd bû. Vê yekê jî wisa kiribû ku Komeleya Jê Kafê bi aşkerayî û bêyî hirvelûve bi rêya bilavokan û beyannameyan mesajên xwe bigehîne Barzanî û miletê kurd agahdar bike ku Barzanî têkoşînê ji bo wan dike û lewra pêwist dîtiye ku bi navê “pêşengê azadiyê” nameyan û nivîsnameyan ji Barzanî re rêke.
Komeleya Jê Kafê di nameyên xwe de wiha xîtabî Barzanî kiriye: “Ji bo cenabê rêberê azadiyê Mele Mistefa Barzanî!” Menayeka mezin ya vî rengê xîtabê heye. Hingê hêj Partiya Demokrat ya Kurdistana Îranê nehatibû ava kirin. Komara Kurdistanê jî hêj nebû. Helbet hingê hêj zû bû ku Qazî Mihemed jî bibe pêşewa (pêşeng). Fikra siyasî û programa neteweyî ya Komeleya Jê Kafê wisa pêwist kiribû ku ew çiraya ku li başûrê Kurdistanê hat pêxistin wekî ya hemî kurdan bihesibîne û armanca wê jî ew bû ku hemî kurd li dora wê çirayê kom bibin. Wisa xuya dike dema ku şoreşek ya hemî kurdan be divêt şiyan û quwet û zanîna hemî kurdan, çi bi rêya şêwirmendiyê û analîzan be yan jî bi rêya xwefedakirina li meydana şerî be divêt hemî aliyên kurdî şirîkatiyê tê de bikin. Komeleya Jê Kafê di vî warî de ji Barzanî re diyar kir ku ew bi temamî di xizmeta Barzanî de ye.
Dibe ku di wê demê de ji bo Mele Mistefa Barzanî ew agahdarîname di warê siyasî û stratejîk de hevgirtina yekê ya di nêvbera du beşên dagirkirî yên Kurdistanê de be û ji wê jî berfirehtir û mezintir be. Di dema berfirehbûna wê de çavê hemî beşên dî li ser tevgera Barzanî bû. Û di wê demê de li hîç beşeka Kurdistanê kiyanekê siyasî yan îdareyeka kurdî nebû. Komeleya Jê Kafê xwest ew şoreş bibe agirdan û xetîreya azadiyê ji bo hemî kurdan. Lewra jî berpirsên wê komeleyê berî her tiştî di nuqteya pêşiyê de pîrozbahiyê li li rêber yan pêşeng Barzanî û leşkerê azadiyê yê Kurdistanê dikin. Serkaniya vê helwêstê jî hesta brayetî û kurdayetiyê û yekrêziya xebata kurdayetiyê bû.
Komeleya Jê Kafê ji aliyekî ve diyar kir ku ew, rewş û taybetmendiyên başûrê Kurdistanê fêm dike û rêzê jê re digire, û ji aliyê dî ve xwest ku di konferanseka neteweyî de hemî alî bên civandin da nexşerêyek ji azadiya Kurdistanê re bêt danîn. Li cem Komeleya Jê Kafê aşkera bû ku doza miletê kurd pêwistî bi tevgerandina şiyanên hemî grup, çîn û tebeqe û hemî rêxistinên kurdan û kurdistaniyan heye. Komeleya Jê Kafê wisa hesibandiye ku meseleya miletekî û niştimanekê gelek mezin e û bêyî hevkarî û şirîkatiya hemî aliyan û kesên dilsoz zehmet e ku ber bi pêş de gavan bavêje.
Di heman demê de ji bo biserketin û baştirxwendina wê qunaxê mebesta Komeleya Jê Kafê ew bû ku hizra xwe li rewşa deverê û hêzên mezin yên wekî Sovyetê û Brîtanyayê bike. Qenaeta Komeleya Jê Kafê ew bû ku ji bo biserxistin û bidestxistina azadiya Kurdistanê piştgiriya welatên mezin lazim e û lewra Komeleya Jê Kafê di wê demê de ji bo dostayetiya miletê kurd Sovyet wekî teref hilbijart. Û di heman demê de Komeleya Jê Kafê ew heqîqet jî dizanî ko divêt hesabekê hûr ji bo Brîtanyayê bêt kirin ji ber Brîtanya li Iraqê xudanhêz bû. Di dawiya nivîsnameyekê de Komeleya Jê Kafê berê xwe dide Mele Mistefa Barzanî û cardî wî wekî “rêberê azadîparêz” bi nav dike ji ber Barzanî rêberê kurdan bû û ji bo nehiştina zilm û zordariyê têkoşîn dida. Bi vê têgehiştinê Komeleya Jê Kafê bi hişyariyeka siyasî û bi liberçavgirtina rewşa siyasî ya Îranê, amadehiya xwe ji bo piştgiriyeka mezin bo Barzanî îlan kir.
Piştî ku Qazî Mihemed ket nêv Komeleya Jê Kafê û paşê jî bû serokê wê, hingê di meha tebaxê ya 1945-ê de, bi tesîr û serdestiya Qazî Mihemed ew komele bû Partiya Demokrat ya Kurdistana Îranê û amadekarî ji bo şoreş û serhildanê hat kirin û paşê jî Komara Kurdistanê li Mihabadê hat îlan kirin. Berî avakirina komarê di meha çiriya-yekê ya sala 1945-ê de Mele Mistefa ji bo hevkarî, tevlîbûna xebatê û piştgiriya Qazî Mihemed digel pêşmergeyên xwe û hêzeka mezin çû Mihabadê û bi qenaeteka tam, wekî xwebexş, amadebûna xwe ji bo xizmetkirina di bin sîwana serkirdayetî û pêşengiya Qazî Mihemed de diyar kir.
Di heman demê de ji bo parastina yekrêziya kurdan û birêveçûna karê siyasî bi awayekê serûber û saxlem Barzanî amadebûna xwe nîşan da ku ew hazir e dest ji rêberî û pêşengiya xwe berde ji ber Barzanî gelek baş dizanî ku hêdî Qazî Mihemed pêşewa û rêber e û bêguman çênabe ku du pêşewa di yek beş û Komara Kurdistanê de hebin. Barzanî pir baş jî dizanî ku ew ji bo piştgiriya rojhilatê Kurdistanê û pêşewa Qazî Mihemed çûye Mihabadê û wê beşa Kurdistanê. Lewra jî ew hêza ku digel Barzanî çûbû Mihabadê, bêyî hirvelûve û bêyî minaqeşe di nêv ordiya Komara Kurdistanê de hat organîze kirin. Û bi wî rengî hemî fermanên pêşmergeyên Barzanî û hereketkirina hêzên Mele Mistefa Barzanî ket bin qumandariya pêşewa Qazî Mihemed de.
Wê hesta berpirsiyariyê ya Mele Mistefa Barzanî û têgehiştina bilind ya siyasî ya pêşewa Qazî Mihemed karî nimûneyeka spehî û medenî ya berpirsiyariyê nîşan bide. Analîzkirina rewşê û taybetmendiyên her beşeka Kurdistanê wisa kir ku yek saniyeyê tenê jî û bi hîç rengekî problemek di nêvbera herdu rêberan yanî Mele Mistefa Barzanî û Qazî Mihemed de dernekeve. Ev jî bi rastî bi xêra helwêst û îdraka herdu aliyan bû.
Ji bo miletekî û niştimanekê serbilindî ye ku nimûneyên wiha dubare bibin. Li cem berpirsiyar û siyasetmedarên xudancewher ku berjewendiya neteweyî û niştimanî armanca wan be dubarekirina nimûneyên wiha hêsanî ye.